Bûyerên Giring
Casim Rênas
Di wan yek-du hefteyên dawiyê da, li Kurdistana Başurê
bûyerên gelek giring qewîmine, diqewimin.
Paş pejirandina destura nu ya Iraqê ji aliyê parlamentoya
vê welatî ve, Mam Celal Talabanî wekî Serokkomarê Iraqê ziyareta
qebrê Mela Mustafa Barzaniyê kir.
Dibe, ku bê gotin, “her roj bi dehan kes diçine ser qebrê
Mistefa Barzanî. Mam Celal jî yek ji wan e.”
Rast e, her roj bi dehan kes serdanê qebrê Barzaniyê nemir
dikin. Lê belê Mam Celal Talabanî ne wek hemu kes e. Mam Celal
Talabanî ne tenê Serokkomarê Îraqê ye, her usa Sekreterê Giştî
ya YNK-Yekitî Niştimanî Kurdistan e. Seredana wî bi du
nasnama xwe ve bûye. Ango him wekî Serokkomarê Iraqê, -ku
Barzaniyê nemir bi dehan sal bona bi dest xistina mafên Kurdan
diji vê dewletê xebat kiri bû-, him jî wekî Sekreterê Giştî
ya YNK, ku bi salan ligel PDK nakok e.
Tiştekî veşartî nîne, ku di sala 1963’an da nakokiya
Mam Celal Talabanî ligel Mela Mistefa Barzanî û ramana wî
destpêkiriye; nakokiya hanê pir caran xwe wekî şerê birakujî
nişan daye.
Ger meriv rastiyên hanê û axaftina Mam Celal Talabanî yê
bi nirx û bi naverok li ser qebrê Mela Mistefa Barzaniyê li
ber çav bigre, hingê giringiya seredana Celal Talabanî baştir
û ronaktir xuya dibe.
Berê her tişti seredan û axaftina Mam Celal Talabanî,
herwekî Serokê Heremê Kurdistan Mesud Barzanî jî gotiye, “mesajeka
xurt ji bo hemu aliyê” ye. Mesaja yekgirtîn û yekhelwestiya
herdu partiyên serekî ye ji bo dewletên cinar û derdor. Ku
bona dirust kirina nakokî di nava herdu rêxistinê da gelek
hewl dan, didin..
Peyameka xurt e ji bo aliyên xêrnexwazên navxweyî, yên ku
bona berjewendiyên xwe yên rêxistinî û şexsî, nakokî
û pevçûna herdu rêxistinê dixwazin.
Bûyereka dinê, ku di wan rojên dawiyê li Başurê qewimî,
kombûna serokatiya YNK û PDK ye; biryarên vê cîvinê ye.
Di vê kombûnê da PDK û YNK biryar dan, ku hevkarî û yekhelwestiya
herdu rêxistin heyameka dîrêj berdewan be. Biryara hanê biryareka
gelek giring e û ducar kirina axaftina Mam Celal Talabanî
û Mesud Barzanî ye li ser qebrê Mela Mistefa Barzaniyê.
Biryareka dinê ya giring a vê kombûnê, biryara yekxistina
herdu hikumatê Kurdistanê ye. Herdu serok jî mizginî dan,
ku di wan rojan da herdu îdare yek dibe.
Bandora bûyer û biryarên jorî li navçe û li Kurdistanê wê
bi hêz û pir be. Ji ber ku bi qebul kirina destura nu ya Iraqê
ji aliyê gelên vê welatî ve, bê guman di navçeyê da pêvajoyeka
nu wê dest pê bike. Li Rojhilata Navîn bayê azadî, demokrasî
û guhartinê wê bi hêztir be. Ku wekî bûyer û rûdavên çûyî
jî nişan didin, hevkarî û yekhelwestiya Kurdan yek jî
zaminên (garantî) vê pêvajo ye.
Dersên, ku divê Kurdên perçeyên dinê, bi taybetî Kurdên Bakûrê
Kurdistanê ji van bûyer û biryaran verbigrin ev in: Nakokiya
siyasî, fîkrî û ramanî çiqas kûr û kevn bin jî, bona parastina
berjewendiyên gel û welat, divê rêxistinên welatparêz hevkari
û yekîtiya xwe ava bikin.
Bona yekitî û yekhelwestiya Kurdên Bakurê merc nine, ku li
Tirkiyê şerek wekî şerê Amerika û Iraqê biqewme;
Tirkiyê wekî Iraqa berê tevlihev û aloz be.
Bi baweriya min paş axaftina Serokvezîrê Tirkiyê Erdoxan
li ser pirsa Kurd, Kurdên Bakûrê îro ji hemu deman pirtir
hewcedarî yekitî û yekhelwestiya netewî ne.
Yên ku xwe nadin bin vê barê giran û pîroz, bê guman li ber
dîrokê wê sernizm bin.
|