PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Dîsa Li Ser Yekitî û Hevkarî
Casim Rênas

Her wekî dizanin navê vê quncîkê “Kurdayetî” ye.

Yên ku dixwazin kurdayetî bikin, li ser kurdayeti binivisin, divê li ser yekitî û hevxebatiya welatparêzên Kurdistanê jî binivisîn. Ji ber ku yekitî û hevkariya Kurdan beşek e ji beşên kurdayetîyê. Lewma jî min gelek caran li ser yekitiya Kurdan, bi taybetî jî ya Kurdên Bakûr nivîsiye, derbareyê vê mijarê bîr û baweriya xwe pêşkeşê xwendavanên Dema Nu kiriye. Û usa xuya ye hetanê azadiya Kurdistanê, yekitiya hezên welatparêz yên Kurdistanê wê bibe xaleka bingehîn di rojeva siyasiya Kurdan da û maqale, lêkolîn û nivîsaran derbareyê vê babetê jî, rûpelên rojnama û kovarên Kurdan da wê ci bigrin.

Li ser doza Kurd û berjewediya giştî ya gelê mê, hevkarî û yekdengiya rêxistin, sazî, dezge û kesayetiyên Kurd yên seranserê Kurdistanê, xaleke giring, dirokî û bîngehîn e.

Bona pêkanîna hevkarî û yekdengiya hanê, bona avakirina dezgeyek, ku bikare hevxebatî,  hevahengî û yekdengiya hemû partî û hêzên Kurdistanî çêke, ji mêjve xebat heye. Pir mixabin ev kar û xebat, ku carna geş û germ, carna jî sir û sar bûye, ji ber gelek sedeman berhema xwe nedaye.

Bi baweriya min, nav çi dibe bila be, “konsey” be, an “kongra”  “bere” be an “ênî”, ne girîng e, damezrandina dezgeyeke hane, îro ji hemu deman pêwîstir e û di hal û mercên îroyî da, yek ji erkên rêxistinên welatparêz e.

Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), demek e bi tanq û topê xwe, bi esker û zabitê xwe va hatiye İraqê, ango herêma Rojhilata Navînê. Peywendiya DYA û Kurdên Başur xurttir dibe; berjewendiyên herdu alî jî roj bi roj nêzikê hev dibin.

Ne tenê li İraqê, li Îran û Suriyê jî her usa ye. Nakokiya DYA û herdu dewlet roj bi roj aloztir û kurtir dibin. Usa xuya ye, ku zexta DYA û dewletên rojavayî li ser İran û Suriyê wê pirtir be, rola Kurd û rexistinên Kurdan di van welatan da wê diyartir bin. Bi gotineka din, zexta navnetewî ya li ser herdu dewletên zordar û dagirker, rêka xebata azadiya gelê me di van perçeyan da xweştir dike. Herwekî li İraqê, di van herdu dewletan da jî berjewendiya herdu teref, ango Kurd û DYA û dewletên dinê yên rojavayî roj bi roj nêzik dibin.

Piştî 3’ê meha Cotmehê îsal, piştî destpêkirina giftugoya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa (YE) bona endametiyê, doza Kurd wê bibe xalek ji xalên rojeva siyasî ya YE.

Di warê siyasî û aboriya navwetewî da, DYA û YE du hezên serekî ne û doza Kurdî jî di rojeva siyasî ya herdu hezên mezin da cî girtiye û wê pirtir cî bigre. Ji bona ku Kurdan ji vê zirufe îstîfade bikin û xebata azadî û serbestiyê pêşve bibin, hewce ye ku yekdeng bin û hemahengiya hemû rêxistinên Kurdistanî were avakirin. 

Her usa yekhelwestî û havkariya hanê, ji bona parastina berjewendiyên giştî ya gelê Kurd li hember herdu hezên sereke jî pêwîst e.

Bûyer û ajaveyên (provokasyan) dawî jî nişan dide ku, gelê Kurd hewcedariya hevxebatiya hanê ye. Kurdistana Başur ji hemû aliyên va ketiye ber êrîşên nahez û neyarên gelê Kurd. Dewleta dagirkera Tirk, alîkî va “bazara Kerkukê” germ dike, alîkî va jî bona ku deskevtiyên netewî yên Kurd wekî federasyon, parastina hêzên pêşmerge û pirsa Kerkukê di qanûna esasiya nu ya İraqê da cî negrîn, nahez û neyarên azadiya Kurdan li Tirkiyê,dicivîne. Bi destê nokerên xwe va li Kurdistana Başûr xasima jî li Kerkukê ajave û alozî dirust dike.

Her usa dixwaze hebûna PKK li Kurdistana Başur ji xwe ra bike hencet û êrîşî vê beşê welatê me bike. Ajevegeriya (provokasyana) teqandina trampêlek li derdorê İzmirê, ku di encama teqînê da gelek kes hatin kuştin û gelek geştyar (tûrîst) jî birîndar bibûn, bona vê armancê ye.

Îran û Suriyê jî, bona ku dor neyê wan, dixwazin alozî û tevlihevî li seransarê İraqê berdewam be. Ji bo vê armancê jî çi ji destê wan tê texsîr nakin. Hebûna federasyonê wekî xeterek li ser aramiya heremê nişan didin, bona pêşîligirtina “dewleta kurd” alîkariya hevdu dikin. Ne tenê piştgiriya terorîstan dikin, her usa rê didine wan, ku bi hêsanî karên xwe bikin.

Ewên jorî û yên dinê, nişan didin ku, gelê Kurd hewcedariya hevdengî û hemahengiya hemû partî, hêz û kesayetiyên welatparêz e. Baştirîn şîweya hevdengî û hemahengiyê jî avakirina dezgeyek e, her çende PKK bi damezrandina “KNK-Konseya Netewiya Kurdistanê” ev karê pîroz herimandibe jî... Herwekî tê zanîn KNK ne Kurdistanî, lê ya PKK bû, dardestê vê rêxistinê bû û bi destura Ocalan radibû û rûdinişt!

Û avakirina yekitî û hevkariya hezên welatparêz ya her perçeyî, riya damezrandina saziyeke usa xweştir dike.

Yekitî û hevkariya azadîxwazên her parçeyî, her usa bona serketina xebata serbestiya wî parçeyî jî pêwist e.

 

 

 
 
PSK Bulten © 2005