Dîsa Li Ser Yekîtiyê..
Casim Rênas
Di van yek-du hefteyên derbasbûyî da, li navçeya Rojhilata
Navîn bûyer û rûdavên gelek girîng çêdibin. Ku li ser dehatu
û çarunusa navçeyê bandora wan bûyeran gelek e.
Yek ji wan bûyeran, qebul kirina destura Iraqê ye. Bi pejirandina
Desturê Iraqê ve gaveka gelek mezin ber bi ava kirina Iraqeka
demokrat, federal û plural hate avêtin. Bi qebul kirina Destura
nu ve, li navçeyê bayê azadî û demokrasiyê hin xurttir û firehtir
bû.
Bûyereka giring ya navçeyê, tengav bûna rejima Suriyê ye.
Herwekî tê zanîn rapora, ku bi biryara Neteweyên Yekgirtî
li ser kuştina serokvezîrê berê ya Lubnan Refîk Herîrî
hatiye amade kirin, nişan dide, ku li pişt perdeya
terora Harîrî da, karbidestên dewleta Suriyê hene.
Paş eşkere bûna vê raporê, zext û zorê navnetewî
li ser dewleta Suriyê pirtir bûn. Eşkere ye ku rejîma
BAAS’a Suriyê, heyemeka dirêj nikare li hember vê zexta navnetewî
ber xwe bide. Zu an dereng wê hilweşe, an jî xwe bigorine.
Di herdu haletê da jî rê li ber bizava Kurd li Kurdistana
Suriyê dê vebe, tevgera azadiyê di vê perçeya welatê me da
wê geş û bi hêz bibe.
Rûdaveka din ya giring, ku bandora xwe li ser pêşveçûnên
navçeyî wê dayne, axaftina Serokkomara Îranê Ehmedînijad e.
Ehmedînijad di axaftina xwe got, ku “divê dewleta Îsraîl nemine,
ji ser xarîtayê bê hilanîn.” Paş yek-du roja Ehmedînijad
peşîman nebû, li ser axaftina xwe ma. Gotina xwe ducar,
sêcar kir.
Axaftina Ehmedînijad ne tenê naveroka rastî ya rejîma Îslamiya
Îranê eşkere dike, her usa dibe sedema vê yekê, ku zext
û zora navnetewî li ser vê rejîmê jî pirtir be.
Tê gotin, ku Neteweyên Yekgirtî biryara dorlêgirtina siyasî
û aboriyê li ser Îranê derxe. Ku, bê guman ev biryara rê li
ber hêzên demokrat û azadîxwazên Îranê xweş dike.
Bûyereka din ya giring ji li Tirkiyê gewîmiye, diqewmin.
Girtina Serokê Zankoya Wanê, bûyer û pêşhatiyên merasîma
Cejna Cumhuriyetê nişan didin, ku êrişa hêzên militarîst,
kevneperest û nijadperest tundtir bûye û wê bibe jî..
Serdana Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî li Dewletên
Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û pêşwazî kirina wî ji aliyê
Serokê DYA, wek Serokê Herêma Kurdistan, bûyereka din a giring
bû. Nişan dide, ku Kurdên Başurê hevpeymana DYA
ne, di ci be cî kirina Projeya Rojhilata Navîn a Mezin. Her
usa nişanê evê ye, ku Kurd û Kurdistanê wekî xaleka serekî
di rojeva cihanê da ci girtiye.
Her wek eşkere ye, pêyvendiya bûyer û rûdavên, ku li
navçeya rojhilatê diqewmîn, bi pirsa Kurd ve heye. Bi gotineka
din gelê Kurd di navenda bûyer û rûdavên Rojhilata Navîn da
cî digrin. Û gelê me dikarê roleka gelek bi bandor li ser
bûyer û pêşhatiyên navçeyê bileyze, eger di her perçeyê
da yekîti û yekhelwesta xwe pêkbîne, nav mala xwe tekuztir,
rêk û pêktir bike...
Gelê Kurd dikare ji vê pêşhatî û bûyeran îstîfade bike,
di her parçeyên Kurdistanê da xebata azadî û rizgariyê ber
bi pêş bibe. Bona vê yekê jî hewce ye ku rêxistinên siyasî,
hêz û dezgeyên Kurd yekîtiya xwe pêkbînin, bi hevra derkevine
meydana kar û xebatê.
Her usa him bona parastina deskevtiyên Başûrê, him jî
bona îstîfade kirin ji bûyer û pêşhatiyên navçeyê ji
bona pêşve birina xebata azadiya Kurdistanê, divê pêyvendî
û dan û standina hêzên Kurdî ji hemu parçeyan bi hêztir be.
Divê -navê çi dibe bila be-, bi beşdariya hemu hêz û
partiyên Kurdî ji hemu parçeyên Kurdistan, dezgeyeke netewî
were ava kirinê. Bi baweriya min bona damezrandina dezgeyê
hanê, îro ziruf ji duhî baştir e.
Protokola PSK û PDK ne tenê rêka yekitiya hêzên Kurdistana
Bakûrê vedike, her usa alîkariyeka piçûk e bona damezrandina
dezgeyeka weha...
|