PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Pêşîmaniya Erdogan Bo Me Baş e

Casim Rênas

Axaftin û helwestên dawî ya Serokvezîrê Tirkiyê Erdogan, rûye wî ya rastî eşkere kirin.

Herwekî tê zanîn Erdoğan havîna îsal li Diyarbekîrê goti bû, ku “li Tirkiyê pirsa Kurd heye û bi fireh kirina demokrasiyê ve tê çareser kirinê”

Û axaftina hanê bibû sebeba evê, ku nijadperest û kemalîst û mîlîtaristên Tirk êrişê Erdogan bikin.

Lê belê axaftina Erdogan li ser kaxizê man.

Erdoğan û hikumeta wî bona çareser kirina pirsa Kurdî gavan ne avêtin. Erdogan her usa roj bi roj paşve kişiya, ji gotina xwe pêşîman bû.

Erdogan digot pirsa Kurdî heye û em vê pirse di çarçeveya yek dewlet yek al û yek millet ango di çarçeveya kemalîzmê da çareser dikin. Ku ev yeka ne mimkun bû.

Eşkere ye, her kêşeyek, ku berhema ramanek, an siyasetek e, bi vê raman an siyasetê nayê çareser kirinê.

Bı vi awayî pirsa Kurd ku, berhema raman û siyaseta  “yek dewlet, yek al û yek millet” e, di çarçeveya vê raman û siyasetê da nayê çareser kirinê.

Erdogan di seferê xwe ya Avustralya û Zelandayê Nu da jî got, ku “li Tirkiyê pirs û problema Kurdan qasê ya Tirkan e”, “li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, pirsa cudaxwazî heye” û hwd..

Û bi vê gotinên xwe va Erdogan, perdeya li ser rûyê xwe hilda, rû û armanca xwe ya rastî eşkere kir.

Erdogan bi vê jî nema, diji pêşniyara daxistina rêjeya (nîsbeta) hilbijartinê derket.

Herwekî tê zaninê, rejîma faşist û leşkerî ya 12’ê Îlonê, bona, ku nunerên gelê Kurd û sosyalîstan di meclîsa Tirkiyê da cî negrîn, rêjaya hilbijartinê wekî 10 destnişan kiribû. Ango her partiyek, ku sedî da 10’ê dengan nestine, nikare di parlamentoyê cî bigre.

Erdogan û hikumeta wî, ku xwe wekî sampiyona demokrasî û demokratîze kirina Tirkiyê nişan didin, bi vê helwestê xwe va carekî din nişan dan, ku çiqas demokrat in!..

Erdogan bi vê gotin û helwesta xwe va carekî din eşkere kir, ku ew ne tenê dijî sîstem û destura rejima 12’ê İlonî ya faşîst û leşkerî nîne, her usa bona parastina desthilatiya xwe pişta xwe dide vê sîstemê.

Her wekî xuya ye Erdogan ji gotina xwe zû pêşîman bû.

Û bi baweriya ev yeka an go zu eşkere bûna rûye Erdogan bi qezanca tevgera welatparêz û demokratîk a Kurdistana Bakûr e.

Ji ber ku hinek kesên welatparêz û grubên siyasî hene, baweriya xwe bi gotina Erdogan anîne û digotin “bona çareser kirina pirsa Kurd divê Kurdan piştgiriya Erdoganê bikin.” 

Gotina Erdogan yên dawî ji bo wan kes û gruban bûye alîkar, daku rûyê rastî ya Erdoganê bibinîn û di rêza welatpareziyê da pirtir û qehimtir cî bigrin.

Helwest û gotina dawî ya Erdogan carekî dîn eşkere kir, ku azadiya gel û welatê me bi destê me dibe.

 
 
PSK Bulten © 2005