PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gengeşiya Bê Sud û Wext

Casim Rênas

Qewimandinên girîng û dirokî li Başûrê berdewam e:

- Serokê Heremê Kurdistan Mesud Barzanî serdana bajara Silêymanî kir. Ligel Hikumeta Heremê Kurdistan li Silêymanî û serokatiya Yekitî Niştimanî Kurdistanê civiya.

- Serokkomarê Iraqê Mam Celal Talabanî, li paytexta Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) Waşingtonê, ligel Serokê DYA Corç Buş civiya. Mam Celal her usa di civina giştî ya Koma milletan jî axaft.

- Li Hewlêrê bi beşdariya 320 şirketan ji 27 welatên cur be curê dinyayê, Pêşangeha Navnetewiya Kurdistan a Yeka vebû. Ku ne tenê aramî û evleyî ya Kurdistana nişan dide, her usa alîkariyek e bona vejandina aboriya Kurdistana Başurê.

Qewmandinên hanê û yên yek du hefteyên berê, bûyerên gelek giranbuha û giring in. Bandora wan ne tenê li Başurê, li seranserê Kurdistanê wê mezin be.

Divê ji bîr nekin, ku bûyer û rûdavên hanê yên mezin û bi bandor berhema yekdengî û yekhelwestiya hemu partî û rêxistinên Kurdistanî ne. Berê her tiştê ji hevkarî û li yek nêzikbûna PDK û YNK ne. Ku, him Mam Celal Talabanî, him jî Mesud Barzanî vê rastiyê bi vesileyên cur be cur ducar, sêcar kirine.

Û herdu serok gelek caran eşkere kirine, ku yekitiya hêzên Kurdistanê, bi taybetî ya herdu hêzên sereke bona parastin û pêşvebirina deskevtiyên netewî wekî federasyon, hikumet û Parlamentoyê Kurdistanê pêwist e û ew bona vê armancê jî hewl bidin.

Lê gava meriv dêna xwe dide rojnamayên herdu partî û li bernameya televîzyonê wan mêze dike, dibine, ku herdu rêxistin jî qasê pêwîst ci nadine çalakiyên aliyê dinê.

Her çend helwesta hanê ne rast e û li hev pêvajoya Kurdistana Başurê nayê, lê dikarin bêjin, ku herdu partî rêxistinên cuda ne û mafê wan heye, ku propaganda xwe pirtir bikin.

Lê gava meriv hinek gengeşiyan li ser bûyer û qewmandinên dawî yên Başurê, di hinek malperên Kurd da dixwine aciz dibe.

Li hinek malperên Kurd da, ku nêzikê rêxistin û grubên siyasiyên Kurdistana Bakurê ne, mineqaşeyên bê sud hebû. Hinek malper kar û hewlên Celal Talabaniyê piçûk didît, hinekên din jî yên Mesud Barzaniyê.

Bi baweriya min gengeşiya hanê bê sud û bê wext e. Ji ber ku herdu serok Kurd in, berjewendiya gelê me diparêzin û bi alikariya hevdu hatine vê maqamê û herdu jî bi caran gotine, ku hewcedarê hevdu ne.

Erkê, ku li ber pêşiya me yên Kurdên parçeyên dinê heye, ne gengeşi ye li ser kar û kiryarên herdu serok. Gengeşiya hanê bê wext û bê sud e.

Malparên me şuna gengeşiya hanê, bona pêş xistina xebata Kurdistan Bakurê pirtir hewl bidin wê baştir be.

Wexta gengeşiyên bê sud nîne. Wext wexta hevkarî û yekitî ye û di di warê da erkên mezin hene li ser milê malparên Kurd da.

 
 
PSK Bulten © 2005