PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja Burkay ji bo mîtînga Kolnê

Ji bo Mîtînga Kolnê ji HEVKARÝ ra

Hevalên delal,

Ji bo hazirkirina vê meþ û mîtîngê we pîroz dikim.

Ji hemû haziran ra bi dil û can silav dikim.

Maneya vê meþ û mîtîngê giranbuha ye. Cara pêþîn e ku 18 rêxistinên Kurd ji çar parçên kurdistanê çalakîyeke han bi hevra dikin. Dest didine hev, mil bi mil dimeþin.

Bi hevra daxwazên Kurdan bilin dikin.

Hêvî û daxwaza me ev e ku ev yekitî, ev hevkarî tim hebe û her biçe xurttir be.

Hevalno,

Ev roj û demên ku em jê derbaz dibin gelek giranbuha ne.

Tirkîye dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Bo vê jî divê mafên mirovî nasbike û ji bo çareserîya pirsa Kurd gavan bavêje.

Bo vê yêkê, divê em Kurd dengê xwe bilind bikin, divê em li meydana kar û xebatê bin.

Ger em bi xurtî xwedî heqên xwe dernekevin kes heq nade me.

Her usa jî, xuya ye, di van rojên pêþ me da li Rojhilata Navîn guhartnên mezin pêk bên. Dibe ku sazûmana Saddam biruxe û dor bê yên dinê jî.

Kurd û Ereb piþtî Saddam sazîyeke demokrat û federal dixwazin.

Em piþtgirîya vê daxwazê dikin.

Dîrok êdî bi Kurdan ra jî dikene.. Divê gelê Kurd ji bo dahatû hêvîdar be û kar û xebata xwe ji bo azadî û serbestîyê sist neke.

Ji bo vê çalakîyê we careke din pîroz dikim.

Silav jî haziran ra!

Kemal Burkay
Sekriterê Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2002