PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Li Ser Konferansek

Casim Rênas

“Konferansa Serxwebûna Kurdistanê”, ku li Hewlêrê civiya bû, di rojnama, malper û televîzyonên Kurd da cîyekê berfireh girt, gelek nûçe û giftugo li ser konferansê hatin belavkirinê.

Di wan rojên dawîyê da, bi taybetî paş serdana Serokê Herêma Kurdistana Başurê Kak Mesud Barzanî li Dewleta Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û İngilîstanê, bêjeya “serxwebûna Kurdistanê” di medyayên Kurdistana Başurê da gelek tê bi kar tê.

Serxwebûna Kurdistanê babeteka gelek giring e û divê ji hemû alîyên va were lêkolînê.

Û divê li ser mijara serbixweyî ya Kurdistanê konferansên zanistî, civînên siyasî bêne çêkirinê.

Ji ber vê çendê “Konferansa Serxwebûna Kurdistanê”, ku ji alîyê Kongra Netewî ya Kurd li DYA-Bakûr (K.N.C) hatiye amade kirinê, konferanseka giring e. Nuçeyê rojnama me da jî dide xuya kirinê, di heyama konferansê da li ser babatên giring gengeşî jî çêbûne.

Lê belê kêmasîyeka mezin a konferansê hebû, ku divê werê behs kirinê. Daku di dehatuyê da neyê dubare kirinê: Beşdar nebûna rêxistinên Kurdistana Bakur û Kurdistana Suriyê.

Pirsa “Serxwebûna Kurdistanê” kêşeya hemu parçeyên welatê me ye. Bona vê yekê jî gava li ser babeta hanê konferansek bê amade kirinê, divê nunerên hemû rêxistinan, pispor û ronakbîr ji her parçeyan têda başdar bibin, bi taybetî jî ji Bakûrê. Ji ber ku Kurdistana Bakûr mezintirin perçe ye û piraniya gelê me di vê parçeyê da dijin.

Ji ber vê çendê beşdar nebûna rêxistinên Bakurê û Kurdistana Suriyê kemasiyek e û ciyê rexne ye.

Ji xwe hinek beşdarên konferansê vê kêmasiyê gotine û ji amadekaran pirsine, ku “çima rêxistinên herdu parçeyên kurdistanê di konferansê da ninîn?”

Bersiva amadekaran mixabin qasê beşdar nebûnê ciyê rexne ye: “Me nikarî pêyvendî ligel wan bigrin.”

Belê, di serdema înternetê da, K.N.C, ango Kongra Netewî, ku ji hemu parçeyên Kurdistanê Kurd têda hene, nikare ligel rêxistinên Bakûr û Kurdistana Suriyê pêyvendî bigre!..    

Hêvîdar im sedema beşdar nebûna rêxistinên herdu perçe wekî gotina amadekaran be, ne ji sedemên yên dinê...

Ligel vê kemasîyê konferansa hanê gaveke baş û pozitiv e. Ji ber ku, qasê ku ez dizanim evê cara yekê ye ku konferanseka usa tê çêkirinê û têda rêxistinên serekî wekî YNK, PDK, û HZDKİ têda beşdar dibin.

Bê guman di dehatûyê da konferansên weha û bê kemasîyê wê bêne çêkirinê.

Û meriv dikare Konferansa Hewlerê wekî destpêkek bihesibine..

 
 
PSK Bulten © 2005