PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Hilbijartin Û Nigeraniyê

Casim Rênas

Di 15’ê vê mehê li Iraqê hilbijartineka gelek giring wê çêbe. Gelên Iraqê, bona hilbijartina endamên Meclîsa Iraqê wê herine ser sandoqên dengê.

Hilbijartina hanê ji hilbijartina berê, ku di destpêka sala 2005’an da pêkhatibû, giringtir e. Ji ber ku, di encama hilbijartinê da meclîseka nû dê pêkbê. Meclîsa nu jî him serokatî û him jî hikumeta nu ya Iraqê  wê destnişan bike.

Erkên serekî yên meclis, hikumet û serokatiya nu ya Iraqê, cî be cî kirina Destura nu ye; derxistina zogonên nu ye; rêkxistina îdare ye; damezrandina dezgeyên pêwîst e; derxistina zogonên nu ye.

Bi kurtî hilbijartina hanê destpêka saz kirina îdareyeka nu ye; damezrandina dewleteka nu ye, ava kirina Iraqeka nu ye.

Diyar e bandora karên hanê li ser Kurdistana Başurê gelek e. Ji ber ku piraniya Kurdên Başurê bi dengê xwe biryar dan ku di Ireqê federal û demokrat da ligel gêlen din yên vê welatî bijin.

Tê zanîn, ku di her welatê federal da hinek kar û barên giştî hene ku divê hukumeta merkezî û îdareyên federasyonan bî hevra bikin; biryara hevbeş bidin.

Çareser kirina pirsa Kerkukê bi gor Xala 136’ê Destura Iraqê û vegerandina navçeyên Xeneqîn, Şingar, Maxmur û hwd. nava tixûbên Kurdistanê, karên gelek girîng û pîroz in. Her usa danina mekanîzmayek ji bo peşmergeyên Kurdistanê û bi kar anîna dewlemendiyên ser erdê û bin erdê, vergirtina pişka Kurdistanê ji butceya merkezî jî, beşek in ji karên giring. Û karên hanê pişti hilbijartinê wekî xalên serekî, di rojeva siyasî û îdariya Iraqê da cî bigrin...

Ji ber vê yekê jî bona parastina berjewendî û deskevtiyên netewî pêwist e, ku Kurd bi xurtî di meclis û hikumeta Iraqê da ci bigrin. Bi gotineke din, li Baxdayê hîn gelek kar û barên Kurdan hene û divê bêne kirinê.

Piraniya rêxistinên Kurdistana Başurê her wekî hilbijartina berê, vê carê jî bi liste û bernameyeka hevbeş beşdarê hilbijartinê dibin. Lê belê vê carê Yekgirtina İslamî di Lsteya Hevpeymaniya Kurdistanê da cî nagre, bi serê xwe beşdar dibe. Nayê inkar kirinê, ku li Kurdistana Başurê alîgîr û endama vê rêxistinê pir e û nîgeraniyek (endişe) peyda bûye, ku helwesta nunerên Yekgirtiya Îslamî di meslisa Iraqê da, ligel partiyên îslamiyên Ereb be.

Herwekî di Konferansa Demokrasî û Rojhilata Navîn da jî hate gotin, xelk dixwaze îdareya Kurdistanê giringî bide pirsên civakî û jiyana gel baştir bike. 

Bilî ji vê, bûyerên Kelar û Akrê nişan dide, ku hinek problemên giring û serekî wekî elektrîk û benzin û neft ne hatine çareser kirinê û aciziya xelk jî pirtir dibe.

Ev yeka jî li ba Serokatiya Siyasiya Kurdistanê nigeraniyeke dinê peyda kiriye, ku xelk bona protesto kirina herdu îdareya Kurdistanê, neçine ser sandoqan û hilbijartinê protesto bikin. Bona vê yekê jî Serokatiya Siyasiya Kurdistanê, rêxistina siyasî û civakî banga gel dikin, ku pirtir beşdarê hilbijartinê bin, daku destê Kurd li Baxdayê bi hêztir be, daku bona rêka çareser kirina pirsa Kerkuk û pirsên din yên jorî, xweş be.

Her usa bona vê armancê Serokatiya Siyasî, partî û rêxistinên civakî semîner û konferans amade dikin, civînan çêdikin. Di van civînan da behsa pirs û problema civakî û rêka çareseriyê jî tê kirinê.

Bi baweriya min divê gelê me li Başurê pirtir beşdarê hilbijartinê bin daku destê Kurd li Meclîsa Iraqê bi hêztir be.

Û herweha îdareya Kurdistanê divê pirtir guhê xwe bide acîzî û gazina gel, hawl bide pirsgirêka civakî çareser, jiyana xelkê baştir bike.

Bi baweriya min pêgava yeka, ku di vê warê da divê bê avêtin, yekxistina herdu îdare ye, ku ev yaka jî daxwaza serekî ya gelê Kurdistana Başurê ye.

 
 
PSK Bulten © 2005