PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

“Şer Ji Betaliyê Çêtir e!”

Casim Rênas

Di zarava Soraniyê da îdyomek heye: “Şerê pero”. Ango şerê paç û pate.

Paş “daketina peşmergê bo xarê”, ango hatina peşmerge bo bajarên Kurdistanê,  paş hilbijartin û damezrandina Parlamento û avakirina hikumeta hevbeş, îdyoma jorî pirtir hat gotinê.

Tê bîra me, heyamek li Kurdistana Başurê “şerê rengan” jî hebû.

Rengê alayê Partiya Demokrata Kurdistan-PDK zer, ya Yekitî Niştimanî Kurdistan-YNK kesk bû. Liq, malbend, dezge û saziyên, ku girêdayiya herdu rêxistin in, endam û alîgîrên YNK û PDK, di çalakiyên siyasî û çandî da, di jiyana xwe da rengên kesk û zer bi kardianîn û îro jî bi kar tînin. Fraksiyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê bi “Lîsta Zer”, ya YNK jî bi “Lîsta Kesk” dihat nasîn; îro jî usa ye.

Di warê siyasî û civakî da Mabeyna YNK û PDK, riqberî hebû, heye. Riqberiya siyasî û civakî ne tenê navbera herdu hêzên sereke, her usa navbera hemû hêzên Kurdistana Başurê heye û divê hebe. Ji ber ku civata Kurd civateka pir rengî û pir dengî ye.

Û tişteke siruştî ye, ku di nava reng û dengan da riqberî hebe, tekoşîn û xebata reng û dengan hebe bona gîhiştina armancên xwe, bona ci be ci kirina bernameyên xwe. Ji bona vê riqberiyê jî dibêjin “Şerê Rengan.”

Di nava gelê Kurdistana Başurê usa tê gotinê: “Şerê pero, şerê rengan ji şerê çekan çêtir e”

İro gelê Kurdistana Başurê, rû bi rûyê bi şerekê dinê ye. Şerê diplomasiyê. Serokatiya Siyasî ya Kurdistana Başurê, nunerên Kurd li Meclisa Iraqê, li ser Qununa Esasiya nu ligel partî û grubên siyasiyên Erebên Şîa û Sunî giftogo dikin. Nuner û serokên Kurd bona parastina deskevtiyên netewî û çespandina wan di destura nu ya Îraqê da şereke bê hempa ya diplomasiyê dikin.

Deng û bahsên, ku derbareyê vê şerê nu ya Kurd belav dibin, nişan didin, ku Serokatiya Siyasiya Kurdistana Başurê serketineka mezin bi dest xistiye.

Bê guman di serketina hanê da bandora yekdengî û yekhelwestî ya hêzên Kurdistanê heye.

Lê belê Serketina hane ne tenê ji yekitiya hezên siyasî ye.

Serketina hanê ne tenê jêhatî û zirekî ya serok û nunerên Kurdan e jî..

Ligel wana, bandora hilbijartina şerê pero an jî şerê rengan jî gelek e.

Gotineka bav û kalên me heye, ku dibêje “Şer ji betaliyê çêtir e”!...

Lê belê şerê rengan, şerê dengan hîn çêtir e; berhemdar e.

Ji ber ku riqberiya siyasî û civakî yên maqul û erênî civata me xurttir dike.

Rêka pêşveçûn û demokratîze kirinê vedike.

Kurdistan baxça gulan e.

Şerê çekan gula baxça me diçilmîsine.

Lê belê şerê rengan, ango riqberiya siyasî û civakiya maqul, gulên baxçeyê me geştir û rengintir dike, nahêle ku Kurdistana me bibe baxça derd û kulan.

 
 
PSK Bulten © 2005