Parlamentoya Kurdistan
Casim Rênas
Eger astengek neyê pêşî, Dewrê Duhem ya Parlamentoya
Kurdistanê, bi civandina yekemin kombûnê xwe va, ku biryar
e, di 30’e meha Avrîlê sala 2005’an da li Hewlerê Paytext
bê çêkirinê, dest pê dike. .
Li Başurê, Damezrandina Parlamantoya Kurdistanê bûyereka
gelek giring bû. Parlamento bi hebûna xwe, bi kar û barê xwe
va tesîreka mezin kir li ser xebata netewiyê li vê beşê
welatê me, bûye faktoreka bi hez di destnişan kirina
rêbaz, rûdav û pêşveçûnên Kurdistana Başurê.
Tesîra Parlamentoyê tenê di tixuba Heremê Başurê Kurdistanê
nema. Damezrandina Parlamentoyek, ku yek ji mezintir û giringtirin
fenomenê sîstema demokrasiyê ye, di warê navnetewî da nav,
qedir û prestija gelê me bilindtir kir.
Ava kirina Parlamentoya Kurdistanê, ku yekemin Meclisa Kurdan
bû, ya bi dengê gel hatiye hilbijartinê, dilê gelê me şad
û ya dijminê me jî reş kir. Dewletên dagirkerên welatê
me ne tenê vê Parlamentoyê nasnekirin, her usa bona ruxandin
û belavkirina wê gelek hewl dan.
Dikarin bêjin ku, Parlamanto di seranserê Kurdistanê da bûyê
“sengê miheng”ê (pêver, pîvanok) welatparêziyê. Bilî ji PKK,
hemû hêz, sazî, dezgeyên neteweyî yên Kurd, kesên welatparêz
yên bi nav û deng, bi avakirina Parlamentoyê serbilind bûn.
Hêviya wan li ser dewarojê xebata azadiyê bi heztir bû.
PKK jî dest bi propagandayeka ne bixer û gelek xirab kir.
Parlamentoyê wekî dezgeyeka nokerê emperyalîzm nişan
da. PKK ne tenê rêz li biryarên Parlamentoya Kurdistanê negirt,
her usa dijî Parlamentoyê şer kir.
Gelek asteng hebû li pêşiya Parlamentoya Kurdistanê,
ku ji wana hewlê dewletên degirker, dijayetiya PKK û şerê
birakujî di nava herdu hêzên sereke da, yên here mezin in.
Lê dîsa jî Parlamento dikarî gelek biryarên giring bide, ku
çarenusî gelê me di vî başê da destnişan kirine.
Amade kirin û qebul kirina Qanuna Esasî ya Heremê Kurdistanê,
qebul û bilind kirina Alayê Kurdistanê, regihandina Federasyona
Kurdistanê, danîna zagonên partî û çapemenî, danîna qanunan,
ku mafên mirov û azadiyên demokratîkî desteber dikin, hinek
ji serketinên Parlamento ne.
Dibe, ku qanunên ku hatine danîn, bê qisur nebin, rexneyên
bi reva li ser wana hebe. Lê belê guman têda nine, ku qanunên
Parlamentoya Kurdistanê, ji zagonên Dewleta Tirk, ku bo endametiyê
li ber deriya Yekitiya Ewropa sakiniye, demokratiktir e. Li
Kurdistana Başurê, hemu çîn, netewe û ol dikarin bi nasnama
xwe partî damezrinin, rojnama derxin, radyo û televîzyonê
ava bikin. İro li Kurdistanê rojnavevanên gîrtî nîne.
Gelo rewş li Tirkiyê jî usa ye? Hemû ol û netewe dikarin
bi nasnama xwe kar û xebata siyasî bikin, rojnama derxin,
radyo û televîzyon ava bikin? Gelo welateka din heye, tu têda
ji Tirkiyê zêdetir girtiyên siyasî û rojnamevan hebe?
Bersiv eşkere ye û ne hewce ye em dur û dirêj bahs bikin.
Di Dewrê duhem da erk, û kar û barên gelek giring hene li
ber Parlamentoya Kurdistanê. Ku danîn û qebul kirina Zagona
Serokatiya Heremê, yekxistina herdu hikumet, yekxistin û parastina
hêzên pêşmerge û aşayiş, avakirina welat, baştir
kirina rewşa aborî û civakiya gelê Kurd, hinek ji wana
ne.
Ligel wan erk, kar û baran, erkeke giringê din ya Parlamentoyê
heye. Ew jî hevahangî ligel Fraksiyona Kurd li Parlamentoya
Iraqê ye.
Wekî tê zanin piştî hilbijartinê, di Parlamentoya Iraqê
da fraksiyona Kurd ava bû û Kurd di îdareya Iraqê da wê pirtir
pişkdar be. Bona çespandina federasyon di Qanuna Esasiya
Iraqa nu da, bona parastina hêzên peşmerge, vegerandina
navçeyên nu azad bûyî wekî Kerkuk, Musil, Xaniqin, Maxmur
û hwd. bo ser Kurdistanê, divê hevahegiyeka bi hez di navbera
Parlamento û Fraksiyona Kurd da hebe.
Yekitiya hezên Kurdistana Başurê li ser bingeha netewî,
yekdengî û yekhelwestiya wan derbareyê parastin û çespandina
deskevtiyên netewî, di vî warî da zamineke bi hêz e û dilê
hemû Kurd xweş dike.
Yên ku li ser Kurdên beşên din ferz e, piştgirî
kirin e li birayên xwe yêen Kurdistana Başurê.
Eger PKK nikare bibe piştgir, bila guhê xwe nede Îmraliyê
û nebe pêşîgir.
Ji ber ku ducar, secar kirina xeletî, dibe “ken û girî”!..
|