PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gaveke Mutevazî Lê Hêvîbexş...

Casim Rênas

Rêxistin û partiyên siyasiyên Kurdistana Bakûrê gelek caran hatine ba hev û li ser bingeha welatparêzî û bona armancên hevbeş, di nava xwe da yekitî, hevkarî û hevxebatî ava kirine.

Hinek ji wan belav bûne, hinek ji wan îro jî hene, bi gor şiyan, hêz û karina xwe kar û xebatê dikin. Ku, Platforma Kurdên Ewropa-PKE û Hevbenda Demokrata Kurdistan (Beyana Parisê) ji wan in.

Piraniya xebata PKE û Hevbendî karê diplomasî li Ewropa bûye. Meriv dikare bêje herdu rêxistin jî ji bona kar û xebata li Ewropa hatine ava kirinê.

Rast e, xebata dîplomasiyê, kar û barên, ku li derwayê welat têne kirinê, girîng in û bandora wan li ser pêşveçûna xebata azadîxwaziya gelê Kurd mezin e. Lê belê meydana xebata azadiyê, li welat e. Pir mixabin heya niha rêxistinên Kurdistana Bakûrê nikarine hevkariyeka rêk û pêk li welatê ava bikin. Diyar e, Platforma Netewiya Kurdistan-PNK, ku piraniya rêxistin û partiyên siyasiyên Bakûrê têda ci girtine, nikariye kar û xebata xwe bibe germayiya welatê.

Bi li ber çav girtina rastiyên hane, meriv dikare bêje, ku Protokola mutevazî ya PDK û PSK gavekê giring e. Ji ber ku PSK û PDK di Protokolê da armancek dayê pêşiya xwe, ku: “Ji bo xurtbûna rêxistinên demokratîk yên li nav welat, alîkar dibin û li gor pêvîstiyan jî, ji bo damezrandina rêxistinên usa teşwîq bikin û bi hevre kar bikin.”

Ango, PDK û PSK berê hevkari û hevxebata xwe dane ber bi welat û dixwazin di germayî ya welat da karê hevbeş bikin.

PDK û PSK, ku ne tenê li welat her usa dixwazin li derwayê welat jî bi hevra xebat bikin, usa dibêjin: “PDK û PSK li derveyê welat, ji bo ku xebatên rêxistinên sivîl û demokratîk xurttir û rêk û pêktir be: Ji bo pêkanîna yekitiya Platfom û Hevkariyên cuda, bi hevre hewil didin û her ji bo vê mebestê jî  bi hêzên siyasî dîn re jî peyvendî datînin.”

Ji ber hinek sedemên neheq, îro Hevbendî û PKE ji hev dur in, ku di nava bernameya herdu rêxistinê da cudayiyeke usa mezin nîne. Û hinek partî û rexistinên siyasiyên Kurdistana Bakûrê endamên herdu ne.

PSK û PDK bi Protokolê va îlan dikin, ku bona hevxebat û yekxistina hemu yekitî û platforman xebat bikin û bona vê armancê jî ligel rexistinê siyasî yên dinê têkilî daynin, ku bi baweriya min ev yeka karekî pîroz e.  Û nişan dide, ku Protokol bedîla (alternatifa) çu platform, yekitî û hevkari niye. Beravajiya wî rast e.

Rast e, ji aliyê naverok û armancan ve, Protokola PDK û PSK tişteke nu nabêje, armancên gelek mezin û êrkên gelek giran jî dananiye pêşiya xwe. Ji ber ve yekê jî Protokoleka nefspiçûk (mutevazî) e.

Protokoleka nefspiçûk e, lê hêvîbexş e. Ango hêviya serketina xebata azadîxwaziyê xurttir dike. Ji ber ku zirufa îlan kirina Protokolê zirufeka nu û taybetî ye.

Bi dest pêkirina giftugoya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa ve li Tirkiyê serdemeka nu destpêkir.

Ji bona destura nû ya Iraqê, di 15’ê meha Cotmehê da, rapirsîn wê bê çekirinê. Eger destura nu ya Iraqê bê pejirandinê, li navçeyê bayê demokrasiyê dê xurttir be.

Eşkere, ku bayê Yekitiya Ewropa û Destura Iraqê li Kurdistanê digejine hevdu, tev li hev dibin. Bona, ku tevgera azadiya Kurdistanê ji vê zirufê îstifade bike, divê yekitiya xwe, yekhelwesta xwe pêkbine. Protokol, ji bo vê armancê jî gaveke baş e.

Û divê deriyê yekitî û yekhelwestiya netewî, ku armanca Protokol e, ji bo hemu rêxistinên Kurdistanê vekirî bê.

Çavê Protokolê jî li pêş be ne li paşê..

 
 
PSK Bulten © 2005