Bûyerên
delal û rojên dîrokî
Ferhad CAN
Em ji meh û rojên gelek germ derbaz dibin. Li Rojhilata
Navîn, li Tirkîyê û li Kurdistanê bûyerên mezin çêdibin.
Dewleta Yekbûyî ya Amêrîka kirîye serê xwe, wê êrîşî
ser Iraqê bike, sazûmana Saddam biruxîne. Bo vê yekê bi
mehan e hazirî dike. Lê heya îro li cem, ger em Kuweytê
û çend emîratên Xelîcê Besrayê nebêjin (ku ew nikarin
ji Amêrîkê ra bêjin na) ji Îngîliz pê ve kes tune.
Helbet, Amêrîka hêzeke mezin e, bi tena xwe jî dikare
zora rejîma Iraqê bibe. Lê Amêrîka dixwaze bo vê yekê
bedêleke mezin nede. Bi taybetî jî eskerê xwe zêde telef
neke. Jîyana Amêrîkîyan ne wek yê xelkê rojhilata navîn
e, ango granbuha ye..
Bona vê yekê jî Amêrîka hewcedarî dostan e li mintiqê.
Bi taybetî hewcederî cepha bakûr e.
Li bakûr Kurd hazir in ku alîkarîya Amêrîkê bikin. Lê
Hêza Kurdan têr nake. Ew ne xwedîyê eskerekî mezin yê
nîzamî ne. Silahê wan ne modern û mezin in. Bona vê yekê
ji Amêrîka ra rê lazim e ku bigihîje Bakûrê Iraqê, ango
Kurdistanê; ew jî bi ser Tirkîyê ra dibe.
Bona vê yekê bi mehan e di navbera Amêrîka û Tirkîyê
da bazarîyeke mezin heye. Tirkîye her çiqas dostê Amêrîkê
ye jî, di vê meselê da gelek nazan dike. Berî her tiştî
naxwaze Saddam biçe û kevir li mintiqê biguhurin. Ji bo
mesela Kurd ji xwe jî ditirse. Derdê wan Kurd in. Lê dema
Amêrîkê lê zor kir, vêcar jî ji bo destûrdana cî û rê
ji bo leşkerên Amêrîkê, kete bazarîyeke mezin. Him
pereyekî mezin xwast ji Amêrîkê, him jî xwast xwedî biryar
be li ser pirsên Iraqê û ya Kurdan. Ango federasyon nebe,
silahên Kurdan ji wan bêne stendin, heya, parlamen û humuket
jî di nav da, sazîyên Kurdên Başûr bêne belavkirin.
Ew bazarîya qirêj, tu bêje hema hema gihabû dawî, lê
tiştekî pîroz pêk hat. Meclîsa Tirkîyê daxwaza hukumetê
ji bo destûra cî û rê ji bo eskerê Amêrîkê, bi şunda
vegerand. Him mixalefet (CHP) dij derket, him jî dora
sed mebûsê AKP (partîya hukumetê).
Bi vî awayî nuha rîya Bakûr hate girtin. Bazarîya qirêj
li ser pere û li ser heq û dahatûya Kurdan di avê da çû.
Çiqas tiştekî baş, tiştekî delal!
Amêrîka dibêje ez ji bo şerê terorê, ji bo mafên
mirovan û rindîya gelên heremê, ji bo demokrasîyê şerê
Saddam dikim. Ger usa ye, çima bazarî bi Tirkan ra dike
li ser heqê Kurdan? Ma ne şerm e ji bo wan ku Kurdistana
Başûr û heq û azadîyên Kurdan bavêjin bin cizmê Tirkan?
Hingê heqê mirovan li ku dimîne, rindîya gelan li ku?
Va çendîn car e ku Amêrîkî Kurdan radikin ser pîyan û
tenê dihêlin.
Ger şer dixwazin bila keremkin, wek camêran bikin.
Meriv ku kete avê helbet şil dibe. Caran şerê
bê telefat û bê bedêl dibe?
Amêrîkîyan “bombeyên baqil” çêkirine, lê li eskerên bê
aqil digerin; bila wan jî çêkin!
Gelo meclîsa Tirkan çima ew daxwaza (tezkereya) hukumetê
bi şunda vegerand?
