Gotin ne bes e, kar jî divê..
Casim Rênas
Herwekî tê zanin, axaftina Serokkomarê Tirkiyê Abdula Gul
di destpeka devra nu ya Meclîsê da, gelek deng vedaye.
Axaftina hanê, di medyayê Tirk da bûye mijara deng û bahs
û maqaleyên cur bi cur. Gelek rojnamevan û nivîskar li ser
wê nivîsin.
Ku, bi rastî axaftina Abdula Gul di hinek waran da girîng
bû.
Gul behsa Destura nû kir û got, ku “pirsa Kurd berhema ne
demokratbûnê ye.”
Eva cara yêkan e, ku Serokkomarê Tirkiyê bi eşkere li
Meclîsê îtîraf dîke, ku pirsa Kurd heye û kêşeyê hanê
berhema siyaseta dewletê ya ne demokrat e.
Ku ev yêka bi baweriya min girîng e.
Abdula Gul her usa got, ku “pirsa Kurd û kêşeyê teror
ji hev cuda ne.”
Gotina hanê ya serokkomarê Tirkiyê, ji mêj ve bûye benişta
devê karbidestên Tirkiyê û me gelek caran bihîstiye, xwendiye.
Ya rastî PKK û “terorê” wê û keşeyê Kurd ji hev cuda
nînin.
PKK û “terorê” wê jî wekî pirsa Kurd “berhema ne demokratbûnê”
ne, ango berhema siyaseta fermî ya dewleta dagirker e, ku
li ser înkar kirin û asîmîle kirina gelê Kurd û gelen din
hatiye damezrandin.
Ji bona vê yêkê jî çareser kirina pirsa Kurd û çareser kirina
“terorê” girêdayiya hevdu ne.
Her hikumetek, an desthilatdariyek, ku dixwaze pirsa Kurd
çareser bike, ne tenê divê ji çarçeveyê siyaseta resmî derkeve
derê, her usa nikare PKK û “terorê” wê ji bîr bike, li ber
çav negre.
Em bêjin, gotina Gul û yên dinê rast e, “pirsa Kurd û kêşeya
teror ji hev cuda ne.”
Ma gelo di vî halê da ne pewîst e, ku hikumeta Tirk guhê
xwe nede hebun û tune bûna “teror”e, ji bona çareser kirina
Pirsa Kurd gavan bavêje?
Bê guman bi gor mentiq û bîr û hizrên maqul divê usa be,
bona çareser kirina pirsa Kurd gavan bêne avêtin.
Lê belê karbidestên dewleta Tirk usa nakin.
Alîkî va dibêjin “teror” û pirsa Kurd ji hev cuda ne, alîkî
va jî “teror”ê dikine hencet û dibêjin heya “teror” hebe bona
çareser kirina kêşeyê Kurd gavan nayênê avêtin.
Ango “teror” û pirsa Kurd bi hev girêdidin.
Ku, ev yêka jî durûtiya karbidestên dewletê nişan dide.
Heya ku Abdula Gul ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka
demokratîze bûnê, kar û xebat neke, Kurd bawer bi gotina wî
nakin.
Karbidestên dewleta Tirk heya niha gelek caran gotinên xweş
kirine û mizgîniyê bi xêr dane.
Lê belê ji ber ku tenê gotin bûye û kar û xebat nehatiyê
kirinê, hemu bi avê da çûne.
Eger Abdula Gul dixwaze gotina wî bi avê da neçe, divê guhê
xwe bide daxwazên Kurd yên demokratîk û netewî, bona cigîr
bûna aşitî kar û xebatê bike.
Eger Gul usa bike, ango ne têne bêje, her usa kar û xebatê
bike û bibe serkêşiya pêvajoya guhartin û demokrasiyê
pêşve bibe, bê guman navê wî di lîsteya nemiran da ci
digre.
Beravêjiya wê, ango Gul tenê bêje û tû tişt neke, navek
di lîsteya ji bîr çûyiyan da zêde dibe..
Îro dil dixwaze navê Gul di listeya nemiran da be..
|