Xazila...
Casim Rênas
15’yê meha Cotmehê, gelên Iraqê çûne ser sandoqan, daku derheqa
Destura nu ya Iraqê dengê xwe bidin, gelo Desturê qebul dikin
an na?
Her wekî eşkere ye piraniya rêxistinên Kurd û Şîayên
Ereb dan xuya kirinê, ku piştgiriya desturê dikin û ji
gel jî xwastin, ku dengê “belê” bidine Desturê.
Tê gotin, ku paş giftugoya dawî û biryara hinek guhartinên
“piçûk”di Desturê da, hêjmara Erebên Sune, yên ku dengê “belê”
bidine Desturê, pirtir bûye.
Bi gor bîr û hizr û lêkolîna piraniya rêxistinên Kurdî û
Iraqî, niviskar, rojnamevan û pisporên siyasî, Destura nu
ya Iraqê wê bê pejirandinê û bi pejirandinê jî serdemeka nu
li Iraqê wê dest pêbike.
Piraniya hêzên siyasiyên Kurdistana Başurê, ku dibêjin
di desturê da hemu maf û daxwaza gelê Kurd cî negirtiye û
gelek xalên Desturê hene, ku dive bêne rexne kirinê, lê dîsa
jî ji gel xwastin, ku dengê “belê” bidine Desturê. Û gelên
Kurdistana Başurê jî bi gora wan kir û dengê “belê” dane
Desturê.
Di encema rapirsinê da Destur bê pejirandinê an na, bi baweriya
min 15’ê Cotmeha sala 2005, di dîroka gelê Kurd da wekî rojeke
gelek girîng, wê ciye xwe bigre. Ji ber ku:
Ger destur bê pejirandine;
- Federasyona Kurdistanê, ku îradeya gelê Kurd li Başurê
nişan dide û ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê di sala
1992’an da hatibû îlan kirinê, tê çespandin, di dokumentên
fermî ya dewleta Iraqê da cî digrin;
- Zimanê Kurdî dibe zimaneke resmî;
- Peşmergeyên Kurdistanê -bi navekî din jî be-, li Kurdistanê
dimine û bi gor fermana Parlamentoya Kurdistanê û karbidestên
Herêma Kurdistanê bizav dike.
- Rewşa Kerkuk û bajarên Kurd yên nu rizgar bûyî wekî
Musil, Xaneqin, Sincar û hwd ronaktir, çareser kirina pirsgirêkên
wan jî hêsantir û nêziktir dibin.
- Kurd dibe xweyiya desthilatê di warê dabeş kirin û
şixulandina dewlemendiya siruştê xwe, yên bin erde
û ser erde da; û gelek xalên din yên erênî...
Herwekî diyar e, bi pejirandina desturê va, deskevtiyên netewî
yên Başurê, ku berhema xebata gelê Kurd e, têne parastin
û çespandinê.
Eger destur neyê pejirandinê?...
Ev yeka tê vê manê, ku Kurd dixwazin di Iraqekê demokrat,
federal û plural da ligel Ereb bijîn, lê belê Ereb vê yekê
nexwazin, ew dijî demokrasî, pir dengî û pir rengî ne, diji
federalî ne.
Rêxistinên Kurdistana Başurê gelek caran eşkere
kirine, ku ji federasyonê paşgav nabin û bona parastina
deskevtiyên xwe amade ne şer bikin. Ango Kurdan nexwazin
vegerîne devra berê.
Her weha encema rapirsinê, ya dema hilbijartina çûyî da,
ligel hilbıjartinê hatibû çêkirinê, dabû xuya kirinê,
ku piraniya Kurd alîgîrê dewleta serbixwe ne.
Di zirufê usa da, ango eger Destur neyê pejirandinê, rê li
ber Kurdan xweş dibe, ku dewleta xwe ya serbixwe ava
bikin. Û çu kes, hêz, dewlet û saziyen navnetewî nikare Kurdên
Başurê bêxe bin tohmeta “cudaxwaziyê”. Ji ber ku gelê
Kurd bi pêjirandina Desturê va, amade ye di Iraqeka federal
bijî, lê belê ne amade ye, ku dev jê destkevtiyên xwe berde.
An federasyon, an dewleteka serbixwe...
Ango li ber Kurdên Başurê reyeka “teng û dirêj” heye.
Rê teng û dirêj e, lê belê asoya Kurdistana Başurê iro
ji hemû deman ronaktir e.
Bê guman di pêkhatina vê zirufê da, bandora yekitî û yekhelwesta
rêxistinên siyasiyên Kurd gelek e, meriv dikare bêje, ku berhema
vê yekdengî ye. Û bona gihiştina asoyeka ronaktir berdewamiya
yekitiya hanê pêwist e.
Xazila wan roja, ku hêzên siyasiyên Kurdistana Bakurê jî,
ders ji birayên xwe yên Başurê bistinin û wekî wan berjewendiyên
giştî yên netewî li ser berjewendiya partîtiyê bigrin
û bona yekdengî û yekhelwestiyê bi fidakarî û dilsozî bêne
pêş, ji bona, ku tevgera azadixwaziya Kurdistana Bakûrê
peşkeve, bi hêz û geş bibe..
|