Nîgeranî
Casim Rênas
Bûyerên Dihok û Zaxo, li ba gelê Kurdistana Başurê nîgeraniyek
peyda kiriye. Herçend rewş îro aram be jî, xelk nîgeranî
hinde ye, ku bûyerên hanê berdewam bin.
Tiştekî vaşartî nîne, ku cinarên
Başurê, ango dagirkerên Kurdistanê, dijminên demokrasî
û federasyonê, kevneperest û nijadperestên Ereb, bi kurtî
neyarên Ezmuna Kurdistana Başurê, li derfetê digerin,
ku derb li Kurdistana Başurê bidin, destê xwe dirêjî
kar û barê ve parçeyê bikin.
Bê guman eger pêşî neyê girtinê, berdewbûna
bûyerên Dihokê û rûdavan hanê, rê li ber nehazên Kurdistana
Başurê xweş dikin.
Her usa divê ji bîra me neçe, ku dagîrkerên
Kurdistanê bona, ku aramiya Kurdistana Başurê têkbiçe,
bi hemû hêzên xwe va hewl didin; wê bidin jî...
Bûyerên Dihok û Zaxo jî, ji bo wan keyseke
baş e ji bona gihiştina armancên xwe yên kirêt.
Eva aliyekê mesele ye.
Aliyekê dinê jî ev e, ku mafê tu partî, rêxistin,
grub û kes nine, ku xwe poles û qazî bizane, biryar bide,
ku ev an ew kes an rêxistin tewanbar in û ew bi xwe jî cezayê
wan diyar bike.
Herwekî li Dihokê rûda ye, eger her grubek
xwe qazî û poles bizane û êrîş bike ser bingeha Yekgîrtiya
Îslamî, êdî dezegeyên hêzên asayişê, dadigeh û qaziyên
Kurdistana Başurê bo çi ne?
Divê ji bîra me neçê, helwesteka hanê ne tenê
helwesteka diktatorî ye, her usa pêpes kirina deshilatiya
Kurdistana Başur e, nasnekirina serweriya welat e.
Bi gor zagonên Kurdistana Başurê hemu
rêxistinên siyasî azad in bi tenê an ligel rêxistinê dinê
wekî hevpayman beşdarê hilbijartinê bin û di proseya
hilbijartinê da bîr û baweriya xwe pêşkeşê gel bikin,
ji wan deng bixwazin.
Eger partiyek di proseya hilbijartinê da qanunan
pêpes kir û bi gor zagonê hilbijartinê tevnegeriya, li welatê
dezgeyên aşayişê, dadigeh û qazî hene. Ew dikarin
pêşiya qanunşikêne bigrin û cezayê wan diyar bikin;
ne her grubek an kesek.
Bi gor nuçeyên rojnama û sîteyên Kurd, Yekgîrtiya
Îslamî di proseya hilbijartinê da propagandayên xirab û dijî
ezmuna Kurdistanê kiriye. Diyar e ev yeka tiştekê ne
baş e. Lê belê dîsa jî mafê tu kes û hêz nine, ku êriş
bike ser bingeha vê partiyê û cezayê wan destnişan bike.
Ev erk û karê hêzên asayiş û dadigehên Kurdistanê ne.
Bi baweriya min erkê partî û grubên siyasî,
ku dijî Yekgirtina Îslamî ne, di proseya hilbijartinê da eşkere
kirina rû û armanca vê rexistinê ye. Û ev yeka ne tenê baştirin
ceza ye, her usa demokratiktirin rê ye jî...
Rêya hanê li Kurdistana Başurê demokrasiyê
bi hêztir dike, her usa rê û keys nade dagirker û nehazên
Kurdistanê, ku destê xwe dirêjî kar û barên Başurê bikin.
Helwesta Serokê Herêma Kurdistana Başurê
Mesud Barzanî helwesteka demokratîk û netewî ye. Divê êrîşên
ser bingeha Yekgirtiya İslamî bê mehkum kirinê.
Bi baweriya min baştirin rêka pêşi
lê girtina geşbûna Partiya Îslamî, çareser kirina pirs
û pirsgirêkên civakî û aborî ye. Ji ber ku em hemû dizanin,
gava pirs û pirsgirêkên civakî neyêne çereser kirinê, demokrasî
bi hemû dezgeyên xwe va cigîr nebin, tevgera îslamî bi hêztir
dibe.
Li Başurê jî gavê yeka, ku divê bona çareser
kirina pirsên civakî û aboriyê, ji bona cîgirtir kirina demokrasiyê
bê avêtinê, yekxistina herdu îdare ye.
|