"Ji bo wan bêşerefên ku dixwazin
navê Kurdistanê" winda bikin:
Tirkîye kîngê derket?
Kurdistan kîngê?
Cemîl BARAN
Ka em gelek caran dibêjin dewleta Tirk pirsa Kurd nasnake,
ji bo çareserîya vê pirsê tu gav navêje. Lê herhal em neheqî
dikin!
Dewleta Tirk ewqas jî xirab nîne..
Karbidestên Tirk, herçiqas navê vê pirsê hilnedin jî baş
zanin ku ev pirs heye. Ger rastîyê dipirsin, kes vê pirsê
ji wan baştir nizane. Ji bo çareserîyê jî, karbidestên
Tirk gelek kar û xebat nîşan didin!.
Çawa nîşan didin? Carina Kurdan qirdikin, carina koçber
dikin..
Lê ger nekaribin bi vî şiklî 20 mîlyon Kurdê Bakûr bi
temamî winda bikin û Kurdistanê serbiser vala bikin jî, hingê
zmanê Kurdî qedexe dikin.. Dema milletek zmanê xwe winda bike,
êdî nasnama xwe jî namîne.
Xuya ye, em nikarin bêjin dewleta Tirk naxwaze pirsa Kurd
çareser bike. Ew, gor dilê xwe ji bo çareserîyê gelek tiştan
dike, dicêribîne…
Yek ji van tiştan di van rojên dawî da derkete pêşîya
me. Dewleta Tirk bona vê yekê daxwaznameyek (yan jî emirname)
bi 12 bendî danî pêşîya ”Rêxistina Cudaxwaz”.
Rêxistina ku ew dibêjin ”cudaxwaz” û him jî ”terorîst” malûm
e..
Lê sazîya ku bi navê Tirkan van daxwazan dike kîjane? Hukumet
e, Genelkûrmay e, yan MİT e? Ev ne xuyayî ye. Dibe ku
çawîşekî xizmetdirêj (ûzatmalî) be..
Lê dibêjin ”hêza dewletê ya emnî” ye. Ango dewlet e..
Xuya ye dewleta Tirk a "mezin û pîroz" rêxistina
ku bi "cudaxwazî" û "terorîstî" bi nav
dikir, êdî nasdike, jê ra mesajan dişîne.. Baş e,
ser xêrê be..
Lê daxwaz çi ne?
Dibêje, navê Kurdistanê bi kar neyne! Nebêje "Kurdistan"
ji bo erda Tirkîyê, mintiqa ”Rojhilat” û ”Rojhilata Başûr”.
Vê gotinê ji navê partîyê derxe! Vî navî (Kurdistan) di MED-TV
û di weşanên dinê da bi kar neyne!
Xerîta Kurdistanê di weşanên xwe da nîşan nede!
Kongra Netewî ya Kurdistan” belav bike!
Hêzên xwe yên eskerî belav bike. Bila ewên li çîyê bi temamî
tevî silahên xwe bên teslîm bin.
Ev jî ne bes e. Bi zmanê dayik heqê xwendinê û heqê axaftinê
nexwaze!
Nasnama Tirkî ji xwe ra wek nasnama esasî qebûl bike. Ango
bêje ez Tirk im!
Daxwaz bi vî awayî berdewam dikin..
Ev sazîya dewletê ku vana ji PKK dixwaze, kî ye, çi ye, ne
xuyayî ye. Li dawîyê usa dibêje:
"Madem ku tu dibêjî, min dev ji dewleta Kurd berda,
ez êdî naxwazim Tirkîye parçe be û bi dewleta ûnîter ra me,
madem ku tu aşitî û demokratîyê dixwazî, de keremke van
tiştan pêk bîne ku ez jî bibînim tu rast î yan na. Hingê
ezê bifikirim…”
Ev çiqas daxwazên xweş in, ne? Piştî ku evtişt
pêk bên, bi rastî jî êdî ne pirsa Kurd dimîne, ne jî Kurd!
Baş e ”rêxistin” çi bersîvê dide? Berdevkê Konseya Serokatîya
PKK, Osman Ocalan ji bo van pêşnîyaran gelek kêfxweş
xuya dike, wekî dewleta Tirk ew muhatap dîtîye û usa dibêje:
"Helbet, ev tiştê hanê dikarin bibin!.."
Û berdewam dike:
Lê divê dewlet li serokê me baş miqate be.. (Helbet
canê wî ji hertiştî ezîz e!)
