Dijmin
Casim Rênas
Neyar, dijmin, bi zaraveyê zazakî dismen, ango dijî min.
Mana û naveroka bêjeya dijmin ya her demî û ji bo hemû cî
û war nîne.
Ligel wext û zeman, cî û mekan, mefhum û nevaroka bêjeya
dijmin jî digore...
Bi gor kes, malbat û êl, çîn û tebeqe û netewî, xasima bi
gor berjewendî jî digore...
Li ba reşikên Efriqî, serbaz û keşeyên Îspanyolî,
an Hollandî an Portekîzî, talanker, mêrkuj û dagirker, bi
kurtî dijmin bûn, li belê bi gor karbidestên wan dewlet û
dêrên wan welatan yên vê demî, serbaz û keşe însanên
maqul bûn yên ku destur û fermana Xudê belav dikirin, reşikên
Efrîqî, ku ji parastina welatê xwe, gund û daristanê xwe şer
dikirin, neyar bûn.
Li ba sermiyandaran, karker û zahmetkeşên, ku dixwazin
heqdestiya wan zêde be, yên ku dijî kedxwariyê kar û xebat
dikin, dijminê dewlemendî û sermiyan in.
Li ba karker û zahmetkeş jî sermiyandar, xudanê karxane
û kargeh, neyarên wan in, dijminê ked in.
Serdema melîkiyê da, Britanya ji ber ku dijî xebata gelê
Kurd li Kurdistana Başurê, pişta melîkê Iraqê digirt,
li ba Kurdan dijmin bû, lê îro hevpeyman û dostê Kurdên Başur
e.
Dewleta Yekbuyî ya Amerîka û dewletên din yên rojavayî jî
usa nin, ku berêe pistgiriya rejîma BAAS’ê dikirin..
Ev yeka ji bo beşên din yên Kurdistanê jî rast in.
Di vî warî da gotineka şehîd Qasimlo heye, ku digot:
“Dost hene, eger îro bi sebebên cur be cur nikaribin dostaniya
xwe nişan bidin, her dost in. Dijmin hene, her çende
îro alîkariya me bikin jî, her dijmin in.” Mebesta Şehîd
Qasimlo ji “dostan” dewletên sosyalîst, karker zahmetkeş
û karkêren dewletên dagirker bûn, “dijmin” ji dewletên dagirker
bûn, ku bona parastina berjewendiyên xwe alikariya xebata
gelê Kurd dikirin.
“Dijmin” wekî çarçuveyeka fotoyî ye. Weneyên, ku di vê çarçuveyê
da ci digrin, bi gor berjewendî, bi gor wext û zeman têne
guhartinê.
Lê belê wêneya rengek an jî dengeke civata me nabe, ku di
çarçuveya “dijmin”da ci bigrin.
Tê gotin, ku “Kurdistan baxça gulan”e. Hemu baweriya olî,
hemu neteweyên dinê Kurdistanê sosînên baxçe me ne; divê usa
bin.
Hemu rêxistinên siyasiyên Kurd, her bîr û baweriya netewî,
her peşniyarên, ku li ser çareser kirina pirsa Kurdî
tên kirinê, gulên nav baxça me ne û dive usa werin pejirandinê.
Xebata azadî û serbestiya gelê me li seranserê Kurdistanê
ber bi qonaxeka nazik diçe. Di vê qanaxê da divê rêxistinê
siyasî û ronakbîrên me bala xwe bidine axaftina xwe. “Li ser
axaftina xwe hezar car bifikirin û carek bibêjin”.
Gelo çi berjewendiya me yên netewî hene, ku eger em her bîr
û baweriyên, ku ligel yên me nakok in û li hev nayên, têxine
çarçuveya fotoyî ya “dijminê”?
Gelo her pêşniyar û çalakiyên, ku ji aliyê rêxistinên
din an ronakbîrên Kurd va têne kirinê û bi bernama û bîr û
baweriya me li hev nayê, çima di çarçuveya weneyî ya “dijminê”
me da ci bigrin?
Eger usa bifikirin û bikin, ne tenê dijminek li ser “dijminê
xwe” zêde dikin, her usa bi destê xwe baxça xwe xirapdikin,
dikine “baxça kul û derdan.”
Ma dijminên me kêm e, an kar û kiryarên dewletên dagirkerên
Kurdistanê, devletên keveperestên navçeyê û dewletên ku alikarî
û piştgîriya wan dikin, ne bes in?
Gotineka İranî heye, ku Qasimloyê Şehîd her tim
digot “Dijminek pir e, hazar dost kêm e.”
Gotina hanê divê bibe guhara guhên me, bi taybetî ya kesên
usa, ku bi çoş û hêyacanê va pişta her gotin û pêşniyaran
da “dijmin” an “destê dijmin” digerin.
|