Efendî efendî, diçî kîderê?!.
CEMALİ
Wezîrê Karên Derva yê Tirkîyê, Avdilla Gul, gotîye:
Ewrûpî hin caran mirovan usa aciz dikin ku wekî em bêjin “Xwedê
bela we bide, endametîya Yekitîya Ewrûpê bila serê we bixwe,
em naxwazin!”
Helbet dema dostek jî mirov pir aciz bike, mirov dostayîya
wî naxwaze. Mirov naçe mala kesê han. Ger mêvanê malê be,
jê derdikeve…
Baş e, Ewrûpî çawa Gul Efendî, yan jî partîya
wî (AKP) yan jî hukumeta wî aciz kirine? Çi gotine û jê çi
xwestine, gelo?..
Gul Efendî vê yekê nabêje. Lê em texmîn dikin û dizanin…
Ewrûpî ji hukumet û dewleta Tirk ra dibêjin ku li welatîyên
xwe eza û teda (îşkence) nekin.
Dema raya xwe gotin, li we xweş neyê jî, wan zindanî
nekin.
Dema ji bo heq û azadî civîyan û meşîyan li wan nexin.
Esker bila têkilî sîyasetê nebe.
Heqe Kurdan bidinê, qe nebe heqê çandî…
Hebûna Elevîyan nas bikin û azadîya olî bidine wan.
Ji heqê olî yên xaçparêzan ra hurmet bikin.
Pirsa Qibrisê çareser bikin. We erdê xelkê dagirtîye,
hêdî hêdî eskerê xwe vekişînin.
Dewleta we 90 sal berê Ermenî qirkiribûn, vê yekê
qebûl bikin û ji dinyayê ra êlan bikin, bêjin ku ev karekî
xirab bû, bila Ermenî me bibexşînin.
Belê, ev gotin û daxwazên ku Gul Efendî û hevalên xwe jê
aciz dibin, bi vî cureyî ne.
Ango Ewrûpî ji Tirkan ra dibêjin, ger hûn dixwazin bibin
endamê Yekitîya Ewrûpa divê hûn demokrat bin, himçax
bin, aşitîxwaz bin…
Tirkan tim jî gotin: “Baş e, emê bibin demokrat, emê
qanûnên xwe biguhurin!” Guhartin jî, lê bi derewan. Guhartinên
ku berê tiştekî nagire. Ew jî tim li ser kaxizê man.
Tirkan gotin, em li ser kaxizê usa bêjin, lê dîsa ya xwe
bikin, Emê Ewrûpîyan bixapînin. Ango wek her tımî, bi
qurnazî, hîle û fêlbazîya şerqî…
Lê Ewrûpî ne gundîyên Anadolê ne, nayên xapandin û van tiştan
dibînin. Ji Gul Efendî û hevalên wî ra dibêjin, em guhartina
rastî dixwazin, emel dixwazin…
Ev jî Gul Efendî û hevalên wî dîn dike.
Baş e, Gul Efendî, tu bi vê eza û cefaya xwe, bi vê
zulma xwe, neheqîya xwe; bi vê hovitî û barbarîya xwe; bi
vê mîlîtarîzmê û nijadperestîyê; bi pirsa Kurd, pirsa, elewî,
pirsa Qibrisê, pirsa Ermenî çawa dibî endamê Yekitîya Ewrûpa?
Efendî efendî, tu diçî kîderê? Ma ev der xan e yan hemam
e?!.
Ji kilamên Kurdî ra 5 meh hepis…
Rojnamên teze nivîsandin: Mehkema tirk 5 meh ceza daye hin
berpirsîyarên HADEP’ê, ji ber ku wan guhdarîya kilamên Kurdî
kirine!
Ev bûyer du sal berê di Kongra HADEP’ê ya bajarê Bitlîsê
da bûye. Di Kongrê da kilamên Kurdî hatine gotin. Ji bo vê
yekê di heqê berpirsîyaran da mehkeme vebûye û çend roj berê
mehkeme gihaye dawî, her yekî ji wan 5 meh cezaya hepsî girtine.
Ka digotin Tirkan qanûnên xwe guhartine û êdî zmanê Kurdî
serbest hiştine, heqê wan ê çandî dane?
Ev ceza jî gor qanûnên teze ye!
De kerem kin, halê vê dewletê û halê me Kurdan bibînin! Kilamek
û pênc meh ceza…
Ev hovîtî li kîderê dinyayê hatîye dîtin?
Bi vî halî jî dixwazin bibin endamê YE…
Apo û ala Tirkan…
Apo di dîtina dawî da ji Awûqatên xwe ra gotîye: “Dema
ez mirim, bila ala Tirkan bavêjine ser tabûta min!”
Helbet helbet! Ji xwe eger Apo tiştekî din bigota emê
şaş û metel bimana..
Berî her tiştî, Xwedê mirina Apo bi derengî bide. Ew
ji me herdu milletan ra, Kurdan û Tirkan ra gelek lazim e.
Ne tenê ji me ra, ji Ereb, Faris, Ermenî û Yunanîyan ra jî!
Heya ji dinyayê ra lazim e. Ma ew nebe kî dinyayê xilas bike?..
Em bêjın, xwedîyê dinyayê belkî derkevin, lê kî Kurdistanê
“xilas” bike?
Kurdistan, her çiqas di saya Apo‘da gelek vala bû, ser û
bin bû, Kurd bi mîlyonan koçber û asîmîle bûn jî, ev kar hîn
temam ne bûye, ango Kurd “xilas” ne bûne, hîn hene…
Lê mirin emrê îlahî ye û rojekî bibê nebê wê bê… Hingê helbet,
divê ala Tirkan bavêjine ser tabûta wî. Heya Tirk wî wek şehîdekî
xwe bihesibînin. Wî ji dewleta Tirk ra xizmetek mezin kirîye
wek parêzgerekî “dewleta ûnîter” û Kemalîzmê…
Her usa jî divê “Mehter Taximî” (bandoya Osmanîyan)
di merasîma ji bo wî da lêxe…
Hemû giregirên dewleta Tirk û hemû “Apo Kurdlerî”
jî bi dû tabûta wî bimeşin û bêjin: “Bijî Serok Apo!”
Bila Orhan Doxan jî destê xwe li serê xwe yê gurî
xe û bêje: “Apo Apo, xulî li serê me! Li serê me piçek
aqil û mû!..”
Hin çepên Tirk jî divê di cinyazê vî “şoreşgerê
mezin” da bi ala sor cîyê xwe bigrin û bêjin:
“Bijî Marksîzm, Lenînîzm, Maoîzm û Apoîzm!..”
Ev tiştana divê bibin.. Lê têrê nake. Divê Tirk, yan
Apoyê me, bi rastî ya xwe, li Anitkabîr, di tenişta Atayê
xwe da veşêrin, yan ji wî ra jî wek ya Atatirk panteonekê
(Anitkabîr) çêbikin…
Apoyê me ji zû va “Apotirk”î heq kirîye…
|