Girîngiya Ziman û Siyaset
Casim Rênas
Di wan rojên dawiye li ser zimanê Kurdî û giringiya
ziman gelek û gelek tê axaftin. Di hinek malparên Kurdî da
kampanyayek bona zimanê Kurdî destpêkiriye. Gelek ronakbîr
û kesayetiyên Kurd beşdarê vê kampanyayê dibin, bîr û
baweriyên xwe li ser vê babatê pêşkeş dikin.
Her vê demê nuçeyeka gelek girîng û balkeş
di rupelên hinek rojnaman da ci girt. Bi gor vê nuçeyê, li
Batmanê, Qursa Zimanê Kurdî ji ber kemasiya şagirt û
astengên aboriyê hatiye daxistin. Her çende gotina berpirsên
qursa navbirî li ser vê mijarê cuda be jî..
Sedem çi dibin bila bin, ji ber kêmbûna şagird
û astengên aborî bin, an ji wekî gotina berpirsên qursê, kutabûna
heyama peymana kîrê kirina xanî bin, îro li Batmanê Qursa
Zimane Kurdî nîne. Ev qursa zimanê, ku bi beşdarbûna
nêzîkê 30 hezar Kurd ve hatibû vekirin, çoş û heyacaneke
mezin pêkanî bû!...
Bê guman rola ziman di pêkhatin û perwerdebûna
şexsiyetê da, di nişan kirina nasnameyî da mezin
e. Guman têda nîne, ku yek ji nişanderên netewebûnê ziman
e.
Û yek ji erkên welatparêzan, parastina zimanê Kurdî ye,
berxwedan e li hemberê asîmilasyonê. Bona vê yekê jî ronakbîr
û nivîskarên Kurd divê cehd bikin, ku berhemên xwe bi Kurdî
biafirinin, di kar û xebatên xwe yên çandî û edebî da zimanê
Kurdî bi kar bînin.
Berxwedan li diji asîmîlasyone bi tenê erk
û karê ronakbîr û nivîskarên Kurd nîne, erkê hemû Kurdan e,
hemû dayik û bavan e. Divê hemû Kurd, di mala xwe da bi taybetî
jî ligel zarokên xwe Kurdî biaxivin, zarokên xwe fêrî zimanê
Kurdî bikin û hwd.
Erkên Kurdan di warê parastina ziman da, di meqala û gotarên,
ku di çarçeveya kampanyaya navbirî da hatine belav kirine,
cî digrin. Her usa derbareyê vê babatê peşniyarên bi
nirx jî hene..
Le bêle wekî bûyera Qursa Zimanê Kurdî li Batmanê
jî nişan daye, di warê parastin û pêşve birina zimanê
Kurdî da, ji bo serketinê beşdarbûna 30 hezar kes, an
jî destpêkirina kampanyayên hanê bi tenê ne bes in. Pêwîst
e ligel van karan, karên din yên girîngtir jî bêne kirinê.
Û divê aliyê siyasî ya mijarê ji bîra me neçe.
Bi baweriya min parastina zimanê Kurdî li hember
asîmîlasyonê her usa bi karên siyasî girêdayî ye.
Beşekê siyaseta dewletên dagirkerên Kurdistanê,
asîmîlasyon e. Her usa çiqas girîng be bila be, parastin û
pêşve birina zimanê Kurdî berê azadiya welat, beşek
e ji xebata rizgariya Kurdistanê. Ji ber ve yekê jî divê ligel
vekirina qursên zimanê Kurdî bi beşdariya hezaran kes
û amadekirina kampanyayên hamasî, divê karên siyasî jî bêne
kirinê.
Daxwaza bi kar anîna zimanê Kurdî di hemu qonaxên
perwerdeyî da, tenê dexwazeka netewî û demokratîk nîne. Her
usa daxwazeka bingehîn e û serketina vekirina qursan û kampanyayan
desteber dike.
Xebat bona ci bi ci kirina daxwazên hanê, rêka
serketina qurs û kampanya jî xweş dike. Bona vê yekê
jî bi tenê axaftina Kurdî di malan da, xwendin û kirina pirtuk
û kovarên Kurdî ne bes e. Divê bona vê daxwazê xebat jî were
kirinê.
Nivîsandin û afirandina berhemên Kurdî ji aliyê nivîskar
û hunermendên Kurd jî bi tenê ne bes e. Her wekî xuya ye ,
ronakbîrên me jî bona bi dest xistina mafê bi kar anîna zimanê
Kurdî di hamû qonaxên perwerdeyî da, divê kar û xebat bikin.
Ango, bona ku zimanê Kurdî bê parastinê, pêwîst
e ronakbîr, nivîskar û hunermendên me bi siyasetê va mujil
bin, pirtir derkevine meydana siyasetê.
|