PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Kuştina Hîkmet Fîdan Bi Kêrî Kê Tê?
Casim Rênas

Berpirsê Kurdistana Bakûr û Tirkiyê ya Partiya Welatparêz a Demokrat-PWD Hîkmet Fîdan, li Amedê hat kuştin. Hîkmet Fîdan her usa demekî Cigirê Serokê HADEP’ê bû.

Şîweya kuştina Hiikmet Fîdan, saziyên kurdkuj wekî JİTEM û Kontrgerilla yên dewleta dagirker Tirk tîne bira mirov.

Rojnameyên Tirk jî , bi lez û bez ragihandin, ku sedema kuştina Hîkmet Fîdan siyasî nîne. Lê belê hemu kes dizane, ku Hîkmet Fîdan heya mirinê bi siyasetê va mujil bû. Ne tenê yek ji bi rêvabirên HADEP’ê bû, her usa di xebata legali ya Kurdan da mirovekî çalak bû. Û bi gor daxuyaniya PWD jî, Hîkmet Fiidan berpirsê Kurdistana Bakûr a vê rêxistinê bûye.

Gelo sedemê kuştina merivekî usa siyasî nebe, êdî çî ye? Gelo rojnameyên Tirk, bi vê helwesta xwe, dixwazin tiştekî veşêrin?

Tê gotin ku, eger di destê mirovan da delîl tune be, mirov nikare qatilan destnişan bike. Lê belê bersiva çend pirsan dibe alîkarî ji bo destnişan kirina qatilên Hîkmet Fîdan.

Gelo kuştina Hîkmet Fîdan bi kêrî kî tê? Bi kêrî kijan hêz, partî gruban tê?

Neyar û dijminên Hîkmet Fîdan kî ne? Gelo ne eşkere ye, ku yek ji wan qatîlê wî ye?

Yek ji dijminê Hîkmet Fîdan dewlet bi xwe ye.

Her wekî dizanin, rejima dagirker a Tirk bi destê nokerên xwe, bi destê JÎTEM û Hizbullah gelek welatparêzên Kurd wekî Hîkmet Fîdan kuşt. Siyaseta hanê ya dewleta Tirk îro jî berdewam e.

Ango dibe ku Hîkmet Fîdan bi destûra dewletê û ji aliyê nokerên dewletê va hatiye kuştin.

Kongra Gel-PKK jî yek ji neyarên Hîkmet Fîdan e. Ji ber ku Hîkmet Fîdan jî weki gelek kesên din ji Kongra Gel-PKK cuda bûbû û ligel PWD kar û xebat dikir.

Tişteke veşartî nîne, ku PKK heya niha bi sedan, hezaran endam û rêvabirên xwe yên cudabûyî kuştiye. Terorkirina Siphan Rojhilat û Kemal Şahin (Kemalê Sor) li Kurdistana Başûr mînaka dawî yê vê rastiyê ye.

Tê bîra me, ku Abdullah Ocalan, bi rêka parêzvanên xwe, derbareyê hevalên xwe, ku cûda bûne, ferman derxistibû û goti bû, “divê Kongra Gel bibe tofan û bobelîsk li ser wan da biçe.” Dibe ku Hîkmet Fîdan, ku bi destpêkirina pêvajoya İmraliyê ji PKK cûda bîbû, ketiye ber tofan û bobalîskê hanê.

Bi gor daxuyaniya PWD, Serokê Komîta Karger a Kongra Gel Murad Karayilan, bi telefonê gefa Hîkmet Fîdan xwariye.

Her usa di malpera PWD’ê da axaftineka dirêj ya  Cemil Bayik heye. Herwekî tê zanin Cemîl Bayik yek ji rêvabirên Kongra Gel e û ev axaftine di Konferansa Ewropî da kiriye.

Piraniya axaftina Cemîl Bayik li ser “xayinan” e, bi taybetî “xayinên PWD” ye. Hevokeke Cemîl Bayik, siyaseta Kongra Gel-PKK derbareyê PWD û rexistinên din yên Kurd destnişan dike. Cemîl Bayik dibêje, “eger em xayinan ji holê ranekin, ewê me ji holê rakin.”  

Her wekî xuya ye şik û guman bi piranî li ser Kongra Gel-PKK ye û Kongra Gel-PKK jî heya niha halwestê xwe derbareyê kuştina Hîkmet Fîdan eşkere nekiriye.

Helwest û gotinên hanê yên rêvebirên Kongra Gel-PKK, zirufeke usa pêkaniye, ku dewletên dagirker û saziyên wi yên kurdkuj û qatîl dikarin hespê xwe bi hêsani û bi gor dilên xwe bajon.

Kuştina Hîkmet Fîdan him bi kêri dewletê him jî bi kêri PKK hatiye. Ji xwe ji mêjve ye, ku tixubên, ku berjewendiya dewlet û PKK cuda dike, winda bûye, kar û kiryarên herdu ali, hevdu temam dikin.

Nasnameya qetilkar çi dibe bila be, qetilkar endamên PKK bin an JİTEM bin, kuştina Hîkmet Fîdan qewmandineke gelek giring e û nîşana hinek kar û kirinên xater e li pêşedemî da.

Divê hemû hêz, partî û şaxsiyetên Kurd dengê xwe dijî kuştina Hîkmet Fîdan bilind bikin, bîr û baweriya siyasî ya wî çi dibe, bile be!

Lê mehkum û protesto kirinê bi tenê têrê nake.  Divê partî û rêxistinên Kurd bona pêşî lê girtina kuştinên hanê hevkariya hevdu bikin.

 

 
 
PSK Bulten © 2005