PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Biryarên Kongreya PSK a Heftan

- Kongre dilxweş e, ku hemu gelên İraqê ji zilm û zordarîya rêjîma BAAS xilas bûne. Kongra her usa silavê xwe pêşkeşê pêvajoya guhartina vî welatî û berhemên wî yên demokratîkê dike.

- Kongra girîngîyeke mezin dide bona damezrandina rêvabirineke netewî di Kurdistana Başûrê. Her usa kongra piştgirîya xwe pêşkeşê kar û xebata parastin, bi hêzkirin û  kûrtirkirina destkevtîyên vî beşa welatê me dike.

- Bi bawerîya kongreyê, divê herçî zûtir, li İraqê sazumeneka demokratîk, federal û plural were damezrandin. Kongre her usa bawer e, ku bona serketina xebata gelê me di vî beşê welatê, divê hêzên sîyasî yekîtîya xwe biparezin û hukumetekê yekgirtî pêkbînin.

- Kongre kêfxweş e, ku xebata yekîtîya Kurdan li wêlat û derwayê welat, gihîştiye qonexekê baş. Kongre ji Komîta Merkezî a nu dixwaze, ku bona bi hêzkirin û pêşvabirina yekîtîyên, ku partîya me têda ye, kar û xebat bike.

- Sekreterê Giştî a berê Birêz Kemal Burkay, ku ji damezrandin heya îro rêberê partîyê bû, amadekarê bernama û stratejîya partîyê û sembola xebeta azadîya gelê me ye, di kongra heftan da sekreterîyê berda û di organên partîyê da erk (vezîfe) hilnegirt. Kongre spasîya xwe pêşkeşê Burkay dike bona xebat û xizmeta wî jibo gelê kurd û partîyê.

- Ji Kongreya Şeşa virda hinek hêvalên me wekî Nureddîn Basut, Yavuz Koçoglu, Bozan Erdem, Edîp Samanci Hasan Harmanci, Enîs Eren, Vedat Sevîn û Kazim Topal çûne ser dilovanîya xwe. Kongre, li ber yadê wan hevalan û hevreyên, ku şehîd bûne an gihîiştine dilovanîya xwe, serê xwe diçemine.

- Kongre erkê pîrozkirina 30. salîya partîyê, ku divê şayanê kar û xebata partîyê a bi rûmet be, datîne li ber komîteya Navendî ya nu.

 
PSK Bulten © 2003