Di Zirufê Heyî Da Kîjan Giringtir e?
Casim Rênas
Di encama êrîşekê terorîstî bo ser bıngeheka Partiya
Demokrata Kurdistan-PDK li Hewlerê da, dehan xortên Kurd hat
kuştin û birîndar bûn. Neçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta
Kurdistan li Hewlerê, li ser vê karesatê daxuyaniyek derxist
û têda behsa yekxistina herdu hikumet û hêzên aşayiş
kir. Her usa Serokê Hikumeta Kurdistan li Silêymanî Omer Fettah
jî di belavokê xwe da behsa vê tiştê kir.
Rast e, bona pêşî lê girtina karên terorîstiyê, yekxistina
hezên asayiş û zanyariyên îstîxbaratî pewîst e û gelek
giring e. Lê belê bona cî be cî kirina van karan jî berê her
tiştê divê herdu îdare, ango herdu hikumet bibe yek.
Û bona yekxistina herdu hikumetê jî, pewîst e Parlamentoya
Kurdistanê bicive, serokê xwe hilbijere, bona avakirina hikumeta
nu ya yekgirtî, serokê hikumatê destnişan bike. Erkeke
din ya gelek giring heye li ber Parlamentoyê. Ev jî qebul
kirina Qanuna Serokatiya Herêm û hilbijartina Serokê Herêm
e.
PDK û Yekîti Niştimanî Kurdistan-YNK bi hevra eşkere
kirin, ku li ser Serokê Parlamentoyê (ji YNK Ednan Muftî),
Serokê Hikumatê (ji PDK Neçîrvan Barzanî) û Serokê Herêmî
(Mesud Barzanî) li hev hatine.
Lê, ji ber ku herdu hêzên sereke li ser Qanuna Serokatiyê,
ango li ser babatên desthilatiya Serokê Heremê, pêyvendiya
Serokê Heremê ligel Hikumeta Merkezî û Hikumeta Kurdistanê,
cigîrê serok û desthilatiya wî li hev ne hatine, Parlamento
nacive. Ku Parlamento nacive, pirs û pirsgirekên, ku bi vî
ra girêdayî ne, her wekî xwe dimînin.
İro li Kurdistana Başurê gengeşiyek heye li
ser Qanuna Serokatiya Heremê. Gelo Serokê Herêm ji aliyê gel
va bê hilbijartin an ji aliyê Parlamentoyê va? Gelo hewce
ye, ku cigîrê Serokê Herêm hebe? Ger hewce ye, mafê veto kirina
wî hebe an na? Serokê Herêm bona çend sal bê hilbijartin?
Pêyvendiya wî ligel hikumet û parlamento wê çawa be?
Bê guman eger rewşa siyasiya Kurdistanê normal baya,
minaqaşeyeke hanê bi sûd dibû.
Gengeşî kirin li ser van babetan bi beşdariya hemu
hêz û rexistinên siyasî û pisporan, di warê demokratîze kirina
welatê da hewce ye, giring e. Her usa gengeşiyên usa
ku bona diyar kirina sîstema bi rêvabirina Kurdistana Başurê
jî pêwîst e.
Lê belê ger zirufê Kurdistana Başurê li ber çav bigrin,
hingê bo me derdikeve, ku waxtê gengeşiyên usa hê ne
hatiye. Ji ber ku ev çend mehên pêşiya me him ji bo Iraqê
him jî bona Kurdistana Başûrê gelek giring e. Di van
çend mehan da Qanuna Esasî ya nu a Iraqê tê amade kirin û
pejîrandin.
Gelo ev Qanuna Esasî wê demokratik be an na? Gelo Feredasyon
tê da cî bigre an na? Eşkere ye bersiva van pirsan ne
tenê çarenusa Iraq û Kurdistana Başurê diyar dike, her
usa bandora xwe datine li ser pêşveçûn û demokratîze
kirina navçeyê Rojhilata Navîn.
Tişteke veşartî nine, ku hilbijartina Mam Celal
Talabanî bo postê Serokkomariyê, bandor û tesîra Kurdan li
Iraqê, berhema yekîtiya hêzên Kurdistana Başurê ye.
Ev yekîti bona parastin û çespandina federasyonê pêwîst e.
Bona çareser kirina pirsa Kerkukê, bona, ku navçeyên nu rizgar
bûyi bi Herêmê Kurdistanê ra bê girêdan, divê yekîti û hevahengiya
hezên Kurdistanê were parastin.
Bona cigîr bûna aramî û asayişê, bona demokratîze kirina
welatê, bona paqiş kirina bermayiya siyaseta Erepkirinê
jî ev yekîti pêwist e. Ji bo avadan kirinê, bona baştir
kirina rewşa siyasî, aborî û çandî ya gel, hewce ye ku
ev yekdengî û yekhelwestî ya hezên Kurdistana Başurê
berdewam be.
Rast e, Serokatiya Herêmî, Qanuna Serokatiya Herêmî, ku desthilatdariya
Serokê û peyvendiya wî ligel hikumet û parlamentoyê destnişan
dike, giring in. Lê belê çespandina federasyonê, yekxistina
herdu hikumet û cigir kirina aramî asayişê jî qasê vê
giring in.
Bê guman herdu hêzên sereke jî vê rastiyê dizanin û bona
vê yekê jî projeyên xwe derbareyê qanuna Serokatiya Herêmê
pêşkeşê hevdu kirine û li ser van gengeşî dikin.
Ez pişt rast im, ku berhema minaqeşeya YNK û PDK
li hev hatin dibe. Lê belê pêwist e, ku yek ji wan bona li
hev hatinê pêşgav be.
Divê rêxistin, partiyên siyasî û dezgeyen netewî yên parçeyên
dinê Kurdistanê, herdu alî jî tesvîk bike, daku pêşgav
bin bona li hev hatinê.
|