”Kurdistan” navekî cografî ye. Dema em vî navî bi kar tînin,
tu nîyeteke me ya xirab tune..
Daxwazên nivîsandî
(erzê hal) ji bo xwendina bi zmanê dê, heqekî Zagona Bingehîn
e..
Em dikarin bi silahên xwe bên, teslîm bin; lê divê dewlet
jî efeke giştî derîne. Ji ber ku kes naxwaze ji çîyê
dakeve û bikeve hepsê.
Ji vê jî xuya ye ku di navbera herdu alîyan da ferqekî mezin
ne maye û ew dikarin li hev bên. Ferqa herî mihîm jî, bawer
bin, "xweşîya Serok" û efa giştî ye…
Ger ev du tişt bibin, temam e!
Helbet, Apo jî ji İmralîyê raya xwe, ango fermana xwe
eşkere dike, usa dibêje:
”Di warê xwendina Kurdî û nasnamê da destûr û rizaya dewletê
ewqas ne mihîm e. Di mehle û gundan da odeyên hînbûnê avakin
çêtir e.”(Ozgur Polîtîka , 19, Çileyê Paşîn 2002).
Ango Apo dibêje, ger dewlet nasnama Kurdan û xwendina bi
zmanê Kurdî qebûl neke jî dibe. Dev ji van tiştan berdin
û di mehle û gundan da odeyên hînbûne çêkin.
Helbet, ger ”dewleta mezin a Tirk” îzna vî tiştî bide!
Çend roj piştî vê mesajê Apo mesajeke din da û merema
xwe zêdetir eşkere kir:
”Xort bila çanda xwe, zman û dîroka xwe hînbin. Ev yek
bi şiklekî fermî jî dibe, bi îmkanên şexsî jî. Divê
daxwaza xwendina Kurdî ne bi şiklekî serhildanê be dijî
dewletê, ne jî Kurd li raweran bigerin. Divê pirsa zman bi
vî şiklî dernekeve pêşîyê. Ango divê rê nedin dijayetî,
şer û pevçûnê bi dewletê ra, da ku xizmeta demokratîyê
bikin. Divê em êkonomîya sîwîl, sîyaseta sîwîl û sazîyên çandî
yên sîwîl avabikin û bi rîya wan pirsan çareser bikin.”(Ozgur
Polîtîka, 25 Çileyê Paşîn, 2002).
Ev gotin gelek vekirî ye. Apo dibêje, ev daxwazîyên xort
û zarok û dê û bavê wan ji bo xwendina Kurdî, wek serhildan
û şer e, him jî Kurd bi vê daxwazê serê xwe li ber dewletê
xar dikin. (Ev herdu tişt, serhildan û serînizmî çawa
bi hevra dibe, nayê fêm kirin..) Zman û dîroka xwe hînbin,
lê ne şert e ku evtişt di mektebên dewletê da bin.
Bila fermî nebin, sîwîl bin.. Ji bo xatirê demokratîyê dewletê
aciz nekin!..
Xuya ye, di warê pirsa Kurd da, di navbera dewleta Tirk û
Apo da tu ferq ne maye, raya wan yek e. Ma êdî ji çareserîyê
ra çi ma?.
Belê, xwendevanên delal, di navbera "Dewleta Tirk a
Mezin" û PKK da, ”danustendinên” li ser pirsa Kurd –ger
li dor maseyekê nebe jî- bi rîya mesajên ”sazîyên emnî yê
dewleta Tirk”, yê ”gerîllayên serê çîyê” û yê ”Girtîyê İmralîyê”
bi vî rengî çê dibe!.
Bila ji wan ra quwet be!
Lê ger ji PKK ra nebe jî, ji "Dewleta Tirk a Mezin"
û ji çawîşên wê yên xizmetdirêj ra çend gotinên me hene:
Gelo, hayê we jê heye, navê ”Tirk” çi waxt derketîye di dîrokê
da? Gor gotina Tirkan bi xwe, di dema ”Nivîsên Orhûn” da.
Ew jî hîn sedî sed ne rast e, lê rast be jî çi nîşan
dide: Dîroka Tirkan ji hezarsalî piçek derbaz dibe. Lê navê
Kurdan ji 3-4 hezar sal berê vir da (di mixnivîsên Şumîr
û Aşûran da, di çavkanîyên Rom û Ereban da) heye.
Li ser vê erdê, ango li Anadolê û li Trakyê, ma zemanê berê
Tirkîye hebû? Helbet tune bû. ”Tirkîye” wek nav piştî
avabûna Komara Tirkîyê derkete holê; ango heye tune 78 sal
berê dest pê dike.
