PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

"Hukmê Mêjû"

Casim Rênas

"Hukmê mêjû" di zarava Soranî da bêjeyek e û rewşa Kurdistana Başurê ya îro destnişan dike.

"Hukmê mêjû" ango biryara dîrokê.

**

Bona li hev hatina Partiya Demokrata Kurdistan-PDK û Yekitî Niştimanî Kurdistan-YNK li ser Qanûna Serokatiya Heremê, partî û rêxistinên Kurdistanê, xêrxwaz û kesên navdarên Kurd gelek hewl dan; didin.

Ligel hewl danên hanê, bi rêvabirên herdu rêxistin jî projeyên xwe yên derbareyê Serokatiya Heremê pêşkeşê hevdu dikin; dicivin, bona çareser kirina nakokiyên xwe niqaş dikin.

Eşkere ye, ku YNK û PDK du rêxistinên cuda ne û tiştekî sirûştî (normal) ye, ku bîr û baweriya wan li ser pirs û pirsgirêkên siyasî û civakî cuda bin. Ku yek ji wan Qanuna Serokatiya Heremê ye û gengeşiya herdu partî li ser vê babetê berdewam e.

Heya îro hewlên parti û xêrxwazên Kud berhema xwe nedaye, herdu hêzên serekî ya Kurdistana Başurê li hev nehatine. Ev yêka jî nîgeraniyê, ku li seranseri Kurdistanê heye, pirtir dike.

Bona amade kirina Qanuna Serokatî ya rêk û pêk, gengeşiyekê zanistî pêwîst e, lê divê partî, rêxistin û dezgeyên din yên Kurdistana Başurê jî, bêşdarê vê gengeşiyê bibin. Ev aliyeke mesele ye. Aliyeke di ya mesele heye: Bi baweriya min zirufa Kurdista Başur, Iraq û navçê, bona niqaşên dûr û dirêj ne musaîd e.

Ji ber ku niqaş herku dirêjtir, li hevhatin herku derengtir dibe, nigaraniya gel jî hênde zêdetir dibe.

Niqaş herku dirêjtir, li hevhatin herku derengtir dibe, hewlên dijmin û nehezên gelê me pirtir dibe. Delîve û derfet ji bo wan çêdibe, ku bi hêsani derb li aramî û asayişa Kurdistanê xin, dijî gelê me fêl û fûtan bikin. Dek û dubarayê Serokwezîrê Iraqê di proseya sond xwarinê da nimuneyê vê yekê ye.

Niqaş herku dirêjtir, li hevhatin herku derengtir dibe, prestîja bizava Kurdistana Başurê di warê navnetewî da kêmtir dibe. Bi baweriya min serokatiya herdu partî jî gotina xalkê bihistine, ku dibêjin "nakokiyeka gelek kur û dirokî heye di nava şia û sunniya Iraqê da. Ew bona damezrandina hikumetê li hev hatin, lê li ser hilbijartinê pirtir sê meh derbas bû, YNK û PDK hêşta li hev nehatine, ku Parlamentoya Kurdistanê dest bi karê xwe bike.

Eva hanê û gelek sebebên dinê, rewşa Kudistan û navçeyê, li ser PDK û YNK ferz dikin ku, li hev bên.

Bi baweriya min li hev hatina herdu rêxistin li ser Qanûna Serokatiya Heremê, hukmê mêjû ye. Divê herdu partiyên berpirs, bi gor biryara dîrokê bizavê bikin û li hev werin.

Daku, Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar bike, herdu hukumet yek be.

Daku, nîgeraniya gel zêde nebe, arami û asayiş li heremê cigirtir be, welatê me avatir, jîyana gel jî baştir be.

Daku nahezên federasyonê fêl û fût li me nekin, Fedarasyon di Qanûna Esasiya Iraqê ci bigre, delive û derfet bona dijminê dagirker peyda nebe, ku derb li me xin.

Ez pişt rast im, ku bi rêvabirên herdu partî, xweyiyê vê hestê berpirsiyarî û netewî ne û dikarin dilê dostan şad, yên dijmiman jî reş bikin.

 
 
PSK Bulten © 2005