PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Rengav Reng

Casim Rênas

Cilên Eskerî

Tirkiyê dixwaze bibe endamê Yekitiyê Ewropa (YE) û ji ber vê yekê jî li ber deriyê YE sekiniye.

Hikumeta Partiya Pêşveçûn û Dadî (PPD) jî pesna xwe dide, ku bona YE gelek kar û xebat kiriye.

Fermanderê Erkanîharbê Tirkiyê Hilmî Ozkok, ku karmendê hikumatê ye, di civineka çapemeniyê da axaft, bîr baweriya xwe li ser gelek pirsgirêk û babatên siyasî û civakî, rêka çareser kirina wan pirsgirêkan pêşkeş kir. Axaftina wî ya çapkirî 45 rupel bû, qasê broşurek, wekî bernameya partiyeka siyasî..

Serokê PPD Erdogan, cîgirê wî Mîr Dengîr Firat û hinek birêvabirên vê partiyê eşkere kirin, ku gotina Fermandarê Erkaniharbê Tirkiyê rast û dirust in, ew jî ligel bîr û baweriya wî ne; li Tirkiyê bîr û bawerî azad e, herkes dikarê bi serbestî bîr û baweriya xwe bêje..

Usa xuya ye bi rêvavabirên PPD ji bîr kiri bûn, ku di welatên endema YE da, li ser babatên siyasî tenê karbidestên siyasî diaxifin ne karbidestên eskerî. An ji bi rêvabirên PPD ji generalên Tirk ditirsin, lewma dengê nakin..

Bi ya min, ya dudo rast e.

Ji ber ku, gava Serokê Dadgehê Bilind Mistefa Bumîn got, “li Tirkiyê çu partî nikare bona serbestiya turbanê (serpoşiya îslamî) qanûn derxine”, hingê hewara bi rêvabirên PPD bilind bû. Gotin axaftina Bumîn pêşî lê girtina kar û xebata meclîsê ye, çu kes li ser meclîsê, li ser dezgeyê qanûn danînê nîne, û hwd...

Ango Ozkok dikare xwe li ser hemu dezge û saziyên resmî dayne, lê belê Bumîn nikare. Axaftina Ozkok di çarçeveya azadiya bîr û baweriyê da ye, lê belê ya Bumîn pêşî lê girtina meclîsê ye..

Usa xuya ye li Tirkiyê, bona ku meriv ji azadiyên bîr û bawerî îstîfade bike, dîvê cilên eskerî li xwe ke.

Û sinora azadiyê jî bi hêjmara sterkên ser milê va firehtir dibe...

**

Alîkariya Gurên Gevr

Tê bîra min, Serokkomar û Serokvezîrê Berê Tirkiyê Silêman Demirel, ango bi gotina Ferhad Can Silo Gagerdan, ji bona Gurên Gevr goti bû “ew alîkarên poles û hêzên asayişê ne.”

Gava min di rojnameyek da xwend, poles bi ser komeleyên Gurên Gevr da girtiye û têda çek û falaka ditiye, ev gotina Silo Gagerdan hata bîra min. Û min xwe bi xwe got “Gurên Gevr her wekî berê îro jî alîkariya polesê dikin.”

Lê alîkariya vê carê ne tenê bona lêdan û kuştina kesên şoreşger û peşverû û demokrat e, her usa alîkariye bona endametiya YE ye.

Eşkere ye ji ber YE poles nikare wekî berê û bi gor dilê xwe li demokrat, peşverû û şoreşger bide, wan bêşine. Vê karê spartiye alikarên xwe.

Meriv rastî bêje, Gurên Gevr jî du car li Trabzonê, carek li Sakarya û carek jî li Samsûne nişan dan ku erkê xwê bi rêk û pêkî bi cî tînîn..

**

Ji Buş ra nebêjin

Di rapora Vezareta Derwayê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) da PKK dîsa wekî rêxistineke terorîst hatiye nişan dan. Her usa di raporê da tê gotin, ku PKK bona damezrandina Kurdistaneka serbixwe, demokrat û yekgirtî xebat dike..

Gava bayê lîberalîzmê xurt bû (îro jî xurt e) û gelek şoreşgerên berê yên tund, ku li ber vê bayê ketibûn û bibûne lîberal, di nava gel de dihat gotin, ku “ji diya min ra nebêjin, ew usa dizane ku ez hê jî şoreşger im.”

Ji Buş ra nebêjin, eva çend sal in, ku PKK ne tenê avakirina dewleteka Kurdî nexwaze, dijî damezrandina dewleteka serbixwe ye û vê yekê wekî kevneperestiyê nişan dide...

Bila Buş usa bizane, ku PKK wekî berê şoreşger e!...

 
 
PSK Bulten © 2005