Senger
Girtin
Casim Rênas
Di wan rojên dawiyê
da dîsa “demazrandina dewleta Kurd ya serbixwe”, “xetera dewleta
Kurd li ser aramiya navçe” û meseleyê Kerkukê ketin rojeva
siyasiya deverê Rojhılata Navîn.
Rojnama û televîzyonên
Tirk, nuçeyeka derewin dubare, sêbare dikin, ku di rojnameka
Amerîkî da derketiye, qaşo ”poles û peşmergeyên
Kurd li Kerkukê Ereb û Tirkmanan digrin, çavên wan digrin
û dibine ciyên ne diyar.”
Di televîzyona
resmî ya Tirk bi navê TRT da gelek bername û nûçe tên belav
kirinê, ku qaşo Kurdan li Kerkukê zilm û zordarî li Tirkmeman
dikin. Hinek Tirkmen li ber mikrofonê diaxifin, behsa vê hendê
dikin, ku Kurdan çawa li wan zilm dikin; çawa êriş dikin
ser mala wan û mal û milkê wan talan dikin!..
Konsertên, ku stranbêjên
nijadperest û faşist têda beşdar dibin, stranên
dijî Kurdên Kerkukê tên gotin, diruşmên dij-Kurdan tên
bilind kirin.
Hikumeta dagirkera
Tirk jî siyaseteka durû bi rêva dibe. Alîkî va bi rêka Bayloza
xwe li Baxdayê, pirozbahiya xwe pêşkeşê Mesud Barzanî
dike ji bo hilbijartina wî wekî Serokê Herêma Kurdistanê.
Alîkî va jî ne tenê pêşiya dijmintiya Kurdên Kerkuk û
Başurê Kurdistanê nagre, her usa bi rêka radyo û televîzyonên
resmî wekî TRT va, vê neyartiyê tundtir dike.
Herweha dewleta
dagirkera Suriyê jî bi Kurdên Başurê va mujil dibe. Bayloza
Suriyê li Enqere, di giftogoyek da, ku li gel wî hatiye çêkirin
usa dibêje: “Damezrandina dewleta Kurdî li heremê (Iraqê),
parsenga (balansa) navçeyê sero-bino dike û Dewleta Yekbûyî
ya Amerîka (DYA) jî bona pêşî lê girtina damezrandina
dewleta Kurdî cehd nake, hewl nade.”
Bayloza dewleta
dagirker û diktatora Suriyê, ku di bin zexta DYA û welatên
Ewropî da ye, dev jê hemu tiştê berdaye. Bi Kurdên Başurê
va mujil e; neyartiya Kurdan dike. Bayloza nijadperest usa
dibêje: “Di warê damezrandina dewleta Kurd da, welatên cîran
li hev hatine. Damezrandina dewleta Kurd çu caran nayê qebûl
kirinê. Divê bê zanin, ku damezrandina dewleta Kurd, xeterekê
mezin e li ser dehatûya heremê.”
Helwesta dewleta Cumhuriyê Îslamiya
Îranê, yên dagirkerên dinê cuda nîne. Serokkomarê nû Mehmud
Ehmedîdijad yek ji “Yaranên Xatê Îmam” e, “Xatê Îmamê, ku
kijan parçe dibe bila be, dijminê azadiya Kurdistanê ye, dijî
“Kurdên xwe “banga cihadê” daye.
Ma halwelsta hevpeymanên
Kurdan di hikumeta İraqê da, ji yên dagirkeran baştir
e? Dek û dubaraya Serokvezîrê İraqê İbrahîm Caferî
di heyama sond xwarinê da ji bîra me nuçûye. Belê Caferî û
derdorê wî hê jî dev jê dek û dubareyê bernedane. Her wext
bi bahaneyek pêşiya xebata Komîteya Kerkukê, ku bona
cî be cî kirina xala 58’ê hatiye damezrandin, digrin. Asteng
derdixin pêşiya Encumena Bajarê Kerkukê, nahelin Encumen
karê xwe bike, erkên xwe bi cî bine û gelek karên ne reva
û dij-hevpeymanî.
Herwekî tê xuyanê,
ku dijminê me li hember xebata rizgariya gelê me, bi taybetî
jî dijî deskevtiyên Başurê, dijî Federasyona Kurdistanê
senger girtine û keys, derfet digerin, ku dirba xwe lêxin.
Herku amade kirina
qanuna esasiya İraqê ber bi pêş diçe, herku yekxistina
herdu hikumeta Kurd nêzik dibe, herku bi rêva birina Kerkukê
di bin serokatiya Listeya Birayetî da cîgir dibe, hewl û cehda
neyarên me jî pirtir dibin.
Divê hêzên welatparêzên Kurd
jî çeperên xwe qehîm kin, keys nedine dijminê. Rêka vê yêkê
jî, herwekî berê îro jî hevkarî û hevxebatiya hêzên welatparêzên
Kurdistan e.
|