Lê bi mana welatê Kurdan ”Kardaka” 4 hezar sal berê di mixnivîsên
Şumîran da, dîsa bi vî maneyî ”Korduene” di dema Xaldîyan
(Ûrartûyan) da dihate zanîn û ji bo mintiqa başûr ê Gola
Vanê bi kar dihat.
”Kurdistan” jî wek nav ji dema Selçûkîyên Mezin (yê İranê)
vir da, ango dora hezar salî ye ku heye. Heya dîrokzan dibêjin
ku cara pêşîn Sultan Sancar ev nav li vî welatî kirîye.
Osmanîyan jî ev nav bi kar anîn, wek Yavûz Selîm û Kanûnî
Suleyman…
Ev dora hezar salî ye ku Tirk hatine vî welatî. Lê Kurd xelkê
vî welatî yê herî kevn in. dîroka wan bi hezaran sal berî
Êsa dest pê dike.
Dema Tirk hatine vî welatî li vir ”Tirkîye”yek, yan
jî ”Tirkîstan”ek tunebû. Lê Kurdistan hebû.
Ber bi bakûr ”Ermenîstan”, ber bi rojava Bîzans (ango
Romîstan), ber bi başûr Erebîstan, li bakûr,
li qiraxê Behra Reş jî Lazîstan hebû.
Di ”Meclîsa Mebûsan ya Osmanî” û di ”Meclîsa Millet” ya Enqerê
da jî nûnerên van hereman, bi şiklekî fermî wek ”Mebûsê
Kurdistan” yan ”Mebûsê Lazîstan” dihatin binavkirin.
Lê efendîno, we nîvê Ermenan qir kir, yê mayî revand û ev
welat ji wan paqij kir.
We beşek ji Roman qir kir, yên mayî koçber kir û ev
welat ji Roman (Grêkîyan) jî paqij kir.
We Laz, Çerkez, Çaçan, Abaza, Ereb, Albanî û Bulgar, her
usa jî lewanten û hinên dinê asîmîle kir (di nava xwe da heland)
û kir Tirk.
Heya beşek ji Kurdan jî, li hêla Rojava û li bajaran
we kir Tirk.
Bona vê yekê, îro ew kesê ku hûn dibêjin Tirk in, yan ew
dibêjin em Tirk in, xwedê jî zane ku di sedî da 95’ê wan,
heya dibe ku di sedî da 98’ê wan ne Tirk in! Ango, ew tiştê
ku hûn di heqê ”nijad û xwîn û mîna” Tirkan da dibêjin, hemû
vir û derew in.
Lê li cîyê ku hûn dibêjin ”Rojhilat û Rojhilata Başûrê
Tirkîyê”, ango li Bakûrê Kurdistanê xelk di sedî da 90 Kurd
e. tevî Kurdên Rojava, nifûsa Kurdan di nav sînorên Tirkîyê
da ji 20 mîlyonî derbaz dibe. ( Tevî hemû Kurdên Rojhilata
Navîn ji 40 mîlyonî derbaz dibe).
Lê îro hûn rabûne dibêjin "navê Kurdistanê bi kar neynin
û bi Kurdî qise nekin!"
Ma gelo hûn qet fedî nakin?
Gotineke we Tirkan heye, dibêje: ”Yê çîyê hatîye, yê deştê
direvîne.” Hûn jî wek yê çîyê dikin. We dest danîye ser rezê
xelkê, lê nahêlin guşîyek tirî jê bixwe.
Lê divê hûn baş bizanin, ne bi qirkirinê ne bi revandinê
hûn nikarin dawîya Kurdan bînin. Hûn nikarin milletê Kurd
û Kurdistanê winda bikin.
Kurdistan parîyekî mezin e ku ji gewrîya we derbaz nabe;
bi taybetî di vî çaxî da û di dinyayeke han da.
Tiştê herî baş ku hûnê bikin, divê hûn bi Kurdan
ra li hev bên û vê pirsê gor esasê dadîyê û li ser bingehê
wekhevîyê çareser bikin. Ew jî federasyon e.
Ne usa be, rojek wê bê hûnê mecbûr bimînin li Enqerê li derîyê
sefaretekê jî bi destê xwe ”Kurdistan” binivîsin..
Lê usa bikin ku, sube em bikaribin li rûyê hev binêrin. Ev
helwesta we, ev zulm, neheqî û xirabîya ku hûn dikin, di me
da dil ne hiştî ye.
|