PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Alîkarîya Tirkan ji bo Iraqê…

CEMALİ

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Caferî hat û çû, Tirkan gotin hevdîtina wan baş derbaz bû û raya wan li ser gelek tiştan yek bû. Helbet ev gotin bi alîyekê gotineke dîplometîk e, gılower e. Lê tê da para rastîyê jî heye. Derdê Tirkan û yê Ereban –çi Beesî çi Îslamî, çi Sunnî çi Şîa- di mesela Kurd da yek e!.

Tirkan gotin, wan ji Caferî ra gotîye, ew yekitîya erdê Iraqê dixwazin, naxwazin Kerkûk bikeve destê Kurdan. Belê, ji xwe em jî zanin ku kulla dilê wan ev e, benîşta devê wan jî ev e!

Lê tiştê dinê jî gotin: Wan ji Caferî ra gotîye ku: “Çiqas ji me bê emê alîkarîya we bikin. Wek:

1-     Perwerdekirina hêzên ewleyîyê (polêz û leşger);
2-     Perwerdekirina kadrên dadîyê;
3-     Alîkarîya zanistî (akademîk) ji bo çêkirina qanûna esasî…”

Lê ev pêşnîyarên hanê kenê merivan tîne. Gelo, Tirk van tiştan bi xwe çawa dikin ku Iraqîyan pê perwerde bikin?.

Xuya ye Tırk wek gurê La Fontaine bûne loqman hekîm û dıxwazin hespa birîndar derman bikin…

Polêz û eskerê Tirk çawa perwerde bûye û li welatê xwe çi dike malûm e. Gelo ew şewitandina gund û bajarên Kurdan hînî Erebên Iraqê bikin? Iraqî ji xwe van tiştan dizanin; tecrubeya mezin ya Beesê li ba wan heye.

Gelo ew, serî û guh jêkirina hêsîran hînî wan bikin? Yan eza û cefaya zîndanan, elatrîk dana laşê mirovan, bi ava sar lêdan, yan haletê dardakirinê yê Filistînê?..

Ez bawer im, cîranên me van tiştan hemû jî zanin û ne hewce ye ku ji Tirkan dersê bistînin.

Lê perwerdekirina kadrên dadî (adlî)?.. Ma gelo li vî welatî, li Tirkîyê edalet heye ku wê hînî xelkê bikin?

Ewê kuştin û veşartina bê mehkeme û bê pirs hînî xelkê bikin?..

Yan leşker û polêzê curmkar, çawa pêsîra xwe ji edaletê xilas dikin û dadger (hakim) nikarin wan bînin û curma wan jê bipirsin?..

Yan dadger çawa bertilê (ruşwetê) distînin?..

Yan nav û nasnama Kurdan çawa qedexe ye û ceza li Kurdan û rewşenbîran çawa tê barandin?..

 Lê alîkarîya zanistî ji bo çêkirina qanûna esasî? Ger melema van gurîyan heye çima li serê xwe nakin?

Qanûna Esasî ya Tirkan berhemê derba eskerî ye, ya hukma faşî ye. Ewê ku nikarin vê qanûna faşîst biguhurînin û yeke demokratîk çêkin, ji xelkê ra dikarin çi bikin?

Xuya ye ew, qanûneke wek ya xwe pêşkêşî Iraqîyan bikin… Qanûneke ku tê da ne federalî ne jî demokratî hebe… Tê da nav û nasnama Kurdan derbaz nebe…

Madem usa ye, wek “akademîsyen” jî  bila General Kenan Evren bişînin Iraqê. Ev faşîstê bi nav û deng van tiştan ji herkesî baştir dizane!

 
 
PSK Bulten © 2005