PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
 
 
Me Bozan Erdem jî winda kir

Van du salên dawî me gelek hevalên delal winda kirin. Par Yavuz koçoxlu, sê meh berê Enîs Eren û Wedat Sevîn, nuha jî (9’ê Çirîya paşîn 2001) Bozan Erdem û xanima xwe Emîne û keça xwe Berîvan. Ev hemû jî di qezayên trafîkê da çûn.

Bi mirina Bozan, xanima wî û keça wî nas û dost, heval û hogir gelek êşîyan, xemgîn bûn. Hîn xort bû û mirin ne di hesabê da bû..

Bozan hevrêyekî me yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan bû ta ji sala 1975 virda. Di sala 1953 da li Surucê hatibû dinyayê. Piştî lîsê dest bi xwendina toxtorîyê kir di Zanîngeha Dîclê li dîyarbekrê. Di sala 1975, piştî derketina “Rîya Azadî” bû hevrêyê Partîya Sosyalîst a Kurdistan û her usa jî hîmdarekî DHKD’ya Dîyarbekrê. Bi taybetî di nava xwendekarên Zanîngehê da bîr û bawerîya xwe belav kir, gelek dost û heval peyda kirin.

Piştî sala 1980 tevî gelek heval û hogiran hat girtin, îşkence dît û di Zindana Dîyarbekrê a 5. Numro da nêzî 7 salan ma. Zulm û tedaya vê zindanê bi nav û deng bû. Bozan û hevalan xwe bi mêranî ber xwe dan.

Piştî hepsê jî kar û xebata xwe ya şoreşgerî ajot. Berekî va toxtorî kir û berekî va jî karê sîyasî. Di nav refên HEP’ê, DDP’ê, DBP’da xebitî. Hîmdarekî DDP û DBP bû. Her usa jî serokê rêxistina Ruhayê ya DBP (Partîya Demokrasî û Aşitîyê) û endamê Meclîsa wê ya bilind bû. Vê dawîyê jî di nav İnsîyatîfa Kurd da cî girt ku ji bo yekitîya Kurdan û avakirina partîyeke legal ê teze dixebite.

Ew hevalekî jîr û bîhnfire bû. Ji kar û xebatê newestîya. Jîyana xwe ji bo rizgarîya gel û milletê xwe derbaz kir. Mixabin hîn di emrekî civan da ji nav me çû ku dikaribû gelek tiştên dinê bike. Bi mirina wî milletê Kurd ewladekî xwe yê hêja, me jî hevrêyekî jêhatî û xwedî tecrube windakir. Êş û xema me mezin e.

Lê em çibkin ku jîyan usa ye. Ne di dest da ye, dem tê hin heval bi vî şiklî me berdidin diçin. Doz û dewa bi destê hevalên mayî, yên kevn û yên teze dîsa bi rêva diçe.

Em wek gelek heval û hevrêyên delal ku me berê windakiribûn, Bozan jî ji bîr nakin. Doza wî bi destê heval û hogirên wî her bimeşe û ew tim di dilê hevalan da û di bîra wan da be.

 
PSK Bulten © 2001