PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Peyama Cejnê

Casim Rênas

Mela û pêyayên dînî dibêjin, ku rojên cejnê ji bo musulmanan, rojên aşitî û biratî ne. Musulmanên, ku ji hevdu xeyidîne, sil bûne, di cejn da lihev tên, ji ber ku peyama cejn aşiti, dostî û biratî ye.

Gava meriv peyama Cejna Rojî yên partiyên muxalîfên Tirk, ji CHP bigre heya ANAP’ê dixwîne, derbareyê gotina mela û peyayên dînî dikeve gumanan.

Peyamên partiyên Tirk hinek pirsan tîne holê. Gelo Kurd ne musulman in? An dema Kurd û azadiya Kurdistanê têne holê, naveroka peyama cejn digore, dibe êrîşgerî û dijmintî?

Peyamên Cejna Rojî ya partiyên muxalif, ruyê wan li ber gelê Kurd careke din eşkere kir. Ji ber ku peyama wan peyameka ne dostî û biratî, peyama dijmintî li Kurdan bû. Ne tenê dijmintî li Kurdên Bakûrê, her usa dijî Kurdên Başurê, bi taybetî jî dijminti li Serokê Herêma Kurdistanê û federasyonê..

Hemu partiyên kevneperest, nijaperest û qaşo çep, di peyamên xwe da rexne li hikumeta erdogan girtin. Gotin, ku hikumeta Erdogan nikariye pêşiya “terora PKK” bigre; bona pêşî lê girtina terorê qasê pêwîst tevdîran nastîne. Her usa Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), bi şiweyên cur be cur alikariya terorîstan dikin; serokên DYA û İngîlîstan, ne tenê bona lêdana PKK li “Bakurê Iraqê”, alîkariya dewlata Tirkiyê nakin, her weha pêşwaziya Mesud Barzanî wekî serokê Herêma Kurdistanê dikin û hwd!...

Bi kurtî partiyên hanê benîşta berê, bi vesîleya peyama cejna rojiyê jî dîsa cûn.

Mana û mefhuma bêjeya “teror” li ba partiyên hanê eşkere ye. Xebata azadîxwaziya Kurdistanê li ba wan “teror” e, daxwazên demokratîk û netewiyên Kurd jî daxwazên cudatîxwaz in!..

Li cem partiyên hanê, tevdîrên pêşî lê girtina “teror”ê jî, kuştina Kurd e, vîran kirina gundan e, şewitandina bax û baxçe, zevî û daristan e, nefî kirina Kurdan e. Bi kurtî tundtir kirina zilm û zordariyê li ser gelê me ye.

Ango partiyên kevneperest û nijadperestên Tirk di rojên pîroza Cejna Rojiyê da jî, ji hikumeta Erdogan dixwazin pirtir Kurd bêne kuştinê, pirtir gund û warên Kurdan bêne xirap kirinê, zilm û zordariya li ser gelê Kurd bê tundtir kirinê.

Partiyên hanê di peyamên xwe da rexne li hikumeta DYA û İngîlîstan dikin, ku çawa wekî Serokê Herêma Kurdistanê pêşvaziya Mesud Barzanî kirine. Û rexne li hikumeta Erdogan jî dikin, ku helwesteka tund li hember wan dewletan negirtiye.

Herwekî tê xuya ne, partiyên hanê, ku beşek ji sîstema dagirkeriyê ne, neyarên gelê Kurd in, dijminê azadiya Kurd û Kurdistanê ne, çi rojên asayî (adî), çi rojên pîroz wekî cejnên dînî!.. 

Erdogan û partiya wî jî li hember wan gotin û pêyaman, ku bi eşkere dijmintî li Kurdan dikin, bê deng in.

Bi rastî Erdogan û partiya wî camêr in; derbareyê zilm û zordariyê li ser gele Kurd, ku piraniya wê musulman in, bê dengiya xwe bi mêrxasî diparêzin!

Peyamên cejnê ya partiyên Tirk bi vî awayî ye. Û divê Peyamê me, pêyama rêxistinên welatparêzên Kurd çawa be?

Bi baweriya min peyamên Cejna Rojî yên partiyên Tirk û helwesta Erdogan û partiyên wî derheqa wan peyaman, carekî din nişan dan, ku ciyê Kurd di rêfa wan partiyan nîne. Bona vê yekê jî divê em di peyama xwe da banga Kurdên, ku di nava wan partiyan da cî girtine bikin, daku herçî zûtir dev jê wan berdin û vegerîne refên welatparêziyê ya legal.

Her weha ji bîr nekin, ku amadekirin û bi hêz kirina refên welatparêziyê di warê legalî da, erkê hemû rêxistinên Kurd e.

 
 
PSK Bulten © 2005