PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Dîsa Li Ser Konferansek

Casim Rênas

Li Kurdistana Başurê li ser gelek mijaran konferans û festivalên çandî têne çêkirinê. Bê guman çalakiyên hanê gelek baş in û xizmeteka mezin in ji bo pêşveçûna çanda Kurd û gelê me hişyartir dikin.

Enstituya Kurd li Parisê (EKP) bi alikariya Vezereta Roşenbîriya Kurdistanê, di 19-20’ê meha Çiriya Paşîn a sala 2005’an da, li Hewlêrê, li jêr navê Demokrasî û Rojhilata Navîn” konferansek çêkir.

Nûçeya rojnamayê me li ser vê konferansê jî nişan dide, ku ji gelek welatan pispor û zana beşdarê konferansê bûne û li sar babetên cur be cur bîr û baweriya xwe pêşkeşê beşdarên konferansê kirine.

Lê nûçe jî dude xuya kirinê, ku hinek kêmasiyên konferansê hebûye. Bona ku kêmasiyên hanê dubare nebin, divê bêne gotin û rexne li wan bêne kirinê. Daku rê li ber amade kirina konferansên rêk û pêktir xweş be.

Kêmasiya herê mezin, beşdar nebûnê nunerên partiyên siyasiyên Kurd wekî gotarvan e. Herwekî pirs, minaqeşe û giftugoyan, ku di heyama konferansê da hatine kirinê nişan dide, di nava siyaset û demokratîze kirina navçeya rojhilata Navin pêyvendiyeka gelek qehim hene, ku nayê qetandinê. Di heyema konferansê da behsa siyasetê dihate kirinê, lê nunerên partiyên siyasî, ku faktora serekî ya siyasetê ne, di bernameya konferansê da tune bûn.

Yek ji kêmasiya konferansê tunebûna qedirzaninê bû. Ku di beşa “Rola Diyaspora” yê konferansê da pirtir xwe daye xuya kirinê.

Rastiyek e mezin heye, ku çû caran nayê înkar kirinê, nehezan jî nikarin înkar bikin. Ev jî rola KOMKAR di xebata diyaspora da ye. Ev e 26 sal in, ku KOMKAR li derwayê welat bona bi dest xistina mafên sosyalî û çandî, bona nasandin û pêşvebirina çanda Kurd, ji bo piştgiriya tevgera azadixwaziya Kurd li her beşên Kurdistanê kar û xebat dike. Serokê EKP Kendal Nezan di xaftina xwe ya vekirinê da behsa vê yekê kir.

Lê belê nunerê KOMKAR ne wekî mêvan, ne jî wekî gotarvan nehatibûn qazî kirinê, daku beşdarê konferans bin û behsa kar û xebatê xwe yên 26 salî bikin. IMK (Komelaya Navnetewî ya Mafên Mirovê Kurdistan) jî her usa. Çû kes û hêz nikare kar û xebata vê rexistinê di warê mafên mirovî da înkar bike. Lê belê nunerê IMK ji wekî gotarvan di konferansê da cî negirtibû.

Kêmasiyeka din heye, ku şayanê behs kirinê ye. Ev jî Prof. Îlhan Kizilhan e. Îlhan Kizilhan wekî moderatora beşa  “Rola Diyaspora” beşdarê konferansê bibû û axaftina wî jî ji sê-çar hêvokê zêdetir nebû. Tê zanin ku Îlhan Kizilhan di warê psikolojiyê da pisporeke hêja ye bi taybetî psikolojiya penaberan da. Îlhan Kizilhan weki gotarvan beşdar baya û di warê pirs û pirsgirêka psikolojiya kurdên Ewropa axafti ba, wê baştir û bi berhemtir dibû.

Em Kurdên Bakûrê, halwesta Serokê EKP derbareyê rêxistinên siyasiyên Kurdistana Bakûrê dizanin. Kendal Nezan xwe li ser partiyên siyasiyên Bakûrê dibine û xwe ji wan durdixe. Dibêje “EKP ligel rêxistinên siyasî û îlegal kar nake”. Lê belê kar û xebata EKP yên berê nişan dide, ku EKP tenê ligel rêxistinên siyasiyên Kurdistana Bakurê kar nake, ne ligel rêxistinên Başur û Rojhilat!. Ligel wan kar dike û bi baweriya min baş jî dike...

Baş e EKP ligel partiyên siyasiyên Bakûrê kar nake. Pirsiyarek tê holê. KOMKAR, IMK (li derwayê welat), KURD-KAV (li welat) ne rêxstinên siyasî ne, rêxistinên civakî û sivîl in û bi gor qanûnên her welatê ku, têda ne, kar û xebatê dikin. Gelo sedemên bang nekirina wan rêxistinan çi ne?   

Helbet Enstituya Kurd li Paris bi xwe biryar dide, ku banga kî bike, kî wekî gotarvan beşdarê konferansê bin. Ji ber ku amadekarê konferansê ye. Lê dîsa jî ez meraq dikim gelo pivanoka (mihyara) EKP bona qazikirina mêvanan çi bû?

Bi baweriya min hikumet û dezgeyên netewî û çandî yên Başurê, ku alîkariya konferansên hanê dikin, divê pirtir bala xwe bidine li ser beşdarvanan. Ji ber ku gelek rêxistinên Kurd, ku ji EKP pirtir xizmeta doza Kurd kirine, gava, ku dibinin qedrê wan nayê girtinê, an jî weki di Fêstivala Dihokê da çêbibû qedrê hinek kesan, ku heya duhî dijî ezmuna Başurê bûne ji wan pirtir tê girtinê, dilşkestî dibin.

Bi baweriya min rêxistinên hanê, ku bi salan di xizmeta gelê xwe da bûne û niha jî xizmet dikin, şayanê ev yeka ninin.

Divê padaşa xebata wan dilşikeştî nebe..    

 
 
PSK Bulten © 2005