Sebep gelek in. Sebebê mezin ew e ku xelkê Tirkîyê, çi
Tirk çi Kurd, şer naxwazin. Dibêjin Saddam mirovekî
xirab be jî Iraq cîranê me ye û xelkê xwe Misilman e.
Nabe ku em bibin aletê vî şerî.. Him jî naxwazin
ji şer zirarê bibînin, xort û kesên bê gune bêne
kuştin.
Partîya mixalîf (CHP) ji tezkerê ra got na, ne ku ji
aşitîxwazî bû. Baykal ne mirovekî usa dilpak e. Kemalîst
e û dijminekî Kurdan e, ji herkesî zêdetir dixwaze leşkerê
Tirk bikeve Kurdistana Başûr. Lê naxwaze ku leşkerê
Amêrîkê bê Tirkîyê û ji vir derbazî Iraqê be. Ew jî ditirse
leşkerê Amêrîkê zêde bimîne, li heremê sînor bilivin,
ji bo Tirkîyê tiştên xirab çêbin.. Her usa jî, ji
ber ku di mixalefetê da ye, dikare bêje na, da ku êtibara
xwe di nav gel da bilind be.
Lê partîya hukumetê jî ji ber cî û rê dana leşkerê
Amêrîkê kete tengasîyeke mezin. Xelk, sedî da heyştê
dijî şer e. Bingehê AKP zêdetir dijî şer e.
Wek partîyeke îslamî, ji bo wan hevkarî bi Amêrîkê ra
tiştekî gelek bi zehmet bû. Him di nav gelê Tirkîyê
da, him jî di nav gelên misilman yên dinyayê da êtibara
xwe wê gelek daketana. Bona vê yekê AKP di vê sîyasetê
da dudilî bû.
Rêberên partîyê, Erdoxan, Gul û hin kesên dinê demekî
sist bûn, bi Amêrîkê ra ketin bazarîya peran û ya dezgeyê
gor dilê Tirkîyê li Iraqê û Kurdistana Başûr. (Armancekî
wan jî wek partîyeke Islamî xwe bidin qebûlkirin li der
û hundur.) Lê meclîsê ew bazarîya wan xirab kir. Gelek
mebûsan, heya wezîran, hinek bi navê aşitîxwazî,
hinek bi navê Misilmanî, gor dil û daxwaza gel hereket
kirin, serî kişandin û ew dezge xirab kirin.
Bi dilpakî yan bi hesabên dinê, sebep çi dibe bila bibe,
lê ev tişt gelek baş bû. Him ji bo Kurdan him
jî bo Tirkan!
Ji bo Kurdan baş bû, ji ber ku ew bazarîya bi kîsî
Kurdan bi ser neket. Êdî ji bo Tirkîyê jî zehmettir e
ku leşkerekî mezin derbazî Kurdistana Başûr
bike, wir dagir bike û plan û dezgeyên xwe yên qirêj bi
cî bîne. Ji bo milletê Tirk jî baş e ku nekete nav
şerekî xeter. Ji xwe ew plan û dezgeyên dijî Kurdan
ne tiştên mirovî bûn. Tirkîye bi sîyaseteke han ê
har û hovane nikare pêşva biçe, rûyê aşitî û
aramîyê bibîne.
Lê Amêrîka çi bike? Piştî vê saetê, ger guhartineke
bi suprîz wek ya dawî nebe (îşê Tirkan xuya nabe,
te dît tezkere cardin birin parlamenê û jê derbaz kirin),
Amêrîka yan bi cepha başûr îdare dike, yan jî leşkerê
xwe di nav şer da bi rîya ezmanî derbazî Kurdistanê
dike.
* * *
Di van rojana da bûyera delal û dîrokî ne tenê biryara
meclîsa Tirkan e. Li kurdistana Başûr jî bûyerên
gelek delal diqewimin.
Yek ji wan biryara parlamena Kurd bû li ser laf û gefên
Tirkîyê. Parlamena Kurd civîya, bi yek dengî biryar girt
ku naxwaze leşkerê Tirk bikeve Kurdistana Başûr.
Berpirsîyar û şovînên Tirk ji vê yekê gelek aciz
bûn. Bila aciz bin, Kurdistan ne rîya avê ye bo wan. Dikare
kûzê wan jî serê wan jî bişkê..
