PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Çalakîyan bo bîranîna HELEPÇE

BERLÎN

Li Berlînê, di roja 16.03.03’an da, nêzîkî 500 Kurd ji her çar parçên Kurdistanê, hatin bahev û 5 hezar şehîdên Helepçê bi bîranîn. Beşdarên çalakîye, bi resim û nivîsên balkêş qetliama Halepçeyê raxistin berçavan, ji bo mehkum kirina ewê tawana dijî mirovatîyê şem vêxistin, duruşm li dijî Sadamê kurdkuj avêtin û belavok belav kirin. Hevalbendên PSK û endam û alîgirên KOMKARê bi çelengî beşdarê vê çalakîyê bûn.

NURNBERG

Di roja 16.03.03’an da li bajêrê Nurunbergê Kurdan bi hevra bona bi bîranîna Helepçê çalakiyek pêkanin. Qederê 2 hezar Kurd ji her çar parçên Kurdistanê li jêr ala rengîn da 5 hezar şehîdên Helepçeyê anîn bîra xwe.

 MANNHEİM

Li Mannheim di roja 14.03.03 de KOMKAR, YNK, KDP bona çalakîya bîrewerîya Helepçê çalakîyek pêkanin. Qasê 200 Kurd beşdarê çalakiyê bûn. Derbareyê Halepçê belavok bi zimanê almanî hatine belav kirin.

Di roja 15’ê adarê ji 500’î pirtir Kurd, li ber navendeke eskerî ya NATO, derheqa Kurdistana Başûr  hatin ba hev û xwesteka xwe anîn ziman. Ku daxwaza wan pêşi lê girtina Tirkiyê bû, ku dewleta Tirk dixwaze ji aloziya Iraqê keys verbirgre û başurê Kurdistanê dagirbike.

WUPPERTAL

Şehidên Halepçê li Wuppertalê jî hatin bîranîn. Di roja 167’ê Adarê, Komela Çandi a Nevnetewi-IKV û Navenda Mafê Mirov Bo Kurd-IMK, bi hevra bona bîranina Halepçê panêlek amade kirin. Di panêlê da li ser Halepçê, rola dewletên rojava di bûyera Halepçê da û rewşa dawiya Kurdistana Başur hat axaftin. Beşdarvanên panelê jî birûbaweriya xwe li ser babetê panel anîn ziman. 

 
PSK Bulten © 2003