Benişt
Casim Rênas
Erîşkirin li ser Kurdistana Başûrê buyê benişta
devê karbidestên dewleta Tirk. Serokvezîrê Tirkiyê di heyama
seredana xwe li Englandê da dîsa behsa vê yekê kir û got,
ku eger Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) daxwazên me qebul
neke, mafê me ye, ku dijî PKK li „Şimala Îraqê“ operasyona
leşkerî çêbikin.
Herwekî tê zanîn, dewleta Tirk ji DYA dixwaze êriş bike
li ser bingehên PKK li Kurdistana Başûrê. DYA, dewleta
İraqê û Federasyona Kurdistana Başûrê dijî operasyona
leşkerî ya Tirk in û dibêjin mifta çareseriya vê pirsê
li Tirkiyeyê û dive dewleta Tirk bona çareserkirina pirsa
Kurd gavan bavêje.
Ne tenê karbidestên hikumatê û leşker, her usa muxalefetên
Tirkiyê jî, hebûna bingehên PKK li Kurdistana Başûre
wekî xeterek li ser evleyî ya Tirkiyê nişan didin. Hinek
ji wan ji hikumet û leşkerê Tirk daxwaz dikin, ku herçi
zûtir êrîş bikine ser Başurê.
Hinek ji wan dibêjin, me heya niha gelek caran operasyona
leşkerî çêkir, lê belê em serneketin. Bona sarketinê
bilî operasyona leşkerî, rêyên dinê jî hene. Armanca
wan ji „rêyên dinê“ wekî rojê ron û eşkere ye: bi destê
nokerên xwe va, xirabtir kirina pêyvendiya PKK û hikumeta
Heremê Kurdistan û hezên Kurdistana Başurê.
Di du-sê salên dawiyê da, li Kurdistana Başurê, mabeyna
PKK û hezên herêmê bûyereka xirab rûnedaye. Divê bê gotinê,
ku ev yeka ne ji baqiliya PKK, ji ber mesuliyeta PDK û YNK
ye.
Hinek Tirk, ku Partiya Komarî û Gel (CHP) yek ji wan e, pêşniyar
dikin, ku leşkerê Tirk Kurdistana Başûrê dagîr bike.
Serokê CHP dibêje „me berê jî peşniyar kir, ku bona pêşî
lê girtina hatin û çûyina PKK, divê li deşta Zaxoyê kembera
emniyetê were avakirinê.“
Herwekî tê xuyanê, gava karbidestên Tirk û qaşo muxalefetên
Tirkiyê, gava devên xwe yên ne bi xerê vedikin, behsa êrîş
û dagirkirinê dikin, benişta berê diçûn, ku bi salan
devê wan da bûye.
Gelo dewleta Tirk di zirûfa navxweyî û navnetewî ya hêyî
da wê êrişê Kurdistana Başurê bike an na? Ne diyar
e.
Lê tiştek diyar e û wekî ronahiya rojê eşkere ye.
Ev e, ku gava dewleta Tirk êrîş bike, an jî bi pêşniyara
CHP û yên dinê Kurdistana Başurê dagir bike, Herêmê Kurdistan
jêra dibe dozex, batlax, ku êdî nikare jê derkeve. Ji ber
ku Parlamento û Hikumeta Heremê Kurdistanê gelek caran eşkere
kirine, ku dijî hatina leşkerê Tirk in. Amade ne bona
parastina ax û deskevtiyên xwe şer bikin. Ne tenê hezên
Başurê, her usa hemû hezên Kurdistanê diji dewleta Tirk
derkevin, tevger û bizav bikin.
Helbet di vî warê da helwest û kiryara PKK jî gelek giring
e.
Serokê Komîta Karger a Kongra Gel Murad Karayilan, di giftogoyek
da, ku ligel wî hatiyê çêkirinê, usa dibêje. “Armanca operasyona
leşkerî Federasyona Başur e.”
Karayilan rast dibêje, rastiyek, ku rêxistinên din yên Kurdistanê
gelek caran gotibûn, ducar dike.
Lê belê gotina, ducar kirina rastiyek baş e, lê ne bes
e. Divê bi gor vê rastiyê tevger bêne kirinê. Ango bahaneyek
nedin dewleta Tirk û dagirkerên dinê Kurdistanê, ku êrîşê
Kurdistana Başurê bikin.
Gelo Karayilan di vî warê da çi difikire? Çi dibêje? Gelo
amade ye şerê dawî ya bê armancên netewî rawestine? Da
ku bahane nede destê dewleta Tirk.
Gelo Karayilan amade ye di warê Kurdistana Başûrê, hêz
û serokên vê beşê da, ji rêbaza İmraliyê derkeve?
Ku Ocalan hertim digot,Federasyona Kurdistanê bi destê nokerên
DYA hatiye damezrandin, Federasyona Kurdistana Başurê
“Îsraîla didu ye” li ser yekbûna Tirkiyê xeterekê mezin e,
bona pêşî lê girtina vê xeterê ji bo Tirkiyê Mustafa
Kemalê didu pewîst e, Barzanî û Talabanî kevneperest in, serokaşîret
în û hwd..
Gelo Karayilan amade ye bêje, ku gotina Ocalan yên jorî û
yen dinê xelet in?
Lê ji gotina Karayilanê berê tê xuyanê, ku Karayilan ne tene
amade nine, her usa piştgirê gotina Ocalan e, rêvingê
rebaza İmraliyê ye.
Ku usan e, hingê kî bawer dike, ku Karayilan di bangawaza
xwe yên dawiyê da samîmî ye? Herwekî tê zanîn Karayilan di
giftogoyê da, her usa pêşniyar dike, ku mabeyna hemû
rêxistin, sazî û kesayetiyên Kurdistanê da hevkarî û hevahengî
were ava kirinê.
Bawerî bi du alî bona hevkarî pêwîst e û mixabin çu hêzên
Kurd nîne, ku baweriya xwe bi PKK bîne û sedema vê yekê jî
PKK bi xwe ye.
Eger Karayilan bi rastî dixwaze hevkariya hêzên Kurdistanê
pêkwere, divê ji rêbaza İmraliyê derkeve.
Ku, xuya ye ev yêka jî gelek dijwar e.
|