PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Dîrok, Siyasetmedar û Dozex

Casim Rênas

Parlementoya Elmanya, biryarnameyek li ser “Qetlîama Ermeniya” qabul kir û bû sebaba xirab bûna pêyvendiya Tirkiyê û Elmanya, ku herdu alî jî pesna pêyvendiya xwe didan.

Ne tenê biryarnameya parlamentoyê, her usa xelat kirina romannivîsê bi nav û deng Orhan Pamuk ji aliyê Yekîtiya Xudanên Weşanxane û Kîtêbfiroşên Elmanya jî, karbidestên dewletê, kevneperest, nijadperest û qaşo çêpên Tirk aciz kiriye.

Yekîtiya XudanênWeşanxane û Kîtêbfiroşên Elmanya  “Xelata Aşîtiyê” ya îsalî dide Orhan Pamuk. Bi Rêvabirên Yekitiyê dibêjin, “ji ber ku Orhan Pamuk bona mafên mirov û kemnetewan têdikoşe, bona ku behsa bûyer û rûdavên rojê dike, hêjayê (şayanê) vê xelatê ye..” Pewîst e bê gotin “Xelata Aşitiyê” ya Yekîtiya Xudanê Weşanxane û Kîtêbfiroşên Elmanya yek ji xeletên mezin û giring e.

Herwekî tê zanîn, Orhan Pamuk giftogoyek, ku rojnameyeka Swîsrayê ligel wî kiribû, gotibû “Me mîlyonek Ermenî, 30 hezar Kurd kuştin.” Paş vê gotinê me bi çavê xwe dît, hinek karbidestên devletê, nijadperest û kevneperestên Tirk çi anîne ser romannivîsê bi nav û bang. Kîtêbên wî hatin şewitandin, kevneperest û nijadperestên Tirk êrişek tund ser Orhan Pamuk kirin. Usa lê hat, ku nivîskarê bi nav û dengê Tirk neverîbû ji mala xwe derkeve.

Helwesta Tirkiyê û Elmanya derbareyê gotina Orhan Pamuk, ferq û cudatiya herdu welat nişan dide. Li Tirkiyê, bona ku rast gotiye Orhan Pamuk nevere ji mal derkeve. Lê, li Elmanya jî ji ber ku rast gotiye bi xelatên mezin va tê xelat kirinê.

Gava meriv gotina karbidestên Tirkiyê li ser biryarnameya Parlamentoya Elmanya dibihise, halwesta wan dibîne, nızane çi bêje.

Vezirê Derwayê Tirkiyê Abdullah Gul li ser biryarê dibêje, ku “Elmanya,  ji xwe ra şîrîk digere.”

Lê Abdullah Gul nikare rastiyê veşêre. Ji ber ku Elmanya bi eşkere sucê xwe îtîraf kiriye û ji Cuhiyan jî bi resmî lêborînê xwastiye. Ango Elmanya hewcedarê şîrîk nîne. Her usa nayê bîra Gul, ku jenosîda Ermeniya ji aliyê İttîhad Teraqqî, bona Naziyan bûye nimuneyek.

Serokvezîrê Tirkiyê Erdoğan jî, ji ber ku nikaribûye pêşiya biryarnameya Parlamentoyê bigre,  êrîş dike ser Serokvezîrê Elmanya û dibêje “Şiroyder durû ye. Li cem me tîşteke dibeje, li Elmanya tişteke din. Bo me qewl dabû, ku pêşiya vê biryarê bigre.”

Di bazara siyasetê da, ku Erdoğan, Şiroyder û wekî wan têda ne, gelo çend siyasetmedar heye, ku durû nebin? Ez nızanim.

Lê meriv divê di vî warî da neheqiyê li Şiroyder neke. Ji ber ku camêr berê, ku biryarname were qebul kirinê, bi eşkere gotibû “zahmet e, ku ez bikarim pêşiya bîryarê bigrim” Lê belê şik û guman têda nîne, ku Erdogan durû ye. Ji ber ku li derwayê welat tişteke dibêje, li welêt tiştekê dinê.

Ne tenê Erdogan û Gul. Her usa Serokê Parlamentoya Tirkiyê jî rast nabêje. Bulent Arinça Serokê Parlamento, di nameyê xwe da, ku ji Serokê Parlamentoya Elmanya ra şandiyê, dibêje “di dîrokê me da tiştekê nîne, ku em pê şermazar bin?”

Gelo Arinç rast dibêje?

Rûpelên dîroka Tirkiyê hemu sipî ne?

Têda rûpelên reş nîne?

An bi şîklekî dinê bipirsim.

“Gelo di dîroka Tirkiyê da rûpelên sipî heye an na?

Eger hebe, çend sahîfe ye?

Gelo di dîroka Tirkiyê da tiştek, bûyerek, xêrxwaziyek, îcadek heye, ku Tirk pê serbilind bin? Eger hebe çi ne, çend in?

Helbet di dîroka hemû gelan da rûpelên reş jî hene, sîpî jî. Ya Tirkiyê jî usa ye. Lê dîrok nîşan dide, ku Arinç û hevalên wî rast nabêjin. Ku, qaşo misilman in û li ba dînê wan derew quneheka mezin e, ciyê derewker dozex (cehennem) e.

Usa xuya ye dozex bi siyasetmedarên Tirk û wekî wan va tijê dibe, cî ji bona gunehkarên dinê namîne!...

 

 
 
PSK Bulten © 2005