PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Ocalan û KKK Çi Dibêjin?

Casim Rênas

Herwekî tê zanîn Komîta Karger a Koma Komelên Kurdistan (KKK) deklerasyonek bi navê “Deklerasyon Ji Bona Çareseriya Demokratik a Kêşaya Kurd” belav kir, ku têda peşniyarên KKK ji bona çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê hene.

Hem di deklerasyonê da, hem jî di xaftina Serokê Komîta Karger a KKK da çend xalên balkeş hene, ku divê bêne dubare kirin, daku rûye rastî ya KKK û armanca şerê PKK diji dewleta Tirk carekî din zelal be.

Deklerasyon balê dikşine ser xalek û dibêje, ku “PKK di sala 1999’anda li ser bangawaziya Ocalanê dev jê stretejiya xebata çekdarî berda û gerilla derketin derwayê tixuban.”

Em hemu dizanin, ku mebest ji “derwayê tixuban” Kurdistana Başur e.

Pirsiyarek tê hole. Gelo çi bû, çi qewimî çi hat guhartinê, ku PKK vegeriya ser stretejiya xebata çekdarî, dest bi şer kir?

Ca, şerê vê carê ya PKK ne ji bona Kurdistana serbixwe, an federasyon û otonomî ye.

PKK ji bo daxwazên hanê dibêje “dawxazên ne serdemî û kevneperest.”

Armanca şerê dawiya PKK ji bona demokratîze kirina Cumhuriyeta Tirkiyê, bona tenduristiya Ocalan û azadiya wî bû û niha jî usa ye.

Daxwazên, ku KKK di deklerasyonê xwe da bona çareser kirina kêşeya Kurd peşniyar kiriye, nişana vê rastiyê ne.

Di deklerasyona hanê da 6 xal hatine rêz kirin, ku bi kurtî ev in:

Naskirina nasname Kurd di bin banê nasnameya Tirkiyeyî da; rakirina astengên li ber çand û zimana Kurdî, nasandina mafê perwerde bi zimanê zikmakî, ligel Tirkî, qebul kirina Kurdî wekî zimanê fermî; nasandina mafên bîr û bawer û damezrandina rêxistin; azad kirina hemu girtiyên siyasî bê qeyd û şert; belav kirina sîstema caşîtî û peşve kişandina heezên taybet ji Kurdistanê, vegerandina gundiyan bo gundên xwe. Ku, paş ci be ci bûna xalên jorî, gerîlla çekên xwe datîne û beşdarê civata sîvîl dibin.

Helbet hinek daxwazên jorîn rewa û bi heq in wekî belav kirina sîstema caşitî, rakirina astengan li ber ziman û çanda Kurdî, azad kirina girtiyên siyasî bê qeyd û şert û hwd..

Lê belê gelo ji bona daxwazên hanê pêwîst e şer bê kirinê, xortên Kurd derkevin çiya, bikujin û bêne kuştinê?

Gelo bilî ji PKK, (ku dibêje nasnama Kurdî wekî nasnameka jêrî di bin banê nasnama Tirkiyeyî da) rêxistineka din heye, girêdana nasnama xwe bi nasnameka biyanî ra, wekî mercek ji bo çareseriya keşêya netewî pêşkeş bike?

Û pirsek tê holê. Gelo PKK, ku bi destura Ocalan dev jê stratejiya xebata çekdarî berdide û dîsa bi destura wî vedigere, di warê deklerasyonê da çiqas samîmî ye? Gelo kî desteber dike, ku sibê-dusibê Ocalan tiştên din, ku bi berjewendiya dewleta Tirk in,  nebêje?

**

Gava meriv bala xwe dide peyamên Ocalan, ku bi rêya parazerên xwe belav dikir, dibîne ku PKK, bi destura Ocalan û bo berjewendiya hêzên mîlîtarist, kevneperest, hezên dij-Yekitiya Ewropa (YE) dest bi şer kiriye.

Bi gotineka din generalên Tirk destur dane Ocalan, ew jî destur da PKK, ku dîsa vegere ser stratejiya xebata çekdarî. Daku rewşa Tirkiyê tevlihevtir, aloztir be.

Ku, hencet bikeve destê mîlîtarîst û kevneperestan, ji bona ku zext bikin ser hikumeta Erdogan; proseya YE bikeve tengasiyê.

Daku hencet bikeve dewleta dagirker, ku êrîş bike ser Kurdistana Başurê, deskevtiyên netewî ya vê başê welatê me têkbide.

Herwekî peyam û gotinên Ocalan dide xuya kirinê, ew jî dijî ezmunê Kurdistana Başurê ye.

Ocalan ji bona Hikumet û Parlamentoya Kurdistanê goti bû, “Ezmuna Kurdistana Başurê xencerek e, li pişta ve li cihana Ereb hatiye xistin.”

Gotina hanê ya Ocalan wekî ronahiya rojê zelal e: Damezrandina Hikumet û Parlamentoya Kurdistanê îxanet e bo cihana Ereb!

Ku, cihana Ereb, her tim dijî tevgera azadiya Kurdistanê bûne.

Ocalan dibêje, “Li Başurê dewleta Kurd ava dibe. Li pişta dewleta hanê dewletên Rojava û Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) hene. İdeolojiya dewleta Kurd nasyonalîzm e. Nasyonalîzma Kurd ji İranê, ji Tirk û Ereb û kesên din wê tişt bixwaze. Ku ev yeka jî qetliaman ligel xwe wê bîne.”

Mebesta Ocalan ji bêjeya “tişt” xak e. Ango Ocalan dibêje, Kurdistana Başûr wê bibe dewleta serbixwe û yekgirtiya Kurdistanê. Ku ev yeka dibe sedema kuştin, qetliaman!..

Eger karbidestên dewleta dagirker bêjîn ku ava kirina dewleta Kurd wê bibe sedema qetliaman, me bi kuştin û qetliam tehdît bikin, haqê wan e. Ji ber ku ew dagirker in û ciyê loma û gazinde nîne.

Lê, “Serokê neteweyî” jî bi zimanê dagirkeran diaxive û mixabin bi hezaran welatparêz jî jêra çepik lêdixin, “bijî, bîjî” dibêjin.

Ku ev yeka kêşeyeka mezin e û divê bizava welatparêziya Kurdistanê çareser bike.

Bi baweriya min rêya wî tenê bi hêztir kirina bizava rizgarixwaziya Kurdistan e û haydar kirina welatparêzên hanê ne, ji rastiya İmraliyê...

 
 
PSK Bulten © 2006