Bûyereke din ya delal, civîna komîta hemahengî ya mixalefeta
Iraqê bû li Kurdistana Başûr.
Mixalefetê heya nuha civînên xwe li dervayî welat, li
Londra, Waşîngton û carina jî li Enqere dikir. Vêcar
civîna xwe li Kurdistana Başûr, li bajarê Selahaddîn
kir. Civînê 26´ê Sibatê dest pê kir, çar rojan ajot û
1´ê Adarê giha dawî. Qasî 60 rêber û nûnerên mixalefetê
–Kurd, Ereb (Sunnî û Şîî), Tirkmen, Aşûrî- di
vê civînê da amade bûn. Her usa jî şêwirdarê serokê
amêrîka George W. Bush, Zalmay Xelîlzad jî di vê civînê
da wek çavnêr beşdar bû.
Ev civîn mîna kongreyekê bû. Li dawîya civînê komîteyeke
sîyasî wek komîta rêvebir ji şeş kesî hate hilbijartin,
ku di nav da Serokê Partî Demokratî Kurdistan Mesût Barzanî,
Serokê Yekitî Niştimanî Kurdistan Celal Talabanî,
yek ji serokê Şîayan Evdilezîz Hekîm, serokê Kongra
Netewî ya Iraqê Ehmed Çelebî jî hene. Digel vê komîtê
hin komîteyên dinê jî hatin çêkirin ku di bin rêvebirîya
komîta bilind da kar bikin.
Di dawîya civînê da beyaneke miştêrek hate hazirkirin
û belavkirin. Her usa jî civîneke çapemenîyê çêbû û endamên
komîta bilind di derheqa berhemên civînê û bûyerên dawî
da rayên xwe gotin û bersîva pirsên rojnamevanan dan.
Ew hazirîyek e ji bo îdara û hukumeta teze, ku piştî
Saddam li Iraqê avabe.
Tiştekî gelek balkêş û giranbuha ev bû ku,
ne tenê Celal Talabanî û Mesût Barzanî, lê Evdilezîz Hekîm
û Ehmed Çelebî jî di axaftinên xwe da gelek eşkere
gotin ku, ew piştî Saddam Iraqeke demokrat û federal
dixwazin, her usa jî naxwazin leşkerê Tirk, yan leşkerekî
din ji dewletên cîran bikeve Kurdistana Başûr.
Şêwirdarê Bush, Xelîlzad jî di vê civîna çapemenî
da axaftinek kir, piştgirîya Serok Bush ji civînê
û mixalefetê ra nîşan da û got, daxwaza Amêrîkê jî
ew e ku piştî Saddam Iraqeke demokrat ava be û Iraqî
bi xwe welatê xwe îdare bikin. Ser pirsekê jî Xelîlzad
got, federalî gor dil û daxwaza Iraqîyan bi xwe ye, ger
ew federalî bixwazin bo Amêrîkê xem nîne. Her usa jî got,
bi navê Amêrîka ji Tirkîyê ra gotine ku, nabe leşkerê
Tirk bi serê xwe bikeve Iraqê û operasyonan bike. Ew dixwazin
Tirk wek parçekî êttifaqê bin û gor koordînasyonê hereket
bikin..
Mêvanan her usa jî xelkê Kurdistanê ra û ji serokên Kurdan
ra spasî kirin ku ev civîna hanê hazir kirîne û Kurdistan
bûye bingehekî xurt ji bo mixalefeta Iraqê.
Ev civîn ji bo Kurdan bi her awayî serketî bû. Civîneke
dîrokî bû û hêvî û hewesên êrîşgerên Tirk şikand,
rê li ber wan girt ku tiştekî mane bikin û bikevin
Kurdistanê.
Tiştekî balkêş jî ew bû ku him ev civîn di
1´ê Adarê da giha dawî, him jî parlamena Tirk wê rojê
tezkere bi şunda vegerand.
Xuya ye ba êdî ne gor dilê zordest û kevneperestan, lê
gor daxwazên milletê Kurd tê. Helbet rê dirêj e, berjêr
û berjor e; lê divê em jî bi sebir bin, bi hêvî bin, kar
û xebata xwe bê westan bimeşînin.
|