“Birêz
Walî” û şiêrek..
Mihendîzekî
ji walîyê Bartınê ra gotîye “begefendî!” Walî ji vê gotinê
aciz bûye û usa lê vegerandîye:
“Ez
walîyê dewletê me, tu nikarî ji min ra bêjî “begefendî!” Divê
tu bêjî “Birêz Walî!”
Di
zmanê Tirkî da “efendî” malûm e. “Beg” jî bi mana mîr e. Herdu
jî gotinên hurmetê ne. Li ser vê yekê şiêreke Orhan Velî
(şairekî Tirk ê bi nav û deng) jî heye, ku tenê du xet
e:
“Hinek Ehmed Beg in, hinek Ehmed Efendî,
Lê Ehmed Axa û Ehmed Begefendî!..”
Lê
we dît, îro li vî welatî hin kes bi “begtî”, heya bi “begefenditî”
qayîl nabin.. Hinên wan “birêz valî” ne, hinên wan “birêz
midûr”, hinên wan “birêz wezîr” in!..
Baş
e, emê ji generalan ra çi bêjin? Herhal “birêz paşa!..”
Himwelatîyên
dinê ne tiştek in. Wek mamoste, mihendîz, toxtor, hemşîre,
nivîskar, hunermend û hwd… Evana himwelatîyên adî ne. Ji xwe
kesên xebatkar wek karker, cotkar, hosteyê malan, hemal, şivan
û gavan ji mirovan nayên hesibandin…
Şiêreke
din hate bîra me, ku dor û dema wê ye:
MÎROV û XÎYAR
Bi rastî ferqeke
mezin tune
Di navbera mirovekî û xiyarekî da
Xiyar teze be, mirov giha be baş e
Hertişt dibe xwelî, ji bîr dibe bi zeman
Ha İskenderê Mezin, ha şivanê du qazan
Ha maleke ji kerpîç, ha qesrên ji mexmer
Rojek tê heya dinya dimre
Roj dibe toz û dûman…
Belê,
çawa hozan dibêje, di bin toza zeman da di navbera İskenderê
Mezin û şivanê du qazan da tu ferq namîne. Hingê, gelo
kî guh dide Walîyê Bartınê!.. Hin mirov jî hene ku ”ger
bibin walî jî, nabin meriv”, ango ferqê wan û xiyaran tune..
Ne
usa, ”Walîyê birêz?!.
|