Beravejî Kirina Rastiyan û Erkên Me
Casim Rênas
Gelo di dinyayê da û di warê beravejî kirina rastiyan da,
medyayek heye, ku qasê medyayên Tirk û Erebên şoven zîrek
bin?
Gotin û helwesta medyayên Tirk û Erebên şoven derbareyê
destura Serokê Herêma Kurdistanê li ser alayê Iraqê, carakî
dinê nişan da, ku tû kes qasê wan jêhatî nîne.
Ew bi rastî zîrek in, reş wekî sîpî, sîpî jî wekî reş
nişan didin.
Serokê Herêma Kurdîstanê hêja Mesud Barzanî destur dabû,
ku di sazî û dezgeyên fermî da, heya ku Parlamentoya Iraqê
li ser alaya nû ya vê welatî biryar dide, bilî ji alaya Kurd
tû ala neyên bilind kirin, çi alayê niha ya Iraqê û çi alayên
partîyên Kurd, ango alayên PDK û YNK..
Serokê Herêma Kurdistanê digot û dibêje, ku alayê ku niha
tê bî karanin alaya dewleta Iraqê ye, ya BAAS’ê ye, sembola
zilm û zordariya diktatoriya Saddam e.
Mesud Barzanî dibêje, Enfalan, qetliema Helebçe di bin sîbera
ev ala da hatine çêkirinê. Eger Parlamento li ser alaya nû
ya Iraqê biryar da, ser seran ser çawan, em jî alayê nû li
Kurdistanê, li tenişt Alayê Rengîn bilind dikin...
Gotinên Serokê Herêma Kurdistanê zelal in, daxwazên gelê
Kurd in, gelek maqul in û haqaret li tû nirxên netewî û dînî
nakin.
Lê medyayên Tirk û Erebên şoven gotina Mesud Barzanî
beravêjî kirin.
Gotin, li ser destura serokê Herêma Kurdistanê Kurdan alayê
Iraqê anîne jêr û şuna wî alayê Kurd danîne.
Yek ji televizyona Tirk haqeret li Alayê Rengîn kir û got,
“Kurdan şuna alayê Iraqê, paç û perûyê xwe bilind kirin.”
Medyayê Tirk gelek caran behsa evê dikir, ku Kurdan rêz li
alayê Tirk nagrin.
Gelo çawa dibe, ku medyayê Tirk tinazê xwe bi Alayê Rengîn
bike û paşê jî ji vê gelê bindest bixwaze, ku rêz li
alaya dewleta dagirker bigre?
Ku ev ala jî wekî alayê BAAS remza zilm û zordarî ye.
Tiştekê vaşartî nîne, Kurdan ji sala 1991’ê virda
alayê BAAS’ê li Kurdistana Azad bilind nakin û gelek caran
bi zelalî gotine, em alaya Saddamê diktator di welatê xwe
da bilind nakin.
Bi gor xalek ji xalên Destura nû ya Iraqê divê alayeke nû
were çêkirinê, daku remza hemu netew û olên Iraqê be.
Şovenên Erebên Sunnî û medyayê wan rastiyên hanê yên
ku li ber çav in, nabinin, nexwazin bibinin.
Şovenên Ereb yên Sunnî ne tenê axaftina Mesud Barzanî
beravejî dikin. Her usa bi medya, sîyasetmedar û melayên xwe
va Kurdên Başurê tehdît dikin û dibêjin, “yên ku bi zorê
hatine girtin, wê rojek dîsa bi zorê werin stendin.”
Gelo pêwîst e, gotinên hanê şirove bikin?
Axaftina şovenên Ereb ji serê heya binî beravêjî kirina
rastiyan e, tehdît kirina gelê Kurd e.
Kurdên Başur bi zor û zordariyê mafê tû gel ji destê
wan ne stendine.
Bi kar û xebatê xwe va, bi dayina dehhezaran qurbanî va,
mafên xwe yên reva û bi heq bi dest xistine û dixwazin li
welatê xwe azad û serbest bijin.
Kurdên Başur gefa çu gel û kes nexwarine; aşitîxwaz
in.
Dixwazin pêyvendiyeka aşitîxwaz ligel hemu gelên Iraq
û welatên cîran bigrin.
Lê belê şovenên Ereb yên Sunne nexwazin ligel Kurdan,
li ser bingeha wekhevî pêkve bijin.
Bê pêç û pena, li ber çavê hemu alemê ji Kurdan ra dibêjin
“îro hûn bi hêz in. Eger sibe em bi hêz bûn, ne Federasyon,
Hikumet û Parlamanto, ne jî Alayê Rengîn dimîne!”
Divê ji bîra me neçe, ku helwest û gotinên Erebên Sunne yên
nijadperest her usa ya hemu dagirkerên welatê me û nahezên
azadiya gelê Kurd in; nemaze ya dewleta dagirkerê Tirk e.
Bîr û bawer û daxwazên wan li ser Kurdistana Başurê
weku şovenistên Ereb yên Sunne ne.
Ew jî dixwazin Ezmuna Kurdistanê têkbiçe, Kurdên Başur
disa bindest bin.
Bûyer û gengeşiyên dawî li ser alayê, carekî din da
xuya kirinê, ku bona parastina deskevtîyên netewî, berê her
tiştê divê gelê Kurd li Kurdistana Başurê, yekdeng
û yekhelwest bin.
Yekdengî û yek halwestî bi tenê ne bes in.
Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê nehele qelaştok bikeve
refa gel, pirtir guhê xwe bide dengê zehmetkeşên Kurd
û daxwaza wan cî be cî bike.
Ku, barê giran ya xabatê li ser milê gundî, karker û karmendan
da bû, bona rizgariya Kurdistanê, ew cangoritir û fidekartir
çînê civata Kurd bûn.
Divê rêxistin, sazî û dezgeyên Kurd yên perçeyên din, li
hember êrîşa şovenistên Ereb piştgiriya helwesta
Serokê Herêma Kurdistan û Kurdên Bakur ya derbareyê alayê
BAAS’ê bikin.
Baştirin piştgirî jî pêkanina yekitî û hevkarî
ye, bi hêz kirina xebata azadî û serbestî ye.
|