PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Qeremanên Min

CEMALİ

Xwendevanên delal,

Qeremanên nivîs û çîrokên min hemû ji sîyasetê barkirin çûn. Helbet ne bi dilê xwe, lê metazorî..

Hinên wan sax in, hinên wan mirin.

Lê bi temamî êdî sîyasîyên mirî ne.

Silê Gerdenga, Çîla Gerdengaz

Ozal û Erdalê gopal

Ecoyê Qirok, Necoyê Virok, Tirkêşê Zûrok

Hemû bûn çîrok…

Dema ew hebûn meydana sîyasetê çiqas rengîn bû!

Wek dinyaya La Fontaîne

Ozal, dewleta kûr ew jahrkir çû.

Tirkêşê Gurzade bi tevayî barkir çû.

Neçûba wê çi bikira, dema derbên eskerî êdî derbaz bû..

Belkî ew çû, ji bo wê êdî derbên eskerî çênabin..

Silo, Eco, Baco û Neco… Xelkê bi gêzîya destê xwe, ango bi dengên xwe, ew hemû wek qirêjî û gemarî malîn û avêtin zibilxanê, kirin panşîoner…

Lê xuya ye, hînî panşîonerîyê nebûn. Li wir hedûra wan nayê…

Silê Gerdenga û Ecoyê Qirok carina serê xwe ji çalê, ji nav zibil hildidin, ji dûr va li def û zirnê dixin, şîretan dikin û dixwazin bala xelkê bikişînin ser xwe.

Tu dibê bi aqlê wan nebe ne kar dimeşin, ne ker…

Kes nabêje, gelo, we di xortanîya xwe da çi kir ku di kal û pîrîyê da çi bikin?. Çal û neqeba ku we welat anî xistîyê, li ber çavan e..

Xuya ye, vana bikevin gorê jî pêsîra me bernadin.

Madem hedûra wan nayê, ê min jî nayê, em bi hevra tiştekî bikin:

Salê carê temsîlekê bidin wek bale, yan jî operet.. Mîna “baloya heywanan” ku ji bo zarokan tê darxistin.

Gur, kûçik, hirç, pisîk, çivîk, dîk û mirîşk, qaz û quling, kewroşk û simore, hemû tên bi cilên reng rengî, xwe hildavêjin dilîzin.

Bila qeremanên min jî bên tevli wan bin…

Ango Silê Gerdenga, Çîla Gerdengaz

Ozal û Erdalê gopal

Ecoyê Qirok, Necoyê Virok, Tirkêşê Zûrok

Bila def û zirne, tembûr û elbane lêxe

Memo Axar jî bila tevî hemû şeşar, ûzî û kûzîyên xwe were…

Û li vê panayîrê qeremanên me yên teze…

Bila Gul Efendî kera xwe boyaxke û bifroşe bavê xwe…

Bila Erdoxan qeydê Qasimpaşa lêxe

Û wezirê wî yê bêdadîyê, Çiçekê Koçek bi xençeran bilîze…

Kî ma ji qeremanên me? Ma kêmasîyek tune, hela baş binêrin, bifikirin…

Helbet! Qeremanek ku wek Qember e…

Bê wî ne dawet û dîlan dibe, ne govend digere…

Wallehî cîyê Şêx Zipo tu kes nagire!

Ji ber ku “Şeyxul Azam” e, ez jî divê roleke sereke bidime wî di vê lîstikê da.

Bila koro bêje û qeramenên me bilîzin:

De hûn lêxin qeydê cizmê

Emê çêkin konfederalîzmê!..”

 
 
PSK Bulten © 2003