Rast in, Lê..
Casim Rênas
PKK da xuya kirin, ku heyama “ateşbes”ê, ku meha berê
îlan kiribû, heya 3’ê meha Cotmeha sala 20057an, ango roja
destpêka giftugoya Tirkiyê û Yekîtiya Ewrupa (YE) berdewam
be.
Di daxuyaniya dirêj a PKK’ê da, ligel hinek xalên rast, du,
sê xalên balkêş jî hene. Di daxuyaniyê da tê gotin, ku
hêzên nijadperest û faşîst dixwazin alozî û tevlihevî
pirtir be daku ji vê sud bigrin.
Belê, PKK rast dibêje. Hêzên faşîst û mîlîtarist dixwazin
rewş hîn aloztir, şer û pevçûn hîn pirtir bin. Daku
desthilatiya wan kêm nebe. Di pêvajoya giftogoya YE û Tirkiyê
da tevlihevî û şer bibine asteng. Lê belê di dirustbûna
vê alozî û tevlîheviyê da pişka PKK jî ne kêm e.
Li ser biryara şerê dawî ya PKK gelek tişt hatine
gotin, gelek maqale hatine nivîsin. Ne hewce ye, ku ez wana
ducar, sêcar bikim. Tiştekî eşkere û li ber çavan
e, ku biryara şerê dawî ya PKK bi destura Ocalan hatiye
girtin û Ocalan jî bin kontrola dewlet da ye û gava hat girtinê,
gotina wî ya yêka ev bû û got: “Diya min jî Tirk e, eger derfet
bidinê, ez amade me xizmet bikim.” Yek ji xizmetên Ocalan
jî, biryara şerê dawî bû. Divê rêvabirên PKK’yê vê rastiyê
bipejîrinin û gor vê rastiyê bizav bikin. Ji ber ku pejirandina
vê rastiyê her usa bo berjewendiya wan e jî..
PKK di daxuyaniya xwe da dibêje, ku di heyama “ateşbes”ê
da êrîşa leşkerê Tirk zêdetir bû, wekî bêjin “hun
çima aşitî dixwazin?”
Belê PKK dîsa rast dibêje. Mîlîtarist û hinek generalên Tirk
naxwazin aşitî hebe, û ji daxwaza aşitiyê gelek
ditirsin. Dixwazin her tim şer û pevçûn hebe. Ku desthatiya
wan ber dewam be.
Bona vê yekê jî divê rêvabirên PKK jî kar û xebatên usa bikin,
ku beravejiya daxwaza milîtarîstên Tirk bin. Tiştên usa
nekin, ku rewş aloztir be. Bo nimune biryara şerê
dawiyê rakin. Şerê dawî ji bo kesek, ji bo tendurîstiya
Ocalan bû. Ji xwe çu armancên netewî bona biryara şerê
dawî nehatibû destnişan kirinê. Biryara dawî li ser “muameleyê
dewlet beramber Ocalan” hatibû girtin û ev yêka di daxuyaniya
dawî da jî tê îtîraf kirinê.
Di daxuyaniya dawî da hêzên Başur jî dikevin ber rexneyê
PKK. Di daxuyaniyê da tê gotin, ku hinek hêzên Başur
(ango YNK û PDK) beşek in ji plana dij-PKK. Şuna
evê ku bibine alîkar, dibine asteng li peşiya “Tevgera
Azadiya Kurd” ango tevgera PKK.
Gotineka Kurdên Îranê heye. Dibêje “Acem e, him lêdide, him
jî dike hewar!..”
Çîroka hebûna PKK li Kurdistana Başurê û kar û kiryara
PKK diji gel û rêxistinên vê beşê Kurdistanê, çîrokeke
dîrêj e û gelek kes jî dizanin. Dizanin, ku piştî girtina
Ocalanê, piraniya gerîllayên PKK bi xwastina generalên Tirk
û bi destûra Ocalan hatine Başurê û li vir şerê
rêxistinên Kurd kirine.
Rastî ev e, ku hebûna PKK li Başûrê, her tim li ber
tevgera azadiya vê beşa Kurdistanê bûye asteng. PKK bahane
daye destê dagirkeran, ku êrîşê Kurdistana Başûrê
bikin.
Zexta Tirkiyê, li ser dewleta Yekbûyî ya Amerîka, dewleta
Iraq û hêzên Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Dewleta Tirk
ji wan dixwaze, ku PKK’yê ji “Şimala Îraqê” derxin. Di
zirufeka usa da PKK jî, şuna, ku vê rastiyê bibine, rexne
li hêzên Kurdistanê dike û dibêje “ew şirikê plana dij-PKK
ne.”
Divê rêvabirên PKK dev jê vê siyasetê berdin. Rastiya Kurdistana
Başurê bibinin. Ciyê evê, ku rexne li hêzên Başurê
bigrin û wan bêxine bin tohmeta giran, karên usa nekin, ku
di destê dewleta dagirkera Tirk bibe bahane.
Usa xuya ye rêvabirên PKK, (ne Ocalan) carekê dinê ligel
karên giring û dirokî ve rû be rû ne.
Dilê min dixwaze serê rêvabirên PKK li ber dîrokê hîn nizmtir
nebe.
|