PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Bêedebên 21’an

CAMALÎ

Sedsala 20’an bû şadê sazûmanên gelek hov, nijadperest û faşîst. Wek Nazîzma Alman, Faşîzma Îtalî û Îspanî… Lê ew sazûman û ew îdeolojî têk çûn.

Li Almanyê, Îtalyê û Îspanyê faşîzm hilweşî, demokrasî ava bû. Serokên Almanîya teze gelek caran, ji bo jenosîdê û xirabîyên dinê ozra xwe ji xelkê xwestin.

Nijadperestî bû îdeolojîyeke heram, li welatên medenî qedexe bû, wek curm…

Tirkên Turanî jî 90 sal berê Ermenî qir kirin. Piştî wê çend caran Kurd jî qir kirin. Komara Tirkîyê li ser esasê nijadperestî çêbû. Ferqa Kemalîzmê ji Nazîzmê tune.

Lê ev Komara Tirk jî, Kemalîzm jî hîn li ser pîyan e. Dewleta Tirk curmên kirî li nedîtinê tê, berpirsîyarên dewleta Tirk ji kesî ozra xwe naxwazin…

Serda jî, ne ku sedsal, lê  30 sal berê Qibris zeft kirin û parçe kirin. Di 15-20 salên dawî da Kurdistan careke din wêran kirin, 3-4 hezar gundê Kurdan û gelek bajar ser û bin kirin, 3-4 mîlyon Kurd sirgûn kirin…

Sedsala 20’an çû û ya 21’an hat. Ev sedsal, şik tune, gelek tiştên kevn bibe û yên teze bîne. Xuya ye ev sedsal bibe dema firehbûna demokrasîyê û heq û azadîya mirovan li dinyayê. Gelên bindest yê mayî jî, wek me Kurdan, wê azad bin.

İşaret ji nuha va dest pê kirine.

Lê dewleta Tirk û berpirsîyarên wê hîn wekî di xewê da ne. Ew hîn jî laf û gefan li cîranan dixwin. Hîn jî tu heq û azadî nadine Kurdan. Heya dil dikin êrîş bibin ser Kurdistana Başûr, Mûsil û Kerkûkê dagrin… Wekî milkê bavê wan e…

Berpirsîyarên dewleta Tirk, li himber rewşa Kurdistana Başûr dîn dibin. Hukumet û parlamena Kurd nasnakin. Naxwazin navê Kurdistanê hildin ser zmanê xwe. Serokên Kurdan ra dibêjin “serokeşîr”… Kurdan piçûk dibînin.

Bi xwe tu heq û azadî nadine Kurdan, hewl didin ku Kurdên İraqê, Îranê, Sûrîyê jî tu heq û azadî nestînin. Petrola Kurdan nebe malê wan.

Çend roj berê Mesûd Barzanî got, “avakirina dewletê heqê Kurdan e jî, rojekî dewleta Kurd jî wê çêbe…”  Celal Talabanî jî got: “Tu heqê Tirkan li ser Kerkûkê tune, divê têkilî karê İraqê nebin. Eger usa ne, sube Ereb jî dikarin doza Antakyayê û Kurd jî doza Dîyarbekrê bikin…” (Lê xwezî ew mîsala dawî nedana. Dîyarbekir ji xwe malê Kurdan e, heya di çavê Kurdan da payîtextê Kurdistana Bakûr e. Kurd ji xwe dozê lê dikin.)

Berpirsîyarên dewlet û hukumeta Tirk, general û wezîrên wan, medyaya wan bi van gotinan careke din dîn bûn. Bê edebî kirin, gotin “Talabanî û Barzanî hedê xwe nizanin, zmandirêjî dikin!..”

Lê bi xwe, tim di heqê xelkê da, bi taybetî di heqê Kurdan da zmandirêj in, bê edeb in, êrîşger in.

Eva uslûbê zordestan e. Ev kes tu dibê hîn di dema Cengîz û Xulagû û Teymurê Leng da dijîn. Sultan Yavuz ji vana edeptir bû, hurmeta Kurdan digirt, mîrayetî û hukumetên wan nas dikir. Melîkşahê Selçûkî û Sultan Silêmanê Osmanî, Kurdistan wek welatekî nas dikirin. Lê vana tu dibê nezanê çol û çîyan in, êşqîya ne.

Sedsala 21’an va hat, lê di vana da tu guhartin tune.

Bêedebên 21’an in.

Bi vî halî çawa dibin endamê Yekitîya Ewrûpa, ez jî şaş û metel dimînim…

Tariq Alî û Rojnama Hurrîyet

Rojnama Tirk, Hurrîyet, rojnama Îngiliz The Guardianê wek çavkanî nîşan dide û dibêje:

“Amêrîkanîyan di saya peran da Kurd bi xwe va girêdan…”

Hûrrîyet behsa nivîskarekî The Guardianê dike, ku ev gotin kirine, lê navê wî nade…

Ez berekî va aciz bûm, min got “gelo va Îngiliz ji me çi dixwazin? Ma ewqas zulm û neheqîya ku dewletên heremê, sazûmanên zordest bi me dikin ne bes e?..” Berekî va jî ketime şikê, min got “nebe ku ew jî dereweke Tirkan be?”

Di înternetê da li wê rojnamê gerîm û min dît ku xebera Hurrîyetê rast e, di The Guardîanê da bendeke han heye. Lê nivîskarê xwe ne Îngiliz e, bi navê “Tariq Alî” yekî ji rojhilata Navîn e.

Tariq Alî jî, gor gotinê yek ji “şoreşgerên” salên 68 e… Kesekî “dijî împeryalîyê” ye… Lê xuya ye, xwe gelek şaş kirîye, hêrsa xwe û kîna xwe ji Kurdên me yê reben derdixe!

