“Bê Dengiya We jî Ez Kuştim”
Casim Rênas
Li Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê, merasima anîna 500 canazeyên
ji 8 hezarê Barzaniyan, ku qurbanên Enfal kirinê bûn, bi rêva
diçû. Li pişt mikrofonê Nunerê Britanya li Kerkukê xeber
dida, behsa enfal û cînayetên din yên rejima Baas û Seddamê
xwînmij dikir. Berê wî jî Nunerê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka
(DYA) axafti bû, ew jî eyni tişt goti bû.
Gava Nunerê Britanya paş axaftinê, ligel eskortên xwe
ji bo rûniştinê ber bi çadira protokolê diçû, Barzaniyeka
enfalkiri serê tabuta xwe vekir, alayê rengînê ya li ser tabuta
xwe ramusa û hat li ber Nunerê Britanya sekinî û weha got:
“Nunerê hêja,
Gelek spas ji bo axaftina te û ya nunerê DYA ya bi nirx û
giranbiha. Û her usa gelek spas dikim, ku Hêzên Hevpeyman
beşeke welatê min, di sala 1992’ê da wekî ‘Kembera Emniyetê’
îlan kiriye û bi salan nehiştine, ku firokeyên cengî
yên Seddamê diktator û kurdkuj li esmanê Kurdistana min da
bifirin, gund û bajarên min bombebaran bikin.
“Ez û hemu Barzaniyên enfalkirî minetdarê we ne, ku we rejima
Baasê ruxandin û rê li ber me vekirin, ku em vegerine welatê
xwe, li ber bintara çiyayên xwe yên bilind û asê, heta hetayî
razên, ruhên me asude bin.
“Nunerê hêja,
We û hemu bîrûrayê cihanê divê ji bîr nekin, ku bê dengiya
we jî ez kuştim. Gava ez û hevçeperên min din hatin girtin,
bi darê zorê em birine Başura Iraqê, me gelek hewar dikir,
partiya me gelek diqîriya û gazî dikir, ku dengê birûrayê
giştî dijî girtina me derkeve.
“Lê belê hewar, qerîn û nalîna me li ser dengê tank û topên
şerê Îran û Iraqê neket, winda bûn. We jî ne dixwast
guhên xwe bidine me. Ji ber ku qatilên me ligel Îranê şer
dikir. Îran nehezê we bû, dijî we şiaran digot û dibûya
rastî belayek bihataya, daku dengê wê bihata birinê.
“Iraqê jî vê karê dikir, ango daxwazên we bi cî dianî. Û
nedibû, we bona 8 hezar Barzaniyan, ku suc û tawanên wan tenê
Kurd bûn e, dilê Saddam bieşînin, ne usa?. Ji xwe welatên
sosyalîst hevpeymanên vê xwinrij û rejima wî bûn û çu deng
ji wan jî dernediket.
“Belê, nunerê delal,
Bê dengiya bîrûrayê giştî jî, bê dengiya welatên sosyalist
û kapitalîst jî, ne tenê ez kuştime, her usa rê li ber
rejima Baasê diktator û mêrkuj xweş kiriye, ku li Halepçeyê
jenosîd çêke, bilî ji me, 182 hezar Kurdên din jî bike qurbanên
siyaseta Enfal kirinê.
“Nunerê berketî,
Xwazila we guhê xwe bidaya hewarê me, we dengê xwe diji rejima
Saddam bilind bikira. Dibe, ku em disa bihatana kuştinê,
lê belê ez piştrast im, ku Saddamê xwinxwar nedikaribû
bi hêsanî jenosîda Halepçeyê bixuliqanda, 182 hezar Kurdên
din bikuşta.”
Nunerê Britanya çi bersiv da, min ne bihîst. Lê Barzaniyê
enfalkirî alayê Kurdistanê li xwe aland çû kete tabuta xwe.
Berê, ku serê tabuta xwe bigre, avireke xemgîn, û bi gilî
û gazin daye çadira protokolê, ku piraniya nûnerên partiyên
Kurdistanê ji her çar perçe, têda runuşti bûn.
Eşkere bû, ne dixwast dilê nunerên rêxistinên Kurdistanê
bişkêne. Lê bi avirê xwe dixwast bêje, “we jî derbareyê
me qasê pêwîst erkê xwe bi cî ne anîne. Ger bi gotina min
bawer nakin, herîn li arşiva xwe binêrin.”
|