PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Destura Nû Û Erkên Me

Casim Rênas

Qengeşiyeka xurt û geş heye li ser reşbeleka (taslaxa) Qanuna Esasiya (destur) Iraqê, ku ji aliyê parlamentoya vê welatê va hatiye qebul kirinê.

Ligel hinek kêmasiyê, meriv dikare bêje, ku destura hanê pir rengî û pir dengiya Iraqê nişan dide. Ji ber vê yekê jî kevneperest û nijadperestên herêmî dijî desturê derdikevin. Herwekî tê zanîn di heyama amade û nivîsandinê jî, hêzên hanê gelek cehd û xebat kiri bûn, ku di desturê da behsa demokrasî, federasyon û mafên netewî yên gelên vê welatê neyên kirinê.

Lê belê hemu kar û xebatên wan xêrnexwazan ber neda; di avê da çûn. Paş gelek hevdîtinên duqolî û sêqolî, bi saya alîkarî û hevahengiya Kurd û Erebên Şîa destura nu ya Îraqê hat qebul kirinê.

Bê guman pejirandina qanuna esasî ya, ku li ser bingeha demokrasî, mafên mirov û neteweyî yên gelan hatiye amade kirin, bûyereka gelek girîng e û bandora xwe li ser rewşa navçeyê wê dêyne. Hêzên dij-demokrasî, kevneperest û nijadperestên navçe bona pêşî lê girtina bandora destura nu, çi ji destê wan tê, texsir nakin û wê nekin ji..

Li Başûre welatê me li ser destura nu û kar û barên, ku ji îro pêva divê bêne kirinê gelek gengeşî hene. Gelek civîn û konferansan derbareyê van babetan tên kirinê.

Bi baweriya min kar û erkên gelek giring hene li ber hêzên siyasiyên Kurdistana Başûrê. Berê her tiştê divê hezên Kurdistana Başurê kar û xebat bikin daku rijeya dengê “erê” zêde be li bajarên Musul û Diyala, ku Kurd û Ereb bi hevra dijin. Ji ber ku gelên Iraqê di 15’ê meha Çotmehê da dengê xwe bide reşbelaka destûrê, gelo qebul dike an na.

Aliyê din, eşkere bû, ku Serokwezirê Îraqê Caferî û derdora wî ne xwazin rewşa Kerkukê vegere rewşa berê BAAS’ê. Ji ber vê yekê jî gelek astengên aborî û yên dinê derdixin li pêşiya komîteyê, ku bona cî be cî kirina xala 58’ê hatiye damezrandin. Lê ne hewce ye, ku Kurdan hêviya hikumeta merkezî bisekinin, daku Kurdên Kerkukî vegerine ser mal û milkên xwe. Serokatiya Siyasiya Herêmê, bi alikariya gelê Kurdistana Başurê dikare zirufa vegera Kurdên Kerkukê amade bike.

Divê Qanuna Esasiya Heremê Kurdistan ligel Qanuna Esasiya nu ya Iraqê hevaheng be. Valahiyek, ku di nava herdu desturê da hene, divê bêne tijê kirinê.

Û ji hemu giringtir ev e: divê herdu hukumet bibe yek û yekitî û yekhelwesta rêxistinên siyasî bêne parastin û pêşvebirinê. Ji ber ku yekitî û yekhelwesta Kurdan ji îro pêva jî pewîst e û parastina destura nu û deskevtiyên netewî desteber dike.

Derbareyê destura nu li ber welatparezên beşên dinê Kurdistanê jî erkên gelek giring hene. Kurdên parçeyên dinê divê alikarî piştgiriya birayên xwe başûr bikin.

Eger nikarin bibine piştgir, qe nebe nebine pêşîgir!..   

 
 
PSK Bulten © 2005