“Gorên Bi Komel” Û Jenosîd
Casim Rênas
Di wan mehên dawiyê da, li Iraqê gelek “gorên bi komel” an
jî gorên cemî hatiye derxistin.
Bi gor gotina Vezîrê Mafê Mirov yê berê Baxtiyar Emîn, heya
niha li Iraqê 300 gorên bi komel hatiye ditîn, ku têda hestiyên
nezikê dused hezar kes hebûne. Dîsa bi gor gotina Baxtiyar
Emîn li Iraqê nezikê 2 mîlyon kes “bê ser û şun” in,
ango ji wan çû xeber nîne, gelo mane an na? Eger nemane, çi
bi ser wan da hatiye, gorên wan li ku ne?
Di wan rojên dawiyê da, li paytexta Kurdistana Başur,
Hewlêrê goreke bi komel hatiye derxistin. Ciyê gorên bi komel
di serdema Baas’ê da Bingeha Emniyetî ya Partiya Baas bûye.
Bi derxistina gorên bi komel va, hêdî hêdî çarenusî qurbaniyên
enfalan jî diyar dibe.
Gava zilm û zordariya rejîmê BAAS li ser gelê me tê hole,
“Kîmyabaranî ya Helepçe” tê bîra me û em jî her tim behsa
vê karasatê dikin.
Lê belê, bi baweriya min girîngiya Enfalan ji karasatê Halepçe
zêde nebe jî, kêm jî nîne. Di encama Enfalan da bi jîn û zarok,
bî pîr û xortê va, nezîkê 182 hezar Kurd “bê ser û şun”
in û bi derxistina gorên bi komel jî çarenusî wan hêdî hêdî
diyar dibe.
Herku hêjmara gorên bi komel, ku hatine derxistin, zêde dibe,
pervendeyê (dosyayê) Seddamê li ber dadigeh jî sturtir, ehtimala
mehkûm kirina Saddam bi tavanê jenosîdê xurttir dibe.
Eger Saddam û hevalên wî, bi tavanê jenosîdê bêne mehkum
kirin, hingê rê li ber mehkum kirina dagirkerên din yên Kurdistanê
jî vedibe. Û bivê nevê ew jî wekî Seddamê wê bêne mehkum
kirinê.
Ku, yek ji wan dewleta Tirkiyê ye.
Dewleta Tirkiyê, di warê navnetewî da, ji ber meseleyê jenosîda
Ermenî, sal bi sal dikeve tengasiyê. Zexta navnetewî li ser
Tirkiyê roj bi roj zêde dibe.
Bi baweriya min Tirkiyê nikare xwe li ber vê zexta navnetewî
rabigre. Evê mecbur bimîne û tavanê jenosîda Ermeniyê îtîraf
bike.
Dewleta Tirkiyê ligel îtiraf kirinê, dikare bêje, ku “jenosîda
Ermeniya di serdema İttîhad Teraqî da qewîmiye, em Komarî
ne, pêyvendiya me ligel vê jenosîdê nîne”, û hwd.
Van gotina dewleta Tirk di qada navnetewî da tê qebul kirin
an na? Ev babeteke cuda ye.
Lê dewleta Tirkiyê derbareyê jenosîda Kurdan nikare usa bêje.
Ji ber ku li ser qetliama Pîranê, Agiriyê, Dersîmê gelek wext
ne çûye, şahîdên wan qetlîaman hê jî dijîn. Ligel vê
jî yên ku li Pîranê, Agirî û Dersîmê jenosîd xulqandina, ji
esmanê ne hatine, ji vî welatî ne û bi destura karbidestên
dewletê xulqandine.
Bi bawariya min yek ji erkên rêxistinên siyasî û civakiya
Kurdên Bakûrê, berhev kirina belge û dokumentên pewîst li
ser jenosîda kurdan e. Divê partî û rexistinên siyasî ji bona
vê armancê dezgeyeke netewî damezrînîn, an jî piştgiriya
xwe li dezgeyên, ku di vî warî da kar û xebatê dike, nişan
bidin, alîkariya wan bikin.
Bi kurtî divê em kurdên Bakûr divê xwe amade bikin.
Daku ji mehkum kirina Seddam bi tavanê jenosîdê îstîfade
bikin, bona mehkum kirina dagîrkerên xwe..
|