PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Enqerê ji ber serlêdana Talabanî xwe şaş kir

Birêz Celal Talabanî, wek serokê Konseya Birêvebir ya Iraqê û bi heyeteke 40 kesî hat Enqerê. Di heyetê da 10 endamê Konseya Birêvebir, 7 jî wezîrê Hukumeta Miweqet hebû ku yek ji wan Wezîrê Derva Hoşyar Zebarî bû.

Qasî ku em dizanin, Konseya Iraqê bi serokatîya birêz Talabanî, bi alîyê hukumeta Tirk hatibû dawetkirin. Qe nebe, ew hatina wan a Enqerê bi rizaya dewlet û hukumeta Tirk bû. Lê dîsa jî Tirkan di mêvandarîya xwe da wek hovan kirin, gelek bê hurmetî nîşan dan.

Birêz Talabanî, Tirk pê qayîl bin ne bin, îro sekorê dewletekê ye. Heyeta wî jî wek endamên Konsey û hukumetê, Iraqê îdare dikin. Hoşyar Zebarî wezîrê derva ye. Madem Tirkan ew dawet kiribûn, divîyabû gor adet û usûlê dinyayê, gor qeydeyên dîplomasîyê wan biezimînin.

Lê Tirkan usa ne kirin. Di bernamê da cî ne dan hevdîtina Serokkomar Sezer. Hîn du-sê roj berî hatina heyeta Konseyê, heyeteke Cepha Tirkmenan ezimandin, Wezîrê Derva Gul efendî û Serokwezîr Erdoxan bi wan ra rûniştin.

Lê roja hatina heyeta Konseya Iraqê di bin sarokatiya birêz Celal Talabanî, Wezîrê Derva ya Tirkîyê, Gul efendî, ku hayê xwe bi rojan berê bi vê hatinê hebû, rûyê girt çû Swêdê! Di balafirgeha Enqerê da heya wezîrekî hukumeta Tirk jî neçû pêşîya heyeta Iraqê. Bi dereca sefîrekî xêrhatina wan kirin. Talabanî û heyeta xwe cara pêşîn bi wezîrekî cîgirê Wezîrê Derva ra rûniştin. Herçiqas piştra serokwezîr Tayîp Erdoxan jî bi wan ra rûnişt, lê dîsa, hukumet û medyaya Tirkan ji bo piçûkxistina heyetê çi lazim e kir.

Li ber derîyê Serokwezaretê û mêvanxanê (Ankara Palas) şovîn û faşîstên Tirkan muzahere kirin û polêz lê sêr kir. Polêzê ku tim bi êrîşkerîya xwe bi nav û deng e û tucar nahêle tiştên usa bê destûr çêbin…

Polêzan Hoşyar Zebarî li nasnekirinê hatin û xwestin wi nehêlin hundur li pêş bînaya serokwezîriyê!

Medyaya Tirkan bi zmanekî bê hurmet behsa vê seredanê kir. Wekî dijminê wan hatine Enqerê. Lê rastî jî usa ye. Tirk, ji kîjan parçeyî dibe bila bibe, Kurdan wek dijmin dibînin. İro li Iraqê Kurdek bûye Serokê Konseyê û yek jî bûye wezîrê derva, Tirk dîn dibin. Ji hazirîya federasyonê har dibin. Destkevtîyên Kurdan li Başûr, bûye kulla dilê Tirkan…

Him heyeta Iraqê bi serokatîya Kurd dawet dikin, him jî wek camêran nakin, hewl didin mêvanê xwe piçûk nîşandin. Lê bi rastî, bi van kirinan xwe piçûk dixin, rezîl û ruswa dikin.

Madem usa ye çima dawet dikin? Ger dijminahîye, bila ew jî wek camêran be!

Xuya ye Tirkan xwe şaş kirine. Bi Kurdên Iraqê ra pêvendî daneynin nabe, daynin dîsa nabe! Ango di navbera dêr û mizgeftê da bê nimêj mane.

Kurdan piçûk dibînin, lê bi xwe piçûk in. Kurdan ra dibêjin “eşîr” lê tiştê ku ew dikin serokeşîrek jî nake. Axa û serokeşîrên Kurdan adet û usûlên dinyayê dizanin û ji mêvanên xwe ra hurmetkar in.

Xuya ye di mesela Kurdan da dilê Tirkan ewqas teng e ku, hişê wan ji serê wan diçe û wek gurê serê çîyê dikin.

Helwesta Îranê di vî warî da nimûneyekî baş e. Celal Talabanî û hevalên xwe rojek berê jî li Îranê bûn. Serokên Îranê bi hurmet ew ezimandin. Wezîrê Derva Harazî heya balafirxanê hat û ew bi rê kirin. Serokkomar Hatemî bi hurmet bi wan ra rûnişt. Helbet Îran jî bi Kurdan ra pirsa xwe heye, vê dewletê jî bi salan şerê Kurdan kirîye. Lê dîsa jî, xuya ye, Îranî adet usûlên dinyayê ji Tirkên “laîk” û gelek bi xwe qaîl, baştir dizanin. 

Bi har û hovîyê, kes mezin ne bûye. Bi vê bêedebîyê ew nikarin pêşî li guhartinê bigrin.

Tiştên ku îro li Iraqê û Kurdistana Başûr dibin, rojek wê bê li Tirkîyê û Kurdistana Bakûr jî wê bibin. Ji derdê xiraban ra derman tune.

 
PSK Bulten © 2003