Destura Kurdistanê
Casim Rênas
Herweku tê zanin, heyameka ne kurt, Parlamentoya Kurdistanê,
bi Destura Kurdistanê ve mijul bibû.
Bi gor nuçeyên medyaya Başurê, li Parlamentoya Kurdistanê,
di 23’ê İlona sala 2006’an da, giftugo li reşnivîsêe
desturê, ku ji aliyê Komisyona Desturê ya Parlamentoye ve
hatiye amade kirin, destpêkiriye.
Her usa, gava Serokatiya Parlamentoyê, reşnivisa desturê
pêşkeşê Serokê Herêma Kurdistanê kirin, hate ilan
kirin, ku reşnivisa desturî, wê pêşkeşê bir
û rayê Kurdistanê bê kirinê, daku xelk û komel û saziyên pişeyî
û civakî jî li ser reşnivîsê gengeşî bikin.
Usa xuya ye, li Başurê, destur û gengeşî li ser
desturê, wê bibe xaleka bingehin a rojeva siyasiyê.
Maqale û lekolinên cur be cur li ser vê babetê wê bên nivisin.
Di radyo û televîzyonan da, li ser desturê, bernameyên taybetî
wê bêne weşandinê.
Komel û navendên civakî û pîşeyî konferansan li ser
mijara hanê wê amade bikin û hwd..
Bê guman reşnivîsa desturê, di Rojhilata Navin da, bi
taybetî di welatên dagirkerên Kurdistanê da wê bibe xalek
ji xalên bingehîn a rojeva wan.
Ew jî li ser reşnivisa destura biaxavin, gengeşî
bikin.
Lê ne ji bona xêrê, ne ji bona tekuztir û rêk û pêktir bûna
desturê!.
Damezrandina sîstemeka demokratîk û huquqî li Kurdistana
Başurê, her usa xizmeteka giranbiha ye bona cigir bûna
aşitî, arami û demokrasiyê li navçe da.
Lê belê bîr û hizra karbidest û medya û partiyên siyasî yên
ciranên Hikumeta Herêma Kurdistanê ne gihiştiye vê qonaxê,
ku ji rastiya hanê têbigihin.
Her usa cigîr bûn û pêşveçûna ezmuna Kurdistana Başurê
ne di berjewendiya wan da ye.
Ji bona yekê jî axaftina wan li ser reşnivîsa desturê
wê ne bi xerê be!..
Herweku tê zanin di reşnivisa desturê da tixubên Kurdistana
Başurê tê destnişan kirin, ku Kerkuk, Xeniqin, Şingar
û navçeyên dinê, yên ku li ser Kurdistanî bûna wan gengeşî
hene, di nava tixûbên dirokî û destnişan kirî da ne.
Her usa di reşnivîsa desturê da mercên ragihandina dewleta
serbixwe ya Kurdistanê jî hatine destnişan kirin.
Û gelek xalên din, yên ku ne bi dilê dagirkerên Kurdistan
û nehezên ezmuna Kurdistana Başur in..
Karbidestên dewletên dagirker û nokerên wan, wekî her caran
wê gefa Kurdistana Başurê bixwin û wê bibêjin, “Kurd
dixwazin Iraqê perçe perçe bikin, ava kirina dewleta Kurdî
xetereka mezin e li ser navçeyê, em nahelin Kerkuk bibe beşekê
Kurdistanê û emê pêşiya ava kirina dewleteka serbixwe
bigrin” û hwd.
Bila bêjin!.
Kar û pişeyê wan her ev e..
Negotina wan ciyê şaş û mehtelmayînê ye.
Lê divê Kurd bi taybetî birayên me yên Başurî hêdî,
aram û li serxwe bin.
Guhê xwe nedine gef xwarina dagirker û nahezên ezmuna Kurdistana
Başurê, bona tekuztir û rêk û pêktir kirina reşnivîsa
desturê bîr û baweriya xwe pêşkeş bikin.
Her usa di warê destur û gengeşiya li ser desturê da,
erkekê pîroz û giring heye li ber bizava azadixwaziya beşên
dinê Kurdistanê.
Dibe, ku hinek xalên reşnivîsa desturê ne bi dilê me
bin.
Divê ji bîra me neçe, eva cara yêka ye, ku Kurdan destur
amade dikin.
Divê ji bîr nekin, ku reşnivîsa desturê bi gor zirufên
siyasî û civakiya Kurdistana Başûre hatina amade kirinê.
Eger rexne û pêşniyarên me hebin, bi rêkekê maqul pêşkeşê
Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê bikin.
Û divê ji bîra me neçe, ku destura Kurdistana Başurê
di paşerojê da, wê bibe bingeheka qehim û ezmuneka baş
ji bona perçeyên dinê Kurdistanê.
Lê belê, berê her tiştê, tevgera welatparêzî yên parçeyên
dinê, divê li ber gef xwarina dagirkeran bisekinin û nahelin,
ku destdirêjiya Kurdistana Başurê bikin.
Ku, bona vê yekê jî pewist e tevgera netewiyê di her beşan
da çalak û yekgirtî be.
|