Mesud Barzanî û Serokatiya Herêmê Kurdistanê
Casim Rênas
Di van rojên dawiyê da li Kurdistana Başurê dihat gotin,
ku Kak Mesud Barzanî nexwaze bibe Serokê Heremê Kurdistanê,
ger neyê hilbijartinê.
Demek e, li Başûrê, bi taybetî navçeyên, ku di bin qontrola
Partiya Demokrata Kurdistan-PDK da ne, li ser Serokatiya Herêmê
Kurdistanê tên axaftin. Gelek maqale, lêkolîn derbareyê vê
babatê di rojname û kovaran da ci digrin, ku ji aliyê ve partiyê
ve têne belavkirin. Radyo û televîzyonên PDK, gelek bername
û giftogo li ser vê babatê belav dikin.
Serokatiya Heremê Kurdistanê cara yeka di hilbijartina sala
1992’an da, di rojeva Kurdên Başurê da ci girtibû. Lê
belê ji ber hinek sebeban heta wan rojên dawiyê li ser vê
babetê behs û giftogo nehate kirin.
Pişti hilbijartina îsalî, cara yeka Mam Celal Talabanî
bi eşkere behsa Serokatiya Heremê Kurdistanê kir.
Tê zanin, him berê hilbijartinê, him ji paş hilbijartine
serokatiya YNK û PNK zu bi zu dihatin ba hev, civînên hevbeş
dikirin û carna Mam Celal û Mesud Barzanî jî beşdarê
civinan dibûn.
Di civîneka çapemeniyê da, ku paş civinek hevbeş
ya YNK û PNK hatibû amade kirin, Mam Celal Talabanî ji aliyê
Mesud Barzanî ve ji bo serokatiya posteka giring ya Iraqê,
Mesud Barzanî jî ji aliyê Mam Celal va ji bo Serokatiya Heremê
Kurdistanê hat pêşniyar kirin.
**
Bê guman avakirina Iraqeka demokrat û fedaral, her usa faktoreka
bi hez e di proseya demokratîze kirina navçeya Rojhilata Navîn
da. Meriv dikare bêje, çarenusî vê navçeyê her weha bi proseya
Iraqê va girêdayî ye.
Îro bizava netewiya Kurd bûye hezekî serekî ji bo damezrandina
Iraqeka demokrat û federal, bûye yek ji wan hêzan, ku paşerojê
Iraqê destnişan dikin.
Lê bêlê îro jî pirs û pirsgirêk heye li ber gelê Kurdistana
Başur, ku çespandina federasyon di qanuna esasiya Iraqê
da, yekxistina herdu hikumeta Kurdistanê, pirsa Kerkuk û pêşmerge,
girêdana heremên nu azadbûyî wekî Şîngar, Xanîqin, Musul,
Maxmur û hwd. bi Federasyona Kurdistanê beşek in ji wan
pirs û pirsgirêkan.
Avakirina hikumet û Parlamentoya Kurdistanê, serketina Kurdan
di hilbijartina Iraqê da, bi kurtî bi hêzbûna tevgera Kurdî,
berhema yekitî û biratiya partî û rêxistinên Kurdistanê ye,
berhema yekdengî û yekhelwesta siyasî ye. Ger yekitî û hevkariya
hêzên Kurdistana Başurê nebaya, ne destkevtiyên netewî
dihatin parastin, ne jî Kurdan di hilbijartinê da serdiketin
û ne jî dibûn hêzekî serekî.
Bê guman di prosesa yekitiya hêzên Kurdistanî da, bi taybetî
li yek nêzik bûn û hevkariya YNK û PDK da rola serokên wan
herdu rêxistin, Mam Celal Talabanî û Mesud Barzanî eşkere
ye û li ber çav e.
Hevkarî û hevahengiya herdu serokên Kurd ne tenê zaminê parastina
deskevtiyên netewî ye, her usa zaminê cespandina mafên reva
yên Kurdan di Qanuna Esasiya Iraqê da ye û rêka çareserkirina
pirsa Kerkuk û pirsên din yên giring xweş dike.
Wekî tê zanin Mela Mistefa Barzanî, pişti Beyana 11
Adarê, wekî Serokê PDK ma, beşdarê bi rêva birina îdarî
nebû. Mafê Kak Mesud Barzanî heye, ku di vî warê da jî rêbaza
Mela Mistafa Barzaniyê bidomîne. Lê belê bizava Kurdistana
Başûrê gihiştiyê qonaxeka gelek girîng û nazik.
Parastin û çespandina desketviyên geleke zilm û zordarî ditî
li meydanê da ye.
Ji ber vê yekê divê Kak Mesud Barzanî guhê bide dengê gelê
xwe û bibe Serokê Heremê Kurdistan. Daku rêka parastin û çespandina
desketviyên netewî xweş be.
Daku, ronahiyê, ku Parlamana Kurdistanê belav dike û dilê
hemû Kurd bi vî şad e, bi hêz be.
|