PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gelo?

CASÝM RÊNAS

Herwekî tê zanîn, Abdullah Ocalan li Girava Ýmraliyê, bi rêka parêzvanên xwe, bîr û baweriya xwe li ser babetên cure cure pêþkeþ dike, desturê dide heval û hogir û rêxistinê xwe.

Ocalan bi devê parêzvanên xwe dibêje, ku li Baþûrê Kurdistanê dewleteka Kurdî ya noker û girêdayî tê damezrandin. Damezranerê vê dewletê eþkere ye û ew dibe dewleteka diktator û zordar, çû pêyvendiya vê dewletê ligel demokrasî nîne û dê xwîna gel bimije!..

Li ser babeta Serokatiya Herema Kurdistanê û Mesud Barzanî jî dibêje, ku ji niha va xwe wekî serokê dewletê îlan dikin, lê çawa Ýbrahîm Pêxember dijî Nemrudê bû, ez jî ewqas li dijî dewleta netewî me û hwd..

Ocalan navê damezranerê dewleta noker û girêdayî nabêje, lê em ji axaftina wî yên berê dizanin, ku mebasta Ocalan Dewleta Yekbûyî Emeriqa (DYA) ye. Her usa Ocalan gelek caran Federasyona Kurdistanê wekî “Ýsraîla Dudo”! destniþan kiribû.

Li Tirkiyê, ji qaþo çepên Tirk bigre heya kemalîstan, ji faþistan bigre heya mezhebî, gelek rêxistin, hêz û gruban, bi bahaneyê cuda cuda dijî damezrandina dewleta Kurd in. Ocalan jî...

Ocalan xwe wekî “Serokê Konferaliya Demokratîk a Kurdistanê” da îlan kirin!.. Heval, hogir û alîgirên wî wexta behsa wî dikin, dibêjin “Serokê Konfedaraliyê Demokratîk a Kurdistanê.”

Bi rastî min hê jî fêm ne kiriye, kesek hem xwe wekî Serokê Konfederaliyê Kurdistanê bide îlan kirin û him ji dijî damezrandina dewleta Kurdî li Kurdistana Baþûrê be?

Ocalan gelek caran ji parêzvanên xwe û bi rêva birên Kongra Gel-PKK ra dibêje, ku “hun tênagihin, fehm nakin, ku ez çi dîbêjîm?” Ez jî fêm nakim. Gelo bilî ji dewleta dagirker, kes heye, ku ji Ocalan têbigihe û jê fêm bike?!..

Ocalan dibêje, ku li Baþûrê Kurdistanê, dewleta netewî ku, bi destê DYA hatiyê damezrandin, wê diktator, zordar û xwînmij be..

Em bêjin, ku gotina Ocalan rast e, dewleteka netewî ya Kurd dê diktator, zordar û xwînmij be. Baþ e, Kurdên Baþûrê wê çi bikin? Dijî demezrandina dewleta Kurd bin? Dijî hikumet, Parlamento û Federasyona Kurd þer bikin? Gelo li seranserê cîhanê, xelkek heye, ku ji bindestiyê, zilm û zordariya dagirkeran nû rizgar bûbe, bi sedema, ku di duwerojê da dewlet wê bibe dîktator û xwînmij, dijî damezrandina dewleta xwe derkeve?

Ocalan her usa derbareyê Talabanî û Barzanî dibêje, ku hêbûna wan bi min ve girêdayî ye; eger berxwedana min nebe, ew nikarin rojek li vir bimînin.

Bi rastî meriv þaþ mehtel dimine, nizane çi bêje? Çawa hebûna Mam Celal Talabanî, ku qasê emrê Ocalan ji bo maf û azadiya Kurd xebat kiriye, hebûna Mesud Barzanî, ku ji roja dayikbûnê heya îro di nava xebata kurdîniyê da bûye û demeke dirêj e, ku serokatiya PDK dike, bi Ocalanê va gîrêdayî dibe?...

Heya niha me nizanî bû, ku mayina Mam Celal û Mesud Barzanî li Baþûrê Kurdistanê, bi berxwedana Ocalan li Girava Ýmraliyê va girêdayî bûye! Me usa dizanî bû, ku Ocalan bona ne hiþtina herdu serokên Kurd, bona têkdana Parlamento û Federasyona Kurdistanê þer kiriye, destûra þer daye û li ber qaziyên Tirk jî pesna xwe dabû, ku dijî dewleta Kurd þer kiriye..

Pirseka provakatîfî: Eger hêbûn û mayîna herdu serokên Kurd bi berxwedana Ocalanê va girêdayî ye û ew jî dixwazin dewleteka netewî damezrinîn, ku Ocalan dijî vê dewletê ye, êdî Ocalan çima berxwe dide? Bila berxwe nede, ku ew jî nikari bin dewleteka netewî damezrinin. Gelo hun bêjîn ev yeka “taktîk” nebe?!.. Kî dizane, dibe ku, Ocalan dixwaze dewleteka Kurdî hebe, lê belê ji ber taktîk usa dibêje!.. Nexwe li ba Ocalan “taktîk” pir nine?!...

Ocalan her usa qaziya hurdu serokên kurd dike û dibêje, ku di çarçeweya Konfederaliya Demokratîka Kurdistanê da divê aþiti û li hevhatin hebe. Û þîret li wan dike, ku rêz li PKK bigrin, ligel Tirk, Erep û Ecem pêyvendiyeka saziþkar (uzlaþmaci) daynin. Ya na, karesat çêdibin û hwd..

Ocalan rast dibêje, yên ku danîna pêyvendiyên dostî ligel dewletên cinar nedixwast in, Mam Celal û Mesud Barzanî bûn, ne Tirkiyê, Suriyê û Ýranê. Yên ku destê xwe dirêjî kar û barên navxweyî ya welatê dikin, Mesud Barzanî û Mam Celal in, ne karbidestên dewletên dagirker!.

Xwedê dizane, Ocalan rast dibêje. PKK rêz li Parlamento û Federasyona Kurdistanê girt, piþtgiriya xwe niþan dan, lê YNK û PDK ne tenê piþtgiriya PKK qebûl nekirin, her usa êrîþ kirin ser PKK!..

Bi xwedê, Ocalan rast dibêje, divê herdu serok dev jê serhiþkiyê berdin, demokrasiyê cî be cî bikin, ligel dewletên cîran peyvendiyeka saziþkar deynîn. Ya na, karesat rûdidin, wekî karesatên Hewlerê yên 1ê Sibatê sala 2005 û 4ê Gulanê sala 2005ê. Lê belê min hêþta fêm nekiriye karesatên hanê, çima ne li Enqere, Þam û Tehranê, li Hewlerê û bajar û bajarokên din yên Kurdistana Baþûrê rûdidin? Gelo nebe, ku herdu serok ji bo ku xwe mezlum niþan bidin, karasatên hanê dixulqînin?!..

Ma Serokê Konfedaralî bedilhewa qise dike?

Helbet tiþtek dizane, ku usa dibêje!..

 
 
PSK Bulten © 2005