Destur, Kerkuk û Xewna Kurdan
Casim Rênas
Eger astengek neyê pêşî, di 15’ê Cotmeha sala 2005’an
da li seranserê Iraqê, li ser Qanuna Esasî ya nu (Destur)
rapirsîn (referandum) wê bê çêkirinê.
Li Iraqê bi taybetî li bajêr û bajêrokên Kurdistana Başûrê,
derheqa Desturê da gelek konferans, semîner û panelan têne
çêkirinê. Di van konferans û panelan da hemu xal, hurgil û
qûjbinên Destura nu ya Iraqê, ku di dîroka vê walatê da yekemîn
destur e, ku ji nunerên bijartî ya gelên Iraqê va hatiye amade
kirinê, dikevin ber behs û têne lêkolînê.
Di hemû radyo û televîzyonên Herema Kurdistanê da li ser
destur bername têne balav kirinê. Piraniya rûpelên rojnameyên
Kurd, bi lêkolîn, deng û bahsên li ser Desturê va tijê ye.
Parlamentoya Kurdistanê hazir û amade ye, daku eger pêwîst
be bicîve û biryara pêwîst li ser Desturê bide.
Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê, ku piraniya partî
û rêxistinên Başurê têda ci digrîn, banga gelê Kurd dikin,
ku beşdarê rapirsînê bibin û dengê “erê” bidin. Bona
vê armancê jî di hemu bajar û bajarokên Başura Kurdistanê
û bajarên dinê, ku Kurd têda hene, komîta damezrandine.
Bi kurtî meriv dikare bêje, ku gelê me li Kurdistana Başurê
bi Desturê va radizin û bi desturê va ji hew hişyar dibin,
heta di xewna xwe da jî desturê dibînin. Û bi baweriya min
ev yeka haqê birayên me yên Başurî ne!..
Ji ber ku piraniya mafê netewî ya Kurdan yên bingehin di
Desturê da ci digrin. Her usa eger destur bê pejirandinê,
rê xweş dibe, ku Kerkuk vegere ser Herêma Kurdistanê.
Wekî tê zanin di Qanuna İdare ya Katî da, xalek li ser
Kerkuk hebû. Digot, statuya Kerkuk û Baxdat taybetî ne û nabê
bi federasyonekê va bêne girêdanê. Lê Reşnivîsa Destura
nu da hatiye nivisîn, ku paş cî be cî kirina xala 58’a,
ango paş vegera Kurd û Tirkmenên derkirî bo Kerkukê û
vegera Ereban, ku dema BAASê de hatine û li Kerkuk ci û war
bûne, bo şuna xwe yên berê, rapirseke tê çêkirinê û xalkê
Kerkukê li ser statuya bajarê xwe biryar didin.
Ku, bi baweriya min ev yeka yek ji mezintirin deskevtiyên
Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê bû, ku di proseya giftugoya
Desturê da bi dest aniye.
Ne hewce ye, ku meriv behsa girîngiya Kerkukê û bandora vê
bajarê li ser çarenusa gelê Kurd bike. Lê meriv dikare bêje,
di rapirsê da her dengeke “erê” ya Kurd ne tenê ji bo Desturê,
her usa ji bo çarenusa temamiya gelê kurd e.
Ji ber vê yekê ye, ku dijminên gelê me bi hemû hêzên xwe
va hewl didin, ku dengê Kurdan li Kerkukê kêm bikin. Ji bona
vê jî gelek dek û dubare çêdikin. Gelek asteng derdixin li
pêşiya cî be cî kirina Xala 58’a. Bi destê poles û serbazên
şovîn û nijadperest nahelin, ku Kurdên Kerkukî yên derkirî
vegerine bajarên xwe. Bi soz û qewlên pûç gelek Ereb dişeynin
navçeya Kerkukî daku rewş aloztir û tevlihevtir bin.
Û usa xuya ye, Serokvezîrê Iraqê İbrahîm Caferî û hevalbendên
wî, serkêşiya vê karên kîrêt dikin.
Bi baweriya min gotinên Mam Celal derheqa Kurdên Kerkukî,
ku bajarê xwe bi cî dihelin û diçine Silêymanî, Hewlêr û bajarên
dinê, herçende hişk bin jî, rast in.
Mam Celal di axaftina xwe ya dawî da, derheqa Kurdên hanê
gotibû, ku “ew berjevendiya şexsî xwe li ser berjevendiya
gelê Kurd digrin, ew îxanet dikin û ji wan dixwazim, ku dev
jê îxanetê berdin.”
Belê, Kerkuk ne tenê yek ji xetên sor ya Kurdan e. Her usa
abur, şeref û xeysiyeta me Kurdan e û parastina nirxên
hanê jî erkê hemu Kurdan e.
|