PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Pîroz Be

Casim Rênas

Hest û mesuliyeta netewî serket.

 Partiya Demokrata Kurdistan-PDK û Yekiti Niştimanî Kurdistan-YNK li ser Qanûna Serokatiya Heremê li hev hatin û Parlamentoya Kurdistanê dest bi karê xwe kir.

Herwekî ji axaftina Mam Celal Talabanî û Kak Mesud Barzanî, ku di merasîma dest bi karbûna Parlamentoyê da kiribûn, li pêşiya parlamento, partî û rexistinên siyasî yên Kurdistana Başûrê, erkên gelek giring hene.

Yekxistina herdu hikumet, çespandina federasyon di Qanûna Esasiya Iraqê nu da, vegerandina navçeyên nu rizgarbûyî wekî Maxmur, Kerkuk, Xaneqin, Sincar û hwd, li ser Heremê Kurdistanê, cî be cî kirina 58’emîn Xala Qanûna Îdareyî ya Muweqat, parastina aramî û asayiş, baştirkirina jiyana gel, şênkirina welat û hwd.. Dest bi karbûna Parlamentoya Kurdistanê, destpêk e bona çareserkirina pirsên jorî.

Herwekî dizanin çareserkirina pirs û pirsgirêkên hanê bi Parlamentoya Kurdistanê va girêdayî ne. Dest bi karkirina parlamento jî li ber Qanuna Serokatiya Heremê asê bibû. Ji ber ku YNK û PDK li ser vê qanûnê li hev ne hatibûn. Û ev yeka jî li seranserî Kurdistanê bibû sebeba nîgeraniyê.

Bi bîr baweriya min pirs û pirsgirêkên jorî, pirsên netewî ne û pirsên netewî jî bi beşdarbûna hemû çîn û tebeqayên komel, bi beşdarbûna hemû partî û rêxistinên siyasî û dezgeyên civakî va têne safî kirinê.

Rast e, ku YNK û PDK du hêzên serekî ya Kurdistana Başur in. Çarenûsa Kurdistana Başur îro di destê wan da ye; girêdayiya pêyvendiya wan e..

Rastiya hanê tehl e û divê bê guhartinê.

Guhartina vê rastiyê him barê herdu rêxistin siviktir dike, him jî demokrasî û azadiya bîr û baweriyê li Başûrê Kurdistanê cihgîrtir dike.

Beşdarbûna partî û rêxistinên siyasî yên bilî ji PDK û YNK di çareser kirina pirsên jorî û kar û barên hikumetê û îdareya welat da, rê li ber demokratîzetir kirina welatê vedike.

Ji bona vê jî xalên bernameya lîsteya hevbeş, ku di heyama hilbijartinê, bi beşdarbûna pîraniya partî û hêzên siyasiyên Kurdistanî va hatibû amade kirin, divê bêne cî be cî kirinê. Bi baweriya min cî be cî kirina xalên bernemeya hevbeş him peyvendiya hezên Kurdistanê, him jî baweriya naxweyî xurttir dike.

Eşkere ye, ku çareserkirina pirs û pirsgirêkên hanê, ne tenê zamina avakirina Iraqeke demokrat, federal û plural e, her usa bandora xwe datîne ser seranserê Kurdistan û navçeya Rojhilat Navîn.

Xuya ye bayê welatparêziyê û dilvekerê, ku ji başûrê welatê me derdikeve, bi dest bi karbûna Parlamentoyê, wê xurttir be.

Pêşavayê nemir Qazî Mehemed, ji heyeta Kurdistana Bakurê ra, ku bona serlêdanê çûbûne Mehabadê goti bû: “Ronahiya Mehabadê tişkê xwe bavêje ser we jî.”

Parlamentoya Kurdistanê li Hewlerê, ku tişka Pêşavayê Nemîr vergirtiye û berdewamiya ronahiya Mehabadê ye, bê guman ronahiya xwe di seranserê Kurdistanê da belav bike.

Erkê me li Kurdistana Bakur ne tenê piştgirî li Parlamento ye, her usa vergirtina vê ronahiyê ye, ku Parlamento belav dike.

Ji bona ci be cî kirina herdu erk jî yekitiya hêz, partî û dezgeyên netewî pêwîst e.

Hest û mesuliyeta netewî ya herdu serok û hezên serekî ya Kurdistana Başurê dilê dostan şad, ya dijminan jî reş kir.

Divê em jî ya dostan şadtir ya dijminan jî reştir bikin!

 
 
PSK Bulten © 2005