PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Girîngiya Gotina Mesud Barzanî

Casim Rênas

Heyamek e, ku Serokê Herêma Kurdistana Başûr Kak Mesud Barzanî li derwayê welat e, ser li welatên Ewropa dide û ligel serok û karbidestên wan welatan giftugo dike.

Di heyema serdana Serokê Herêmê li derwayê welat da, çapemeniya wan welatan û rojnamayên, ku di wan welatan da çap û belav dibin, ligel Serokê Herêmê hevpeyvîn çêdikin. Kak Mesud Barzanî jî di van hevpeyvan da bîr û baweriya xwe li ser babetên cur be curê yên doza Kurd eşkere dike.

Kak Mesud Barzanî hevpeyvîna xwe ligel rojnameyên Erebî bi navê Şarq ûl Ewsad û El Heyat, ku li Londrayê derdikevin, gotibû, ku mafê Kurdan jî heye dewleta xwe ya serbixwe damezrinîn û divê Kurdan bê tirs vê mafê xwe daxwaz bikin û hwd...

Gotina hanê ya Serokê Heremê gelek deng veda. Di televîzyon û radyoyên navçeyê da li ser gotina Kak Mesud bername hatiye belav kirinê, gelek maqale û lêkolîn di rûpelên rojnaman da ci girtin.

Gotina Kak Mesud Barzanî gelek girîng e, lê ne nû ye. Ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê berê jî gelek caran eynî tişt gotibû.

Lê belê di nava gotina berê û niha da cudayiyeke girîng heye: Kak Mesud Barzanî, gotina xwe yên berê wekî Serokê partiyeke digot, niha wekî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje. Kak Mesud Barzanî niha Serokê Herêma Kurdistan e û ji aliyê gelê Kurdistana Başurê hatiye hilbijartin.

Her usa Destura nu ya Iraqê di encema rapirsînê da hatiye qebul kirinê û di Desturê da Federasyon, Parlamentoya Kurdistana Başûrê û Serokatiya Heremê jî cî digrin. Ku ev yeka axaftina Kak Mesud Barzanî girîngtir dike.

Bê guman gotina Serokê Herêmê dilê hemu Kurd xweş kir; dike..

Usa xuya ye, ku dilê rêvabirên PKK jî bi gotina Kak Mesud xweş e. Dixwazin Serokê Herêm navcîtî di nava dewleta Tirkiyê û PKK da bike!..

Rêvabireke PKK Duran Kalkan di giftugoyeke da him dixwaze Kak Mesud Barzanî mabeyna wan û dewletê da navçîtî bîke, hîm jî dibêje, dewleta Tirk dixwaze YNK û PDK êrîşê PKK bikin, lê YNK û PDK baqil bûne, têgêhîştî û kamil bûne.

Kalkan berdewama axaftina xwe da dibêje, hemu tiştên, ku li Kurdistana Başûr hene (ango Federasyon, hikumet û hwd) ji destê û alikariya dewleta Tirk hatine ava kirinê, wekî bertilê şerê wan dijî PKK!

Ango Kalkan dibêje, ku PDK û YNK dijî PKK şer kirin, dewleta Tirk jî bona damezrandina federasyon û avakirina hikumet û hwd, alîkariya wan kir!..

Lê belê hemu kes, Kalkan bi xwe jî dizane, ku PKK êrîşê hikumeta Kurdistanê kir ne YNK û PDK dijî PKK şer kirin...

 Ji xwe Ocalan jî vê yekê îtîraf dike û dibêje, ku “di sala 1992’an da me nehişt dewleta Kurd ava be.”

Serokê Herêma Kurdistan bi xwe biryar dide gelo navçitî mabeyna dewleta Tirk û PKK’ê da dike an na?

Lê Eger PKK dixwaze derbareyê daxwaza xwe da samîmî be, divê rastiyê beravêjî neke; qedrê Mesud Barzaniyê bigre buxtan li wî, li partiya wî û destkevtiyên Kurdistana Başurê neke!..

 
 
PSK Bulten © 2005