PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Partîya Sosyalîst a Kurdistan-PSK: “Bona Ku Dîrok Dubare Nebe!”

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, li ser bûyerên dawî, êrîşên hêzên mîlîtarîst û kevneperest bo ser gelê Kurd, destur û axaftina Ocalan yên dawî, belavokek derxist û ji birûrayê giştî xwast, ku diji zilm û zordarîya ser gelê Kurd, dengê xwe bilind bikin.

Belavoka PSK bi vî awayî ye:

Ji Bo Bîrûrayê Giştî

Bona Ku Dîrok Dubare Nebe!

Wekî tê zanîn, demek berê niha, KONGRA GEL “bona parastina yekitîya xakê welat û prensibên komarê”, ku mebesta KONGRA GEL ji welatê Tirkiyê, ji komarê jî Komara Tirkiyê ye, biryara xwe ya berê yê li ser agirbesê betal kir. Paş vê biryara KONGRA-GEL, Kurdistana Bakur  bûye meydana şer û pevçûnê, ku roj bi roj şer û pevçûn zêde dibin. 

Girtina bê sebeb û kuştin ji nu ve destpêkir. Hinek navçeyên Kurdistana Bakûrê, herwekî berê, di bin dorlêgirtina kel û pelên xwarinê da ne. Maf û azadîyan, berê hemu jî, azadiya geşt û gerin li navçeyê, hatine betal kirin.

Carekê din eşkere dibe, guhartinên, ku bona endametîya Yekitîya Ewropa (YE) hatine çêkirin, hemû li ser kaxizê mane û bona xapandina bîrûraye hundurî û derweyî ye. 

Raporên Komela Mafê Mirov û dezgeyên din, balê dikşinin, ku pêpes kirina mafê mirov li Kurdistana Bakûrê zêde dibe.

Bi destûra Serperiştiya Leşkerî Ya Giştî (SLG), gazinca Leyla Zana û hevalên wê li ber dadigehê hatiye kirin, bi “tawanê”, ku Kurdî axaftine. Her usa bi fermana SLG,  Sendîkayê Perwerdeyî hate dadigeh kirin, ku “tawanê” wî jî, parastina mafê perwerdeyî bi zimanê zikmakî ye.    

Di rojên dawîyê da, wêneyên gerîllayên kuştî yên ku ser, guh, dest û lingê wan hatine jêkirin, di rojnama û malperên înternetê da ci girtine. Raporên Komela Mafên Mirov li heremê, nişan didin, ku hêzên dewletê, wekî berê ser û guhê gerîllayên kuştî jêdikin.

Gefa Serokê Beledîyeyê Dîyarbekîrê û hevalên wî dixwin, ku çima çûne serxweşîya gerîllayek?

Ocalan jî, ji Girava İmralîyê, carekî din êrîş dike ser destkevt, rêxistin û serokên rexistinên Kurdistana Başûrê. Destur dide kadroyên xwe, ku herine Kurdistana Başurê daku hemberê Talabanî û Barzanî, bi gotineka din dijî rêvabirina neteweyî kar û xebat bikin.

Birûrayê Tirk, derbareyê jêkirina ser û guh, ku ji dîmenên zindana Ebu Garîb hovtir e, bê deng e.  Kesên dij-emperyalîst, çep, aşitîxwaz û oldar, sendîka, sazî, rêxistin û dezgeyan, ku diji kar û kiryarê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka li İraqê, zu bi zu derdiketin kuçe û kolananan, îro xuya nakin.

Hukumeta Partîya Dadî û Pêşveçûne (PDP), ku xudêgiravî endametîya YE pir dixwaze,  bona pêşî legirtina buyerên usa, ku li ser endametîya YE xeter in, ji cîyê xwe nalive.

Halwesta çapemenîya Tirk wekî berê ye. Bilî çend kesên xwedînamûs, kes rastîyê nanivîse.

Pir mixabin, helwesta durûyî li civata Tirk her berdewam e. Yên ku diji zordarîyê li derwayê Tirkiyê derdekivîn, dengê xwe bilind dikin, derbareyê zilm û zordarîya li ser gelê me bê deng in.

Divê bîrûrayê aşitixwaz û demokratîk, xwe ji vê durûyî xilas bike, dengê xwe diji zordarîya li ser gelê Kurd bilind bike. 

Divê Hikumeta PDP dev jê xapandinê berde, bona ci be ci kirina guhartinên zagonî bi dilsozî kar bike. Divê bi gor destur û daxwazên milîtarîstan kar neke û erkên xwe bona endametîya YE bîne ci.

Her wekî di belavoka hinek ronakbîr û sîyasetmedarên Kurd da, hatiye gotin, “Dîvê dewleta Tîrk dev jê sîyeseta nîjadperest berde daku ev dîbe sebeba şer û dîvê zîrufeka demokratîk pêkbîne, daku gelê Kurd bîkare çarenusî xwe bîgre destê xwe.”

Divê KONGRA-GEL carekê din li ser biryara xwe bifikire, ku biryar di warê armancê xwe da nayê qebul kirin, li ser destketîyên Kurdistana Başûrê xeter e, hencet dide destê leşkerê Tirk daku xwe tekîlê kar û barê Kurdistana Başurê bike, hencet dide destê “Devleta Vaşartî”, ku dixwaze pêşîya, demokrasî û endametîya YE bigre.

YE û endamên YE, divê diji zilm û zordarîyê li ser gelê Kurd dengê xwe bilind bikin, divê xweyî li prensibên xwe bin, heya ku Tirkîyê prensibên Kopenhagê bi ci neyne, tarîxa gotubêjê nede vê welatê.

Partî, rêxistin û kesayetîyên Kurd, ku diji “Konsepta Komara Demokratîk” in, ji bo pêşî lê girtina planên dewletê, ji bo piştgirîya Kurdistana Başurê, ji bo xebateka pêgir bona maf û azadîyên netewîya Kurd, divê gavên berçav bavêjin.

Partîya me bona bi ci anîna wan erkên pîroz, amade ye ligel partî, rêxistin û kesayetîyên welatparêz kar û xebat bike.

Partîya Sosyalîsta Kurdistan 

 
 
PSK Bulten © 2004