PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Rûpel Çawa Nu û Paqiş Dibe?

Casim Rênas

Li Tirkiyê gengeşî li ser axaftina Serokvezîrê Tirkiyê Erdogan berdewam e. Rupelên rojnamayên Tirk bi gotar û nuçeyên li ser vê babatê tijê ne. Televîzyonên Tirk derbareyê mijara hanê gelek bernama belav dikin. Her usa çapamenî, sazî û dezgeyên propagandayî yên Kurd jî ci didin şirove û maqaleyên, ku li ser axaftina Erdogan hatine nivîsin.

Gengeşî baştir e ji bê dengiyê, her çende piraniya maqale û nuçeyên ku têne belav kirinê, ne bi dilê me bin jî...

Pirsa Kurd ne tenê pirseke netewî ye, her usa jî heremî û navnetewî ye. Her welatêk, ku bi kêşeya Kurd ve rû be rû ye, eger bixwaze pirsgirêka hane çareser bike, divê vê rastiyê ji bîr neke; ev yek her tim li ber çavên wan be.

Ji axaftina Erdogan û karbidestên din yên hikumet û dewletê nişan didin, ku dijmintiya dewleta Tirk derheqa xebata netewiya gelê Kurd yên parçeyên dinê her berdewam in.

Serokvezîrê Tirkiyê derheqa pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, alikî va behsa vekirina rupeleka nu û paqiş dike, alîkî va gefa Kurdên Başurê dixwe. Ne tenê Erdogan, karbidestên dinê jî wekî Erdogan diaxivin.

Karbidestên fermî ya dewleta Tirk bûyerên dawî yên ku li Îranê gewimî ne, li ser asayişa Tirkiyê wekî xeterek dinirxinin.

Herwekî tê zanin li Kurdistana Îranê û Xuzistanê gel dijî siyaseta zilm û zordariya rejîma İslamî derketîn meydanê, xwepêşandan çêkirin. Hêzên emniyeta Îranê jî bi hovî êrişê ser wan kir. Di encama êrîşên rejîma İslamî da, bi taybetî li Kurdistana Rojhilatê, dehan kes hatin kuştin, bi seden kes jî bîrîndar bûn û hatine girtin.

Lê êrîşa rejîmê bê berhem ma, negihişte armanca xwe. Xebata gelê Kurd û gelên dinê İranê bona demokrasî, azadî û mafên netewî roj bi roj pêşve diçe. Ne tenê li Îranê, her usa li derwayê vê walatê jî... Li Ewropa û Dewleta Yekbuyî ya Amerîka (DYA) jî çalakiyên demokratîk û aşitiyane li dijî Rejîma İslamî têne çêkirinê. Bîrûrayê giştî ya Ewropa, hikumetê wan welatan hêdî hêdî dengê xwe dijî Cumhuriya İslamiya Îranê bilind dikin.

Karbidestên dewleta Tirk yên sivîl û esker hertim û bi her vesîleyek behsa parastina istiqrara Rojhilata Navinê dikin. Dibêjin “bê istiqrarî dibe bê aramî, tevlihevî û perçe-perçe bûna welatên heremê.”

Gotina hanê di wan rojên dawiyê, bi taybetî ji devên genarelên Tirk derdikevin. Hinek generalên Tirk yên ku xanînişîn (teqawud) bûne an jî paş yek-du hefte wê bibin, gava devê xwe vedikin, behsa bûyerên Qamişlo û Kurdistana Rojhilat û tesîra Federasyona Kurdistana Başurê li ser wan rûdavan dikin, dixwazin peşiya “xeterê mezin” bê girtin, ango divê Kurdistana Başurê were dagirkirinê, ji ber ku maka xetera perçe perçe bûna Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriyê ew e!...

Ligel gengeşiyan li ser axaftina Erdoganê, Ordiya Tirk jî îlan kir, ku haziriya xwe temam kiriye, ji bona dagir kirina Kurdistana Başurê hazir û amade ye. Generalên Tirk bona dagîr kirinê jî 3 merc dest nişan kirine: damezrandina dewleta Kurd li “Şimala Iraqê”, piştgiriya Iraqê li “terorîstan”, eger hebûna Turkmanan bikeve jêr xeterê.

Hemu kar û xebata piraniya radyo, televîzyon, rojnama û dezgeyên din yên Tirk ew e, ku nişan bidin çawa li “Şimala Iraqê” dewleteka Kurd ya serbixwe tê ava kirin, Iraq û DYA çawa alîkariya “teroristan” dikin, Kurdan bi alîkarî û çavderiya DYA çawa zilm û zordari li Turkmanan dikin, wan digrin, dikujin û hwd. Bi kurtî kar û pîşeya mîlîtarîst, nijadperest, kevneperest û kemalîstên Tirk û rojnama û televîzyonên wan, amade kirina zemîn e bona dagirkirina Kurdistana Başurê; dij derketin e xebata azadî û mafên netewiya Kurdan li Îran û suriyê ye.

Serokvezîrê Tirkiyê Erdogan, ku derhaqa pirsgirêka Kurd da, behsa vekirina rûpeleka nu û paqiş dike û herweha bi xwe û hikumeta wî, yek ji armancên mîlîtarîst û kemalîst in, ne tenê dengê xwe wan gotinên karmendên xwe nake. Her usa ew jî bi qeyde û miqamê wan, kilama “Prensîba yek dewlet, yek al, yek netew” distîre, gefa Kurdistana Başurê dixwe, dijî xebata gelê Kurd li İran û Suriyê derdikeve.

Ku helwesta hanê  bi vekirina rupeleka nu û paqiş li hev nayê. Eger Erdogan bi rastî dixwaze rûpeleka nu û paqiş veke, her usa divê hebûna Federasyona Kurdistana Başurê qabul bike, li gel wê peywendiya siyasî, aborî û çandî bigre. Dijminatiya daxwaz û xebata gelê Kurd li Kurdistana İran û Suriyeyê neke.

Ji ber ku Kurdistan yek welat e, Kurd yek millet e. Kurdên her parçeyî derbareyê eş û jana birayên xwe yên perçeyên dinê hestyar in, bi serketina wan serbilind dibin.

Divê ev yeka ji bîra me û “dewletên me” neçe!...

 
 
PSK Bulten © 2005