Tariq Alî yek ji wan şaşan e ku, îro hevalbendîya Talîbanan û El Qaîde, parêzvanîya Saddam û Beesîyan dike.

Teror û xwînxwarîya wan wek berxwedana Mehdî nîşan dide, ku di sala 1885 da li Sûdanê zora Îngilizan biribû…

Ew jî wek şovînên Tirkan, Kurdan piçûk dibîne, gelê Kurd wek çend eşîr, serokên Kurdan jî wek serokeşîr bi nav dike.

Dibêje, Amêrîka bi zora peran li her derê dinyayê ji xwe ra bendeyan peyda dike… Kurdan jî yek ji wan nîşan dide.

Lê Tariq Alî derewan dike, rûyê xwe reş dike. Hurrîyet jî, ku kêfa xwe bi van derewan tê, wan belav dike…

Tariq Alî nabîne û naxwaze bibîne ku, Amêrîka hebe nebe, piştgirîya Kurdan bike neke, Kurd du sed sal in ji bo azadîyê şer dikin, ber xwe didin. Ma ewqas serhıldanên Kurdan Li Tirkîyê, İraq û Îranê, hemû bi pereyên Amêrêkê bûn?..

Ma Wîetnamîyan û Cezayîrîyan ji bo çi şer kirin? Filistînî ji bo xatirê kê û ji bo xatirê çi şer dikin, ew ji kê pere distînin?..

Him jî welatê Kurdan dewlemend e. Li Kurdistanê û İraqê nift pir e. Perê ku ev çend salê dawî digihîje Kurdan perê nifta Kurdistanê ye û bi biryara Yekitîya Milletan digihîje wan, ne perê Amêrîka ye, ne jî yê kesekî din…

Amêrîka jî, Îngiliz û Frensî jî, zordestên Beesî jî bi salan e nifta Kurdan dikişînin dibin, difroşin û perê wê dixwin.

Heya Tirkîye jî dixwe. Nifta Tirkîyê ji Kurdistana Bakûr, li Batman, Dîyarbekir û Semsûrê derdikeve.

Cara pêşîn e ku ji perê nifta Kurdan piçek jî digihîje wan…

Haa, li vê dinyayê yê ku ji Amêrîkayê pere distînin û dibin bende ma tunin? Gelek hene. Yek ji wan Dewleta Tirk e, ku heya nuha rasterast wek alîkarî û bexşîş bi dehan mîlyar dolar ji Amêrîkayê girtîye..

Amêrîkayê bi rîya IMF û Banka Dinyayê bi sedan mîlyar dolar daye Tirkan, îro jî hîn dide…

Wek bexşîş bi sedan û bi hezaran tank û top û teyare daye wan û îro jî dide…

Waxtekî serokcûmhûrekî Tirk, Orgeneral Necdet Sunay usa gotibû: “Emê çawa dijî Amêrîkê derkevin? Heya derpê me jî ew didin!”

Va ye bende li ber çavan in, Tariq Alî û Hurrîyet; bila gunehê xwe li stûyê me bar nekin, li me bêbextîyê nekin!..

Gotineke Tirkî heye, dibêjin: “Şiracinin şahîdî de bozaci olur” (Şadê şerbetfiroş jî bozefiroş e).

Rojnama Tirk Hurrîyet jî derewên Tariq Alî belav dike.

Şerm e ji bo rojnama Îngiliz, me The Guardian wek rojnameyeke baş, yeke rastgo dizanibû. Şaş û derewînên wek Tariq Alî êtibara wê jî sist dikin; ew, dikarin The Guardianê bikin “gardîyan” li ber derê hin zindanan!..

Sermîyanê derewînan

Di medyaya Tirk da camêr û canikên wek Ahmet Altan, Cengîz Çandar, Gülay Göktûrk, Murat Belge, Oral Çalişlar, Koray Düzgören hene, ku bi rastî mirovên pêşverû, heqnas û demokrat in. Mirovên han serê milletan bilind dikin.

Lê di medyaya Tirk da bêedeb jî gelek in. Heya mirov dikare bêje, mixabin, bêedeb ji yên baş pirtir in.

Xuya ye ji derew û zmandirêjî pêve êdî tu sermîyanê wan ne maye. Dinya diguhure lê ev şovîn û zordestên han wek berê ne, guhartinê fêm nakin û qebûl nakin.

Yek ji van bêedeban Fatîh Altaylî ye. Waxtekî, giregirekî MİT’a Tirkan (Rêxistina İstîxbarata Mîllî ya Tirk) gotibû ku di medyayê da gelek rojnamevan hene ku bi MİT’ê ra kar dikin û jê pere distînin. Hingê navê F. Altaylî jî di nav wan da derbaz bûbû.

Ji xwe ji nivîsên wî jî xuyayî ye. Di devê wî da tu pîvan tune. Bi taybetî di derheqa Kurdan da bêedeb e, zmandirêj e û bêperwa derewan dike.

Gelo di derheqa mirovên han da emê çi bikin? Em jî ji bo ku bersîva wan bidin, wek wan pîvana devê xwa xirab bikin, ji wan ra gotinên xirab bêjin?

Ger em bêjin jî derew nabe, rast dibe…

Lê na, xwendevanên delal, na. Zmanê herkesî dereca wan nîşan dide. Bi zmanekî xirab, bi derew, bi zmandirêjî meriv bilind nabe, lê nizm dibe, rûreş dibe.

Zmanekî pak bila yê me be, zmanekî gemarî û rûreşî jî bila para wan be!

 
 
PSK Bulten © 2004